Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin

  • cîhan
  • 11:27 14 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku vîrusa xuriya meymûnê li welatên Efrîqayê pir zû belav dibe, rewşa lezgîn hate ragihandin. 

Vîrusa xuriya meymûnê (mpox) li welatên Efrîqayê her ku diçe bêhtir belav dibe. Ji destpêka sala 2024’an heta niha li Komara Kongoya Demokratîk zêdetirî 13 hezar û 700 bûyerên xuriya meymûnê qewimîn û ji ber vê vîrusê 450 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî pisporan; varyanta herî xetere ya heta niha ye. Piştî Komara Kongoya Demokratîk, vîrûs li welatên din ên Efrîqayê jî pir zû belav dibe. Ji ber rewşa behsa xeberê, Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Efrîqayê (CDC) ku saziya tenduristiyê ya cemaweriyê ya Efrîqayê ye, rewşa lezgîn ragihand. 
 
VÎRUSA MEYMÛNÊ ÇI YE? 
 
Vîrusa xuriya meymûnê (monkeypox), vîruseke ji malbata “Orthopoxvirusê” ye û di mirovan de rê li ber enfeksiyoneke pir kêm tê dîtin vedike. Cara ewil di sala 1958’an di laboratuaran de li ser meymûnan hate tespîtkirin lewma navê “xuriya meymûnan” lê hate kirin. Bûyera ewil a di nava mirovan de jî di sala 1970’an de li Komara Kongoya Demokratîk hatibû tespîtkirin. 
 
Niha du cureyên vîrusê hene: “Clade 1” li Efrîqeya Navîn weke cureyeke endemîk e, “Clade 1b” jî cureyeke vîrusê yê nû û dijwar e ku di şewba nû de tê dîtin. 
 
VÎRUS ÇAWA BELAV DIBE?
 
Nexweşiya xuriya meymûnê, ji ber sewalên kojer û prîmatan diqewime û carnan mirov jî pê dikevin û nexweşiyeke zoonotîk e. 
 
Di destpêkê de vîrus ji ewil ji heywanan derbasî mirovan dibû lê êdî ji mirovan jî derbasî mirovan dibe. Bi rêya temasê û dilopikên mezin ên bi rêya bêhnstandinê jî derbas dibe. Vîrus, her wiha dikare ji ber birîneke li ser laş an jî bi rêya çav û dev jî derbas bibe. 
 
NÎŞANEYÊN WÊ ÇI NE?
 
Nîşaneyên tespîtkirina vîrusa xuriya meymûnê ev in; serêşî, sincirîna laş a zêde, êşa piştê, êşa masûlkeyan û werimîn. Piştî germahiya laşê nexweş zêde bû, di laşê wan de xurîn, sorbûyîn û werimîn çêdibe. Nîşaneyên wan piranî di serûçavên mirov, kefa dest û di binpiyê de derdikevin holê. Xurîn dibe ku pir zêde mirov aciz bike û biêş be. Enfeksiyon piranî di navbera 14 û 21 rojan de didome û ji ber xwe ve diçe. 
 
GELO TEDAWIYA WÊ HEYE?
 
Tê gotin ku dermanên ji bo nexweşiya xuriyê hatin pêşxistin, li dijî xuriya meymûnê jî ji sedî 85 mirovan diparêze. Di halê hazir de ji bo mpoxê heta niha sê derzî hene lê tenê didin kesên di bin xetereyê de yan jî kesên temasa wan bi kesên enfekte re çêbûye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bernameyeke derzîkirinê ya berfireh pêşniyar nake. Li Efrîqayê jî derzîbûn pirsgirêkeke pir mezin e. Her wiha dermanên antîvîral jî di tedawiyê de tên bikaranîn. 
 

Sernavên din

05/09/2024
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
15:49 Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin
15:30 Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
15:29 Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
15:28 Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
15:11 Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
15:09 Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin
14:18 Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin
14:17 Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan