Dema du bira û pismamê wan xwest şewatê vemirînin jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 11:05 24 Hezîran 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Birayên hev Mazhar û Nûrî Demîr ên ji bo mudaxileyî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derket bikin ji malê derketin, li gel pismamê xwe Hasan Demîr ên bi hev re çûn jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinar a Amedê di şeva 20’ê hezîranê de şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Kelekê yê girêdayî navçeya Şemrexê ku şewatê herî zêde zirar dayê û 10 kesan lê jiyana xwe ji dest da, du kesên ku jiyana xwe ji dest dan birayên hev Mazhar û Nûrî (Aşir) bûn. Ji birayan Mazhar 24 salî û Nûrî jî 22 salî bû. Birayên ku çawa agahiya şewatê wergirtin ji bo mudaxileyî bi bez derketin xwestin birayên hev Abdûrrahman û Ûbeydûlah Bûgdayci yên li gundê Tobînî yê cîranê wan e di nava şewatê de mabûn xelas bikin. Lê bi birayên hev Bûgdayciyan re bi awayekî biêş jiyana xwe ji dest dan. 
 
Birayên hev Mazhar û Nûrî ji bo ku ji malbata xwe re bibin alîkar ji lîseyê ve neçar man dibistanê terk bikin. Nûrî Demîr li gund şivantî dikir û ji bo debara malbata xwe dibû alîkar. Mazhar Demîr jî ji bo karê montekirina pola diçû bajarên cuda bixebite. Mazhar Demîr piştî ku xizmên wan ên weke karkerên çandiniyê yên demsalî çûbûn Sakaryayê di sala 2020’an de êrişa nijadperest li wan hate kirin, biryar girt ku êdî karkeriya demsalî neke û ji wê salê ve dest bi karê montekirina pola kir. Mazhar Demîr ê amadekariyên nîşanê dikir, dan û standina xwe kiribû û ji bo 23’yê hezîranê eywan girtibû. Lê malbata wî ya ku plan dikir nîşanê bikin, neçar ma cenazeyê wî veşêrin. 
 
HER SÊ BI HEV RE ÇÛN 
 
Yek ji xwişka wan Hêlîn Demîr anî ziman ku şeva bûyerê weke malbat li mala xwe rûniştibûn û çay vedixwarin, dema ew çû serbanê malê şewat ferq kir. Demîr, diyar kir ku li ser vê yekê kete malê û malbata xwe têkildarî şewatê agahdar kir û got: “Di yek carê de ceyran çûn. Di wê kêliyê de kekên min ji malê firiyan û derketin çûn. Li ber mala me motora (traktor) me hebû. Ligel pismamê me Hasan (Demîr/jiyana xwe ji dest da) hersê li motorê siwar bûn, li korneyê dan û çûn. Gundî jî ketin pey wan. Em jî ji bo şewatê vemirînin derketin. Me nedizanî ku şewat evqas mezin e. Piştî ku şewat di yek carê de ber bi me ve hat gundî sekinîn û xwestin em bi paş ve vegerin. Em deh kes li wesayîtekê siwar bûn û vegeriyan di wê kêliyê de jî şewat li pey me dihat.”
 
JI PÊLAVA WÎ TEŞHÎS KIRIN 
 
Demîr, anî ziman ku pişt re ji bo kekên xwe bibînin dîsa çûn herêma şewat lê heyî û bi lêv kir ku dema rastî birîndaran hatin li ambûlansê geriyan. Demîr, diyar kir ku ambûlansa ku her carê ji wan navnîşana vekirî dixwest, ji wan xwestiye ku leşker wan agahdar bikin û sê saetan tu kes nehatiye. Demîr, bi lêv kir ku gundî çûne cenaze anîne û wiha domand: “Ewilî 3 cenaze anîn. Kekên min di nava wan de nebûn. Pişt re 4 cenazeyên din jî anîn. Nûrî di nava wan de bû. Mazhar nebû. Birin ambûlansê lê tiştekî ku bikin nebû, jiyana xwe ji dest dabûn.”
 
Demîr, da zanîn ku helikopter di saetên serê sibê de hatiye, hîn bûn ku cenazeyê kekê wê Mazhar ji aliyê gundiyên Tobînî ve hatiye dîtin û birine nexweşxaneyê û li morgê ji pêlava wî ew teşhîs kirine. 
 
‘AMBÛLANS LI BENDA FERMANA LEŞKERAN MA’
 
Demîr, bi lêv kir ku kekên wê weke hevalekî bûn, wan amadekariyên nîşanê dikirin û li Amedê eywan kirê kiribûn. Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Vê hefteyê nîşana me hebû. Nebû qismet. Her ku kekên min jî gelekî baş bûn. Hûn ji kê bipirsin gelek ji wan hez dikirin. Her tim bi me re bûn.” Demîr, destnîşan kir ku ji bo rewşên wiha lezgîn divê her tim bi tedbîr bin û ev tişt gotin: “Me telefon dikirin lê ambûlansan digot heta ku ji leşkeran fermanê negirin nikarin bên. Em dixwazin berpirsyar bên aşkerekirin lê hewl didin binixumînin.”
 
APÊ XWE, JINAPA XWE Û XALÊ XWE WINDAKIRIN
 
Yek ji gundiyan Hatîp Demîr jî di şewatê de apê xwe, jinapa xwe, xalê xwe û hevalên xwe winda kirin. Demîr, diyar kir ku hemû kesên jiyana xwe ji dest dan hevalên wî bûn û da zanîn ku hema bêje hemÛ ciwan bûn û ji bo alîkariya gundê cîran ketibûn rê. Demîr, da zanîn ku li gel bayê hemû di nava şewatê de mane û li gel Mazhar Demîr weke birayan bûn. Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êşa xalê min cuda ya wî cuda ye. Weke birayê min bû. Em bi hev re diçûn dibistanê. Bi hev re diçûn kar. Her tim bi hev re bûn. Hevaltiya wî biratiya wî cuda bû. Min zanîbûya dê wisa bibe ez da ji bo wî canê xwe bidim. Yên din jî yên me ne. Hemû êşa me ne, tiştekî ku mirov bibêje nîne.”
 
MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin 
 
 

Sernavên din

09/07/2024
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’