Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin

  • rojane
  • 14:44 27 Îlon 2024
  • |
WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo şermezarkirina serdegirtina saziyên zimanê kurdî û piştevaniya bi mamsoteyên kurdî yên hatin binçavkirin re çalakiya rûniştinê li dar xistin û zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin.
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo serdegirtina saziyên kurdî û binçavkirina mamsoteyên kurdî şermezar bikin, li Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê hatin cem hev. Dayikan li vir çalakiya rûniştinê pêkanîn û di çalakiyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Rêveberên Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Alîkariya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan de xizmên xwe winda kirine (MEBYA-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), xebatkarên Kovara Jineolojiyê û nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.
 
‘TEVLIBÛNA MITÎNGÊ GIRÎNG E’
 
Di çalakiyê de Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harûn Okay axivî û çalakiya dayikan silav kir û da zanîn ku ew bi saya têkoşîna dayikan gihiştine vê merhelê. Okay anî ziman ku tenê ne li ser zimanê kurdî, li her çar parçeyên Kurdistanê û li ser girtîgehan jî êrişên mezin hene. Okay destnîşan kir ku li dijî van êrişan berxwedanek mezin jî heye û got: “Em ê bi saya vê berxwedanê tecrîda li ser birêz Ocalan jî rakin û gava yekem ya vê yekê jî mitînga Amedê ye. Ji ber vê yekê tevlibûna mitînga Amedê gelek girîng e.”
 
‘ÊDÎ BES E’
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî axivî û diyar kir ku divê her kes xwedî li zimanê xwe derbikeve û wiha got: “Tu kes nikare zimanê em qedexe bike. Divê li dijî zextên li ser zimanê kurdî em deng derbixînin. Êrişên li ser zimanê kurdî ne exlaqî ne jî wijdanî ye. Êdî bes e.”
 
‘ZIMANÊ ME RÛMETA ME YE’
 
 Endama Meclisa Şaredariya Şaxê Edîbe Babûr jî axivî û bal kişand ser çalakiya dayikan. Babûr anî ziman ku ew ji bo vê çalakiya pîroz minedarê dayikan in û got: “Heke heta îro zimanê me hatibe, ev keda we ye. Em jî soz didin ku heta em saxbin, em ê xwedî li zimanê xwe derbikevin û têkoşînê bikin. Zimanê rûmeta me ye.”
 
Dengbêj Miqedes û Apê Îsiv di çalakiyê de kilam û stranên gotin û çalakgeran bi hev re govend gerand. 

Sernavên din

16/10/2024
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe