Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn

  • rojane
  • 10:45 12 Tîrmeh 2024
  • |
img

ENQERE - Parêzerê girtî Hayatî Kaytan, Alîşan Şahîn ji bo ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê di çarçoveya “mafê hêviyê” de dabû bê pêkanîn dîsa serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. 

Cezayê muebbeta giran li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn û ji mafê berdana bişert jî bêpar hatiye hiştin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber binpêkirina “Mafê hêviyê”, di 18’ê adara 2014’an de ev ceza weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. DMME’yê da zanîn ku cezayê hefsê yê muebbeta giran, li dijî xala 3’yemîn a PMME’yê ku îşkence û miameleya xerab qedexe dike nirxand. DMME’yê îşaret kir ku biryara heyî “mafê hêviyê” ji holê radike û xwest Tirkiye qanûnê dîsa sererast bike. 
 
JI BO 3 GIRTIYAN JÎ HEMAN BIRYAR HATE WERGIRTIN 
 
DMME’yê pişt re ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryarên bi vî rengî da. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryarên DMME’yê dişopînê bê ka hatine cîbicîkirin an na, ji bo bingeha “mafê hêviyê” were avakirin, ji Tirkiyeyê xwest ku di qanûnan de sererastkirinan bike û sepanan biguherîne. Ji bo vê jî têkildarî Tirkiyeyê dest bi pêvajoya venêrînê kir. Li gel ku pêvajoya venêrînê hatibû destpêkirin jî, Komîteya Wezîran mijar nexist rojeva civîna xwe û tu biryarên nivîskî jî amade nekir. Li ser vê yekê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din di çarçoveya prosedura “9.1’ê” de serî li komîteyê da. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo biryara DMME’yê tavilê bixin rojeva xwe û ji bo cîbicîkirin/venêrîna biryaran, di 29’ê tîrmeha 2021’ê de di çarçoveya prosedura “9.2’yan” de bi awayekî nivîskî serî li Komîteya Wezîran da. 
 
Komîteyê, piştî serlêdanê mijar xist rojeva xwe. Komîteyê, di 30’ê mijdarê-2’yê kanûna 2021’ê de civîna xwe li dar xist. Di civînê de komîteyê têkildarî agahdariyên rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê û cîbicîkirina biryaran agahî xwest.
 
TIRKIYEYÊ ÎDİA KIR KU ‘BINPÊKIRIN’ NÎNE
 
Tirkiyeyê di 7’ê îlona 2021’na de bersiv da û îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê tu binpêkirin tune ne. Tirkiyeyê hişyariyên ji bo “mîsogerkirina mafê hêviyê” û “guhertinên têkildarî rejîma înfazê ya cezayê muebbeta giran” jî jinedîtî ve hat û bêbersiv hişt. Tirkiyeyê tenê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarî şert û mercên fîzîkî yên Girtîgeha Îmraliyê esas girt.
 
Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê, piştî îdiayên Tirkiyeyê di 12’ê cotmehê de agahî dan Komîteya Wezîran. Di serlêdanê de hat gotin ku Tirkiyeyê di bersiva xwe de têkildarî “Mafê hêviyê” cih nedaye tespîtên girîng ên DMME’yê, ji bo bicihanîna biryaran tu gav nîqaş nekiriye û li şûna vê agahiyên manîpulatîf parve kiriye.
 
‘MÛAF’ HATE GIRTIN
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê, di 9’ê tebaxa 2022’yan de careke din serî li Komîteya Wezîran da. Li ser vê serlêdanê, Tirkiyeyê bersiv da û got: “Pêkane ku hikûmxwariyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn bişert bên tehliyekirin lê belê hinek sûcên îstîsnaî ji vî mafî mûaf hatine girtin.” Tirkiyeyê di bersiva xwe de li xwe mikûr hat ku Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin.
 
PIŞTÎ 3 SALAN DI ROJEVA KOMÎTEYÊ DE YE 
 
Di civîna meha hezîranê ya Komîteya Wezîran de biryar hate dayîn ku dosyaya komî ya ku Abdullah Ocalan jî di nav de ye, dîsa bigirin rojeva xwe. Komîteya Wezîran dê di civîna di navbera 17-19’ê îlonê de kontrol bike bê ka biryara binpêkirinê û pêdiviyên wê yên DMME’yê hatine bicihanîn an na. 
 
GEŞEDANÊN DERBARÊ KAYTAN DE 
 
Yek ji girtiyê ku DMME’yê derbarê wî de biryara “binpêkirinê” da û komîteyê dosyaya wî girtiye rojeva xwe jî Kaytan e. Kaytan, piştî ku li Sûriyeyê hate binçavkirin di 15’ê tebaxa 2003’yan de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Kaytan di doza jê dihate darizandin de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Lê pişt re ev ceza veguherandin cezayê hefsê yê muebeda girankirî. 
 
Kaytan bi rêya parêzerên xwe biryar bir DMME’yê. DMME’yê weke biryarên ji bo serlêdanên têkildarî Rêberê PKK’ê û girtiyên din dabûn ji bo vê serlêdanê jî biryara “binpêkirinê” da. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya biryarên DMME’yê kontrol dike, demekî dirêj têkildarî van biryaran tu kirarî nedan destpêkirin. Kaytan ji bo biryara DMME’yê bê pêkanîn û biryara berdanê di 27’ê cotmeha 2022’yan de serî li Dadgeha Înfazê ya Bolûyê da. Lê dadgehê daxwaz qebûl nekir. 
 
PARÊZERAN SERÎ LI KOMÎTEYÊ DAN
 
Parêzerê Kaytan, Alîşan Şahîn di demekî nêz de ji bo ku biryarên DMME’yê bên pêkanîn serî li Komîteyê dan. Di serlêdana ku bal kişand ser geşedanên têkildarî Kaytan de, hate destnîşan kirin ku Tirkiyeyê biryarên DMME’yê heta niha neanîne bicihanîn. 
 
NERAZÎBÛNA DIJÎ KOMÎTEYÊ 
 
Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku komîteyê heta îro tenê di 2021’an de mijarê kiriye rojeva xwe û ji bilî vê tu karûbarek din nehatiye kirin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ji bo biryara “binpêkirinê” were sepandin komîteyê zextan li Tirkiyeyê nekiriye. 
 
DAXWAZ 
 
Di serlêdanê de cih dan gelek daxwazan. Daxwaz wiha ne: 
 
“*Ji bo binpêkirina serlêdana serlêder Hayatî Kaytan bi nêrînên şexsî û giştî bê çareserkirin însiyatîf girt û di vê mijarê de divê bang li hikûmetê bê kirin. 
 
* Daxwaz ji hikûmeta biteref dikin ku di derbarê serlêder de 'Plana Çalakiyê' ya nû pêşkêş bike ku dê bi rastî binpêkirina ku di biryara DMME’yê de hat destnîşankirin ji holê rabike.
 
* Bi rêkûpêk dosyaya ku binpêkirin e, ku di pêvajoya çavdêriyê de ye, di rojeva civînên heftane û demkî û/an salane yên asayî yên Komîteya we de li ser asta Balyozan bigire rojeva xwe. 
 
* Tevlikirina nûnerên welatên endam di rojeva Komîteya we de, dabîn bikin ku pirsgirêk bi mekanîzmayên cuda bi awayek baldarî tê şopandin. 
 
* Ji bo komîteya we di têkiliyên dîplomatîk ên du alî de di rojeva xwe de bigire. 
 
* Ji bo hînkirina ku binpêkirin çiqas hatiye halê sîstematîk, divê ji hikûmeta biteref ji nûve hemû agahiyên aktûel ên statîstîkî daxwaz bike. 
 
* Ew ê şêwaza înfazê ya 'girtî ya heta hetayê di hepsê de bimîne' ku bûye sedema binpêkirinê ji holê rabike û piştrast bike ku înfaz di nav hinek deman de ji nû ve bê vegerandin. Ji ber vê yekê jî ji bor ê li ber berdana girtî bê vekirin û mafê wî yê serbestberdanê çêbike û ji bo mekanîzmayek ev derfeta hêviyê pêk bîne daxwaz ji we tê kirin ku bang li hikûmetê bê kirin. 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

26/07/2024
19:39 TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
19:24 Malpera ajansa me hate astengkirin
18:52 Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
18:36 Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
17:45 4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
17:32 Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
17:03 Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
16:07 Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
14:53 Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
14:51 Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
13:57 Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
13:09 Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
13:08 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi jinan re hevdîtin kirin
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne