NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake

  • cîhan
  • 21:24 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - NY’yê ku rapora xwe ya çavdêriyê ya li ser Tirkiyeyê weşand, diyar kir ku şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê rê li ber fikaran vedike û xwest bê rakirin.
 
Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku 8’ê tîrmehê li Bajarê Cenevreyê dabû destpêkirin, bi dawî bû. Komîteyê piştî raporan û hemû pêşkeşiyên hatin kirin îro rapora xwe ya çavdêriyên li ser Tirkiyeyê weşand. Di rapora çavdêriyê ya ji 50 xalan pêk tê de ku li ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê hate amadekirin û hat pêşniyarkirin ku bê şopandin, nirxandinên komîteyê yên li ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê dewam dike derketin pêş. 
 
‘EM JI QEDEXEYÊN LI ÎMRALIYÊ BI FIKAR IN’
 
Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku di mijara tecrîda mutleq a li Îmraliyê berdewam dike de bi fikar in û wiha got: “Piştî girtina wan heta 24 saetan destûra hevdîtina bi parêzeran re dikare were sînordarkirin, carînan gumanbar bêyî ku bişêwirin an jî parêzerên wan hebin têne lêpirsîn û nepenîtiya hevdîtinên di navbera parêzer û muwekîlan de nayê mîsogerkirin. Komîte her wiha bi fikar e ku di hin rewşan de parêzer xwe negihînin hemû dosyayên muwekîlên xwe û li Girtîgeha Îmraliyê cezayên dîsîplînê li ser girtiyan hatiye birîn û ev yek jî bûye sedema qedexeya bêsînor a hevdîtina girtiyan a bi parêzerên xwe re.”
 
ŞERTÊN TECRÎDÊ YÊN ÎMRALIYÊ  
 
Komîteyê di rapora xwe de bal kişand ser fikarên ku ji aliyê mevzûata Tirkiyeyê ve li ser cezayê muebbetê yê hefsê yê bêdem û bêyî berdana bi şert û îşaret bi şert û mercên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê dewam dikin kir. Di berdewama raporê de wiha hate gotin: “Komîte bi taybetî ji ber şertên hişk ên serdan û temasa civakî ya 4 hezar girtiyên ku cezayên bi vî rengî lê hatine birîn bi fikar e û bi fikar e ku pêkanînên bi vî rengî di xizmetên tenduristiyê de jî bên pêkanîn. Komîte têkildarî Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê ji 25’ê adara 2021’an ve di hucreyan de tên ragirtin bi fikar e û diyar dike ku hin girtiyan zêdetirî 9 salan e bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine.”
 
‘BILA HEVDÎTINA MALBAT Û PARÊZERAN PÊK WERE’ 
 
Komîteyê di berdewamiya raporê de xwest astengiyên li pêşiya hevdîtina Abdullah Ocalan û girtiyên Îmraliyê yên bi malbat û parêzerên xwe re bên rakirin. Di rapora komîteyê ya hate xwestin ku Tirkiye heta 26’ê tîrmeha 2025’an têkildarî binpêkirinên di rapora çavdêriyê de cih digirin agahiyê bide û wiha hate gotin: “Komîte ji dewleta xwedî alî daxwaz dike ku hevdîtina malbat û parêzeran a girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin bê hesankirin, mewzûata di dema rewşa awarte de ketiye meriyetê û sûd wergirtina ji qanûnên bingehîn asteng dike bê rakirin û derbarê şopandina van pêşniyaran de agahiyê bide. Di vî warî de dewleta xwedî alî tê vexwendin ku di serdema raporkirinê ya pêşiya me de, derbarên pêkanîna qismek an jî temamê pêşniyarên di çavdêriyên encamên heyî de cih digirin Komîteyê agahdar bike.”
 
 
 

Sernavên din

12/08/2024
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn