Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû

  • rojane
  • 09:34 30 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Dadgeha Cezayên Giştî ya Liceyê di dosyaya ji ber “îşkenceyê” biryara bêrayetiyê lê hatibû vegerandin de li 5 polîsan 8 sal cezayê hefsê birî. Dadgehê ceza ji ber sûcê “Bêparhiştina şexs a ji azadiya xwe” da û di hinceta biryarê de ceza spart “îşkenceyê.” 
 
Di dema pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adara 2023’yan ên li navçeya Liceyê ya Amedê de zarokê 14 salî Y.D. ji hêla polîsan ve li wesayîta zirxî hate siwarkirin û revandin. Y.D., ji hêla polîsan ve hate îşkencekirin. Dadgeha Cezayên Giştî ya Liceyê ji bo îdianameya derheqê ji amirên Emniyeta Navçeyê Aykut Oral û polîsên bi navên Îsmaîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak de hatiye amadekirin, biryara “bêrayetiyê” da. Ji ber ku di îdianameya hatiye amadekirin de derheqê polîsan de sûcên “îşkence” û “birîndarkirina biqesdî” tune bû, dosya ji Dadgeha Cezayên Giran a Nobedar a Amedê re şand. Lê belê dosya dîsa li Dadgeha Cezayên Giştî re hate şandin. 
 
Dadgehê, di danişîna biryarê ya di 5’ê hezîranê de ji bo her polîsekî ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” 8 sal cezayê hefsê da. Di heman demê de ji ber sûcê “Zirardayîna mal” jî 4 hezar û 500 TL cezayê pereyan birî. Hinceta cezayê derheqê polîsên negirtî tên darizandin de hate eşkerekirin. Her çende ku dadgehê ji ber sûcê “Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” ceza dabe jî, hinceta biryara xwe spart sûcê “îşkenceyê.” 
 
GEFÊN POLÎSAN
 
Di biryarê de dadgehê cih da îfadeyên Y.D. jî. Y.D., da zanîn ku polîsan bi van gotinan gef li wî xwarine: “Dê çêran li kurdan bikî, dê çêran li Abdullah Ocalan bikî, sirûda îstîklalê bixwîne, dê helbesta mehmetçîkê heta serê sibehê jiber bikî. Heke tu jiber nekî em ê bi rêya GPS a dixin pişta te dîsa te bibînin û bikujin. Her wiha dê ji tu kesekî re nebêjî ku me li te xistiye. Heke yek bipirse jî bibêje min bi hevalên xwe re şer kiriye. Heke tu ji kesekî re bibêjî em ê te bikujin.” Di biryarê de bal kişand ser van gefan û hat diyarkirin ku îfadeyên şahid, îfadeyên mexdûrî piştrast dikin. 
 
'DELÎLÊN SÛC HATIN VEŞARTIN’
 
Di biryarê de hat diyarkirin ku hinek bersûc piştî bûyerê bi awayekî derqanûnî çûne Amedê, li gel ku nexweş nebûn jî hewldane ji nexweşxaneyên cuda raporê bistînin, piştî wergirtina raporê bêyî ku agahiyê bidin amirên xwe jî ber bi Enqereyê ve ketine rê û dema di rê de hatine girtin. Di biryarê de wiha hate gotin: “Dîroka sûc 21’ê adara 2023’yan e lê îfadeyên bersûcan di 25’ê adarê de hatin girtin, telefona bersûc Aykut Oral ku mexdûr dibêje di roja bûyerê de bi qontaxa çekê li ser, çav û pişta wî xistiye û vîdeoya wê kişandiye nehatiye dîtin, bersûcê ku weke Amirê Emniyeta Navçeyê dixebite û di gelek lêpirsînên edlî de cih girtî di vê pêvajoyê de telefona wî nehatiye dîtin ku ev ne tiştekî asayî ye û em gihiştin wê qenaetê ku ji bo veşartina delîlên sûc tevgeriyaye.”  
 
BERSIV DA ÎDIAYA DOZGER!
 
Di biryarê de yek ji noqteya herî girîng, nirxandina têkildarî îdiayên di îdianameyê de bû. Di biryarê de hat destnîşankirin ku di îdianameyê de nehatiye diyarkirin bê ka mexdûr ji hêla kê ve hatiye derbkirin û wiha hate gotin: “Her çend ku di îdianameyê de hatibe gotin ku kesên mexdûr derb kirin nehatiye tespîtkirin jî, xuya dibe ku bersûc tevî mexdû di nava heman wesayîtê de ne û ji qeydên kamerayan eşkere dibe ku ev pêvajo derdora 25-30 deqeyan domiyaye, wesayît her tim nedihat ajotin, di wesayîtê amirê bersûcan jî heye, hinek bersûc li dijî hiyerarşiya emişr fermanê tevgeriyan, mimkin nîne ku ne li gorî fermanên amirê xwe tevgeriya bin û tê fêmkirin ku bersûc bi hev re tevgeriyane.” 
 
'TEVGERÊN LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN’ 
 
Bi domdarî di biryarê de hat gotin ku dema temen û rewşa fîzîkî ya mexdûr esas tê girtin, tu liv û tevgerên ku rê li ber xistina kelemçeya plastîk û bikaranîna hêzê veke tune ne. Di biryarê de hat diyarkirin ku mexdûr bi awayekî derî rûmeta mirovahiyê hatiye cezakirin, di hundirê wesayîtê de bi çekan hatiye derbkirin, bi darê zorê û bi rêya gefan vîdeoya wî hatiye kişandin, gotinên derveyî îradeya wî pê dayine gotin û biçûk hatiye xistin. Hat gotin ku tiştên hatine kirin, kiriyarên wisa ne ku di mexdûr de rê li ber êşên fîzîkî û ruhî vekin. Hat gotin ku bi vê yekê re “sûcê bêparhiştina şexs a ji azadiya xwe ya biwesf hatiye kirin.” 
 
'PARASTIN JI BO XWEXELASKIRINA JI SÛC E’ 
 
Di biryarê de îfadeyên polîsan jî hatin nirxandin û hat gotin ku îfade razber in û hev nagirin. Di biryarê de ji bo nivîsên polîsan ên di navbera hev de weke “Ji bo xwe ji sûc xelas bikin hewil dane parastineke hevpar amade bikin” hate nirxandin. Hat diyarkirin ku parastinên bersûcan rast nînin û ji bo “xwexelaskirina ji sûc e.” 
 
'TÊKILDARÎ BERSÛCAN QENAETEKE ERÊNÎ ÇÊNEBÛ’ 
 
Her wiha dadgehê sedema danexistina cezayî ya ji ber “başhaliyê” jî vegot. Di biryarê de wiha hate gotin: “ (...) sûc, bi çekê û ji hêla gelek kesan ve bi hev re hatiye kirin. Hêza ku ji peywira cemaweriyê digirin xerab bi kar anîne û li dijî zarokeke ku ji hêla beden û ruh ve nikare xwe biparêze sûc hatiye kirin. Bersûcan sûcê xwe înkar kirine, tu sûda wan negihişt pêvajoya darizandinê. Hewl dan çendek delîlan tune bikin, gelek rewşên biwesf hene, temenê mexdûr, ji mexdûr lêborîn nehat xwestin, ji ber sûcê kirine tu poşmantî nejiyane, li gorî peywira xwe ya cemaweriyê tevnegeriyane. Lewma jî di dadgeha me de qenaeta ku êdî van sûcan nakin çênebûye (...)”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

17/08/2024
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome