Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî

ŞIRNEX - Li Silopiyayê ku piştî salan cara yekem şanoya kurdî hat vekirin, di nava 4 mehan de 6 şanoyên kurdî hatin nivîsandin. Mamosteyê şanoyê Mahsum Asilkan diyar kir ku armanc dikin ku li hemû bajarên Kurdistanê bigerin û got:" Heke ku derfet çêbibe em dixwazin ku biçin hemû bajarên Kurdistanê û Ewropayê û listîkên xwe bilîzin." 

Di sala 2014’an de piştî qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin, gelek saziyên hunerî û çandê yên di bin sîwaneya şaredariyê de kar dikirin jî hatin girtin. Heman pêkanînên dewlete berdewam kirin û di sala 2016'an de jî şûna hevşaredarên HDP'ê qeyûm hatine tayînkirin û şaredarî hatin xespkirin. Yek ji şaredariya ku qeyûm nehatibû tayînkirin jî Şaredariya Silopiya ya Şirnexê bû. Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê ku di serdema şaredariya HDP'ê de hatibû avakirin, di 21'ê Sibata 2024'an de hate vekirin. 8 sal piştî vekirina Navenda Ziman, Çand û Hunerê cara ewil e ku qursên şanoya Kurdî tên dayin. Li bajarê ku piraniya wê bi Kurdî diaxivin, yekem care ku qursên şanoya Kurdî tên destpêkirin û ciwanên herêmê ku qebîliyeta wan a şanoya Kurdî heye perwerdehiya şanoya kurdî dibînin.Şanoya Kurdî ji aliyê ciwan û jinan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Ji her niha ve lîstikên Kurdî jî tên amadekirin. 
 
Mamosteyê şanoya Kurdî Mahsum Asîlkan têkildarî xebatê ji ajansa me re axivî. 
 
DEV JI SENARYOYÊN TIRKÎ BERDA Û NIHA ŞANOYA KURDÎ DINIVÎSE
 
Mamosteye şanoyê Mahsum Asîlkan ku beriya niha li Stenbolê senaryoyên bi tirkî dinivîsand û dilîst, piştre biryar dide ku bi zimanê dayika xwe şanoyê bike. Asîlkan, diyar kir ku cara yekemîne ku li Botanê şanoya kurdî vedibe û wiha axivî:"Beriya ku ez ne hatim li vir ez Stenbolê dixebitîm. Di fîlman de dilîstim û min senaryo dinivîsand. Heke ku mirov li xerîbiyê be, mirov bêriya welatê xwe dike. Min lê mêze kir ku li bajarê me de di hêla şanoya kurdî de gelek valahî heye. Her wiha li Stenbolê şanoya ku min perwerdehiya wê dît jî ne bi zimanê me bû, cil û bergên wan ne çanda me bû. Min jî biryar da û got,'ez ê biçim welatê xwe û şanoya xwe bi zimanê xwe bikim.' Piştî ku ez hatime vê derê jî min valahiyeke mezin dît. Piştî tayînkirina qeyûman her tiştek hate desteserkirin û girtin. Beriya qeyûman jî û piştî qeyûman jî şano li vir nebû. Di hêla hûnerê de li vir tiştek nebû. Heke ku mirov bixwaze ku civakekî ji holê rabike mirov dê serî de çand û hunera wî tune bike û zimanê wê asîmîle bike. Me jî bi armanca bi hêzkirina şanoya bi zimanê dayikê li vir cihê xwe girt." 
 
DI 4 MEHAN DE 6 LÎSTIK AMADE KIRIN
 
Asîlkan, da zanîn ku wan 6 lîstik amade kirine û wiha domand: "Niha 25 şanogerên me hene. Me ji bo 25'ê Mijdarê lîstika 'Jin Jiyan Azadî' nivîsand û lîst. Lîstikvan hemû jin bûn. Ev lîstik ji bo me hem dîrokî bû û hem jî yekem bû ku li Botanê lîstikeke kurdî tê nivîsandin û lîstin. Me 6 lîstikên din jî nivîsandine. Yek û yek niha em prova wan dikin û em ê di demekî nêz de pêşberî gelê xwe bin. Ji bo Newrozê me lîstikek amade kiriye em ê wê pêşkeş bikin." 
 
ARMANCA WAN EW E KU LI BAJARÊN KURDAN ŞANOYA BI KURDÎ BIKIN
 
Bi domdarî Asîlkan anî ziman ku ew armanc dikin ku biçin hemû bajarên Kurdistanê û lîstikên xwe pêşkeş bikin û wiha pê de çû: "Bi saya derhinêrekî min biryar da ku ez bi kurdî şanoyê binivîsim. Wî, ji min re got, 'Welatê we di hêla çand û hunerê de dewlemende, li şûna ku tu senaryoyan bi tirkî binivîsî bi zimanê xwe binivîse û bilîze.' Ev gotina wî ez bandor kirim û min got, 'li şûna ku ez 10 seatan ji bo roleke tirkî biçûk bisekinim, ez ê biçim welatê xwe î şanoyê bi zimanê xwe bikim.' Her welatekî şanoya xwe heye. Çima kurdan şanoya bi zimanê xwe nebe. Em dixwazin ku bajêr bi bajêr bigerin û şanoya xwe bi zimanê xwe bikin. Niha jî em ji Spanyayê bi komeke şanoyê re di têkiliyê de ne. Ev kom bi taybetî li ser şanoya Kurdî lêkolînê dike. Heke ku derfet çêbibe em dixwazin ku biçin hemû bajarên Kurdistanê û Ewropayê û listîkên xwe bilîzin. Em dixwazin ku hemû ciwanên me bên û şanoyê bi zimanê dayika xwe bizanin. Em êşên xwe, derdên xwe bi zimanê xwe bînîn ziman."
 
CARE YEKEMÎN E DI ŞANOYÊ DE CIH DIGIRE
 
Ji xwendekarên şanoye Evîn Oluca (44) bi lêv kir ku ji bo ku ew niha di nava şanoya Kurdî de cihê xwe digire pir keyfxweş û bi kelecan e û wiha got: "Di navenda Eyşe Şanê de ez hem di şanoyê de û hem jî di qursên Kurdî de perwerdehiya bi ziman dibînim. Ez pir keyfxweş im ku li vir im. Weke jin ez dixwazim ku di şanoya Kurdî de cih bigirim. Bi zimanê xwe gelê xwe bikenînim. Em pir kelecan in ku li vir perwerdehiyên şanoyê dest pê kirin. Bangawaziya min li jinan heye ku heke ku di şanoyê de serkeftî bin bila bên bi zimanê dayika xwe perwerdehiya şanoyê bibînin. Ev cara yekemîne ku ez di şanoyê de cih digirim. Weke jin civak ji me re astengî derdixînin lêbelê em wan astengiyan dişkînin û li ser xwe nadin qebûlkirin." 
 
'BILA HESTÊN ME, KENÊ ME BI KURDÎ BE'
 
Ji xwendekaran Yûsûf Abalak (20) jî got ku ew dixwaze ku bi zimanê dayikê şanoyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lewma min di nav de cih girt. Di destpêkê de ez ji bo ku hînî tembûrê bibim hatibûm vê derê. Çend mehan min perwerdehiya tembûrê dît û piştre min dît ku şanoya Kurdî heye û min got ez xwe elimînim şanoya bi Kurdî jî. Min di destpêkê de bawer nedikir ku ez ê şanoya Kurdî de bilîzim lê piştî ku min dest pê kir min zanî ku ez ê karibim bikim. Hê em derneketine pêşberî gelê xwe û derneketime ser dikê lê niha em amadekariyan û provayan dikin. Me lîstikên xwe amade kirine û em ê demek nêz de yek û yek bilîzin. Cara ewil e ku ez şanoya Kurdî de dilîzim. Banga min ji ciwanên Botanê re ew e ku şûna ku bi zimaneke din şanoyê bizanin bila bên bi zimanê xwe şanoya xwe bikin. Bila hestên me, kenê me bi Kurdî bin. Jiyan bi kurdî xweş e." 
 
'DI DEMEKÎ NÊZ DE EM PÊŞBERÎ GELÊ XWE NE'
 
Diyar Soysal (20) jî got ku ew pir bi kelecane ku di xebateke wiha de cihê xwe digire û ev tişt anî ziman:" Min xwest ku bi zimanê xwe şanoyê bizanin. Dixwazim ku bi zimanê xwe dayika xwe bikenim. Ji ber wê îro li vir im û dixwazim ku her ciwanek jî li vir bi zimanê dayikê şanoyê bizane. Li şûna ku ciwan tiştên cuda re eleqeder bibin, bila bên vê derê çanda xwe, zimanê xwe û hunera xwe bizanin. Di demekê nêz de em ê pêşberî gelê xwe bin."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

17/01/2025
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike