Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê

  • rojane
  • 09:07 18 Cotmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR- Parêzerên OHD'ê li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê bi girtiyan re hevdîtin kirin û diyar kirin ku mafên wan ên tenduristî û jiyanê tên binpêkirin û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin.
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Ozcan Sarioglû û parêzer Mehmet Selahattîn Tîmûr, têkildarî binpêkirinên mafan ên ji aliyê girtiyan û xizmên wan ve ji komeleyên wan re hatine ragihandin, li girtîgehên Balîkesir Kepsût û Bûrhaniye û Îzmîr Kiriklar û Şakranê bi girtiyan re hevdîtin kirine. Girtiyan di hevdîtinan de ji parêzeran re gotin ku ji binpêkirina mafan ên tenduristiyê bigire heta muayeneya kelepçekirî, serdegirtinên qawîşê û pêkneanîna pêdiviyên wan gelek binpêkirinên mafan pêk hatine. Girtiyan pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin yek bi yek ji parêzeran re gotin. 
 
Pirsgirêkên ku li girtîgehan rû didin wiha hatin rêzkirin;
 
BÛRHANIYE 
 
* “Li Girtîgeha Bûrhaniyeyê serdêr di dema lêgerînê de tên tacîzkirin. Midûrê Girtîgehê li ser girtiyan hejmariya şipyakî ferz dike.
 
* Nexweşê CAOH Ubeydullah Yilmaz ji ber nexweşiya xwe bi şev nikare bêhnê bistîne. Daxwaza amûra oksîjenê nayê bersivandin. 
 
* Girtiyê bi navê Mahsûm di encama emeliyata ku hatiye kirin de hêza milê wî kêm bûye. Pêdiviya wî bi tedawiya fizîkî heye, lê destûr nayê dayîn.
 
* Dema girtî der barê pirsgirêkên li girtîgehan de ji meclisê û parlamenteran re dinivîsin, Wezareta Dadê telefonî rêveberiya girtîgehê tê kirin û tê gotin ku çima nameyên girtiyan tên şandin. 
 
* Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrhaniyeyê, bijîşkê çav, fîzîknas û diransaz muayeneya bi kelepçe li girtiyan ferz dikin. Bijîşkek bi zanebûnî berçevkên hejmara wan mezin ji girtiyan re dinivîse. 
 
* Malzemeyên jiyanê bi awayekî keyfî tên desteserkirin.
 
KEPSÛT 
 
* Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Kepsûtê diyar kirin ku li dijî binpêkirinên mafan gelek caran serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê dane, lê der barê aqûbeta wê de agahî negirtine. 
 
* Ji sala 2020’î û vir ve bi sedan pirtûk hatine desteserkirin. Hejmara maseyên odeyan pir kêm bûye. Bihayên kantînê pir zêde ne...
 
* Ev demeke dirêj e girtî nebirine nexweşxaneyê.
 
ÎZMÎR
 
* Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 2 a Îzmîrê gelek caran bi ser qawîşan de tê girtin û hemû tişt tên belawelakirin.
 
* Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji meha Hezîranê û vir ve di warê binpêkirinên mafan de hevdîtinê bi Midûrê Girtîgehê re bikin. Li vir jî destê girtiyan li nezaretxaneya nexweşxaneyê tê kelemçekirin. 
 
* Girtiya bi nexweşiya giran Fatma Ozbay ji ber ku li nexweşxaneyê bi kelepçe tê muayenekirin nikare bi rêk û pêk bê dermankirin.
 
* Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Şakranê, daxwaza hevdîtina yek bi yek li girtiyan ferz dike. 
 
* Li Nexweşxaneya Diranan a Konakê girtiyên bi navê Alî Tegî û Ramazan Atabey bi kelepçeyan muayene kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê jî girtiyê bi navê Mehmet Kutli û Mahfuz bi kelepçeyê muayene kirin. Lê belê girtî Kutli ji ber ku tedawiya bi kelepçe qebûl nekir bêyî ku bê muayenekirin ew şandin girtîgehê.
 
* Bi taybetî Nexweşxaneya Diranan a Konakê û Nexweşxaneya Bajêr muayeneya bi kelepçe ferz dikin.”
 
 
 

Sernavên din

10/11/2024
11:31 Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
10:54 Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
10:08 Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
09:45 Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
09:36 Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
09:31 ‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
09:30 Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin
09:27 Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin
09:02 Raportorê Tirkiyeyê Schennach ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike wê serlêdanê bike
09:00 ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN
08:57 Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
08:38 Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
08:37 Walîtiyê têkildarî gefa li rojnamegeran hatiye xwarin daxuyanî da
08:37 Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin
09/11/2024
21:57 Rojnamevan Karabay hat girtin
20:24 Li her derî berxwedana li dijî qeyûman
20:15 Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin
20:09 Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan
16:13 Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake
16:04 Li du bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:38 DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike
15:21 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
15:08 Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
14:05 Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
13:54 Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
13:46 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
13:44 Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
13:40 Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
13:08 Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
11:52 Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
11:33 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
11:21 DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
11:03 Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
10:49 Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
10:41 Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome