Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn

  • rojane
  • 14:29 1 Hezîran 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlihê li aqûbeta xebatkarê Ozgur Ulkeyê Îsmaîl Agaya yê 30 sal berê hat windakirin û li Amedê jî li aqûbeta Giyasettîn Odûncû hat pirsîn û li Colemêrgê jî li aqûbeta karsazên kurd hat pirsîn.  
 
Malbatên Windyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 799’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû berdewam kir. Malbatên windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan û li erdê raxistin. 
 
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz vê hefteyê serpêhatiya Giyasettîn Odûncû yê di gulana 1995’an de li Amedê hat windakirin xwend. 
 
EWILÎ BAVÊ WÎ DIKUJIN Û PAŞÊ JÎ WÎ WINDA DIKIN 
 
Akdenîz serpêhatiya windakirina Odûncû wiha dibêje: “Ew zewicandî û bavê sê zarokan bû. Ji gundê Şimşima bi ser navçeya Hezorya Amedê ye. Di sala 1986’an de leşker her tim bi ser gundê wan de digirin û zexta ku bibin cerdevan li wan tê kirin. Di heman salê de bavê Giyasettîn Odûncû, dema diçe gundê Sine yê Licê serdanekî lê ji aliyê cerdevanê gundê Sine ve tê kuştin. 
 
Di sala 1992’yan de leşker dîsa bi ser gund de digirin û zexta ku gundî bibin cerdevan li wan tê kirin. Giyasettîn Odûncû bi tevî malbata xwe ve ji ber zextên leşkeran bar dike û tên li navçeya Sûrê ya Amedê bicih dibin. Di rojên dawî yên gulana 1995’an de Odûncû ji hevjîna xwe re dibêje, ‘Ez ê bi hevalên xwe re biçim Gola Hazara Xarpêtê’ û dixwaze hevjîna wî îşlikek û şalek (pantolon) jê re amade bike. Hevjîna wî Aysel Odûncû cilên wî amade dike û dide destê wî. Malbat ji roja ku Giyasettîn Odûncû ji malê derdikeve şûn ve heta îro agahî jê nagire.” 
 
HEWLDAN BI SER NAKEVIN 
 
Akdenîz diyar kir ku malbata Odûncû her çiqas serî li qereqolê û midûriyeta polîsan dide jî tu agahî ji Giyasettîn Odûncû nagire. Akdenîz destnîşan kir ku malbat têkildarî bûyerê di 31’ê adara 2003’yan de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê dozê vedike lê tu encamê bi det naxe û tevî hemû heldanên malbatê jî carek din agahî ji Odûncû nayê girtin. 
 
ÊLIH  
 
Malbatên Windayan di hefteya 635’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê ya Êlihê kom bûn û çalakiya  xwe berdewam kirin. Nûner û rêveberên DEM Partî, DBP, TJA, Egitim-Sen, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan rakirin û xwestin winda bên dîtin û daxuyanî hat dayîn. 
 
Li ser navê komê rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalay daxuyanî xwend. Atalay anî ziman ku di 29’ê gulana 1994’an de endamên JÎTEM’ê li Êlihê belavkarê Rojnameya Ozgur Ulkeyê Îsmail Agaya kirine binçavan û wî winda kirine û ji wê rojê ve êdî agahî jê nayê girtin. 
 
Atalay çîroka windakirina Îsmail Agaya xwend û wiha got: “Îsmaîl Agaya di salên 90’î de rojnameya Ozgur Ulke belav dikir. Di heman demê de karkerê înşatê bû. Di 29’ê gulana 1994’an de dema diçû mala xizmên xwe, hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin. Dayika Îsmaîl, Mufide Agaya, di serlêdana komeleyê de diyar kir ku jinên li derdorê dîtine ku kesên bi çek û sivîl Îsmaîl revandine û birine. Malbatê serî li Qereqola Polîsan a Navendê dan. Dîsa serî li gelke cihên din dan. Lê heta niha hemû hewldanên malbatê bê encam man."  
 
Girseya li qadê kom bûbû piştî çalakiya rûniştinê belav bû.  
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Malbatên Windayan li navçeya Gever a Colemêrgê jî çalakî li dar xistin. Çalakî di hefteya 125'an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta karsazên kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay ên ku di 3'ê hezîrana 1994'an de hatin qetilkirin pirsîn. Piştî cenazeyê wan li Bolûyê tên avêtin bi awayek îşkencekirî tên dîtin. Di çalakiyê de neviyê Hacî Karay, Kerîm Oztunç daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Oztunç anî ziman ku di 125 hefte ne çalakiyê li dar dixin û ew bi vê çalakiya xwe dixwazin hafizeya civakî zindî bihêlin û got: “Em weke Mirovên Şemiyê em ê rastiyên windakirinên di binçavan de ji gel re bibêjin û got: "Em bang li hemû saziyên pêwendîdar dikin ku li ber vî sûcdariya giran bêdeng nemînin û hiqûqê binpê nekin." 
 
 

Sernavên din

17/06/2024
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye