Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome

  • rojane
  • 16:09 21 Tebax 2024
  • |
ENQERE - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya Edaletê veguhêste ber Serokatiya Meclisê diyar kir ku heta encamekê bigirin dê çalakiya xwe 24 saetan bidomînin. 
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibûn qetilkirin, kurê wê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar ku ji êrişan bi birîndarî xelas bûbû duh têkoşîna xwe ya edaletê veguhestin ber deriyê Serokatiya Meclisê.
 
PEYWÎRDARÊN MECLISÊ HEWL DAN ASTENG BIKIN 
 
Dayik Şenyaşar, piştî çalakiya duh li dar xistin tevahiya şevê ma li Meclisê. Çalakiya ku li odeya Ferît Şenyaşar a li Meclisê berdewam kir, di roja duyemîn de li derenceyên li ber Deriyê Şerefê berdewam kir. Di çalakiyê de dowîza ku li ser “Edalet” dinivîsî hate hilgirtin. Di vê navberê de peywîrdarên ewlehiyê hatin cem Ferît Şenyaşar û hewl dan çalakiyê asteng bikin. Gotina peywîrdarekê ya “Nexweş e ku hûn li vir çalakiyê dikin” bû sedemê berteka malbata Şenyaşar. Li ser vê yekê peywîrdarên Meclisê ji qada çalakiyê dûr ketin. 
 
‘KESÊN KOMKUJÎ KIRIN LI DERVE NE’ 
 
Dayik Şenyaşar a tevî hewldanên astengkirinê çalakiya xwe didomîne, banga xwe ya edaletê dubare kir. Ferît Şenyaşar ê pişt re axivî, bal kişand ser tiştên ji roja komkujiyê heta niha qewimîn. Şenyaşar destnîşan kir ku birayekî wan niha di girtîgehê de ye û daxwaza wan berdana birayê wan e, wiha got: “Kesên ku komkujî kirin li derve ne, birayê min çima li girtîgehê ye?”
 
BANG LI MECLISÊ KIR 
 
Şenyaşar diyar kir ku beriya niha bi rayedarên dewletê re hevdîtin kiriye lê wan nekarîne edaletê pêk bînin û wiha domand: “Ji bo dawî li vê zilmê bê anîn, gel, gelê me yê Rihayê yê bi rûmet, ez weke parlamenter hilbijartin. Di dawiyê de me biryar da ku em li Meclisê rûnin. Her tim jê re dibêjin 'Meclisa Bilind'. Heke ev Meclis xwedî rûmeteke bilind be û xwedî rûmet be, ji bo dawî li vê neheqiya ku 6 sal in dewam dike bê, em dixwazin bi berpirsyarî rabe.”
 
Şenyaşar bi bîr xist ku beriya niha ji bo komkujî li Meclisê bê lêkolînkirin pêşniyazpirs pêşkeşkirine lê ev pêşniyazpirs bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin red kirin û ev tişt got: “Darizandineke formalîte hate kirin. Tê gotin ku dîmenên kamerayan ên nexweşxaneya komkujî lê hatiye kirin hatine dizîn. Em ji vê yekê bawer nakin. Divê Meclis di vê mijarê de berpirsyariyê bigire ser xwe. Em ê dîsa pêşniyazpirsekê pêşkeş bikin û em dixwazin bê lêkolînkirin. Sûcekî mirovahiyê heye. Em dixwazin kesên ev sûc kirine bêyî ku li erka wî bê nêrîn bê darizandin.”
 
KURTÛLMÛŞ XWEST KU ÇALAKÎ BI DAWÎ BIBE
 
Şenyaşar hevdîtina xwe ya bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re jî bi bîr xist û anî ziman ku Kûrtûlmûş xwest ku çalakiya wan bi dawî bibe. Şenyaşar, wiha domand: “Dema bûyer pêk hat Serokkomar tenê aliyê din guhdar kir û dijberî me daxuyanî dan. Van daxuyaniyan bandor li darazê kirin. Me jî ji Kûrtûlmûş xwest ku di mijara hevdîtinê ya bi Serokkomar re înîsiyatîfê bê wergirtin. Bila dayik bi Serokkomar re hevdîtinê bike. Şahidê bûyerê Walî Abdullah Erîn e. Bi kurdî jî dizane. Bila Walî jî bi dayikê re were. Nasnameyeke min a siyasî heye, heke hewce bike ez israr nakim ku di hevdîtinê de israr bikim. Lê Serokkomar bila bi Walî û dayikê re hevdîtinê bike. Me daxwazeke wiha ji Kûrtûlmûş kir. Piştî ku ev soz hate bicihanîn û vegereke erênî çêbibe dê dayik tedawiya xwe ji cihê mayî bidomîne.
 
24 SAETAN DÊ BIDOME 
 
Heke dayikê qaneh bikin em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Em bi şev jî li vir man û em ê mayîna xwe jî bidomînin. Heke ji Kûrtûlmûş daxuyaniyek were em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Heke dê çalakiya me li Meclisê 24 saetan berdewam bike. Em ê ji vir neçin.”
 
Hate diyarkirin ku çalakiya demekê li ber Deriyê Şerefê berdewam kir dê bi şev li odeya Ferît Şenyaşar a li Meclisê berdewam bike.
 

Sernavên din

10/09/2024
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin