Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de

  • rojane
  • 10:13 1 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 21 salên dawî de ji 2 milyonan zêdetir zarokên keç welidî ne. Bajarê ku herî zêde zarok lê hatine zewicandin Dîlok û Riha ne. Parêzer Hediye Gokçe Baykal got ku polîtîkayên desthilatdariyê dibin sedema zewicandina zarokan. 
 
Her sal newekheviya zayendî zêde dibe, ev newekhevî di daneyên ku her sal tên ragihandin de jî xwe dide der. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); hejmara jinên ciwan û keçên di bin 19 saliyê de ku ji sala 2002’an heta 2023’yan welidîne 2 milyon û 88 hezar û 925 e.
 
Li aliyekî ev hejmar balê dikişîne ser xwe û li aliyekî din jî xeteriya ku zarokên keçik pê re rû bi rû ne jî di rapora ku Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî ji daneyên TÛÎK’ê di 29’ê hezîrana 2023’yan de amade kir, derket holê. 
 
Li gorî raporê; Ji 2 milyon û 88 hezar û 925 jin û keçên ciwan ên di navbera salên 2002’yan û 2023’yan de welidîne. Ev jî salên ku AKP li ser desthilatdariyê ye. Li gorî daneyên raporê; 557 hezar û 49 zarokên temenê wan di bin 17 saliyê de bûne, 21 hezar jî ji 15 salî biçûktir in. 
 
DI 12 MEHAN DE LI DU BAJARAN HEZAR Û 888 ZAROK HATINE ZEWIDANDIN 
 
Temenê zewicandinê bi awayek fermî her çiqas 18 salî be jî lê li ser erêkirina malbatê 17 salî û li ser biryara dadgehê jî 16 salî dibe. Li gorî daneyan; di sala 2023’yan de 565 hezar û 335 zewac pêk hatine. Ji van zewacan 706 jê temenê wan di navbera 16-17 saliyê de ne û zarokên lawik in. 10 hezar û 471 kes jî zarokên keçik in. 
 
Li gorî raporê, di 10 salên dawî de 441 jin û keçên temenê wan di navbera 16 û 19 salî de bi mêrên 45 salî û mezintir re hatine zewicandin. Di 10 salên dawî de hejmara jinên 45 salî û mezintir bi mêrên temenê wan di navbera 16-19 salî de re zewicîne hejmara wek 15 kes hatine tomarkirin. Bajarên ku herî zêde zarok lê tên zewicandin Dîlok û Riha ne. Par li Dîlokê 960 zarokên keç û li Rihayê jî 928 zarokên keç hatin zewicandin.
 
DI SALA 2023'YAN DE BI HEZARAN ZAROK WELIDÎNE 
 
Li gorî daneyan li Tirkiyeyê ku zewaca zarokan lê qedexe ye; Di sala 2023'yan de 130 zarokên di bin 15 salî de welidîne û ji van 4 zarok cara duyemîn welidîne. Zarokên temenê wan di navbera 15-17 salî de 6 hezar û 505 zarok welidîne 535 ji wan cara duyemîn û 31 zarok jî cara sêyemîn welidîne. 
 
Li gorî daneyan; di navbera salên 2013-2022'yan de 2 hezar û 578 zarokên di bin 15 salî de welidîne. 
 
Hejmara zarokên di bin 15 saliyê de û yên di navbera 15-17 salî de zewicîne wiha ne: 
 
Di sala 2013’an de di bin 15 salî de 449, di navbera 15-17 salî de 21 hezar û 967, di 2014’an de di bin 15 salî de 436, di navbera 15-17 salî de 20 hezar û 682, di bin 15 salî de 321 kes, di sala 2015’an de di navbera 15-17 salî de 18 hezar û 841, di sala 2016’an de di bin temenê 15 salî de 309, di navbera 15-17 salî de 17 hezar û 99, di sala 2017’an de 295 kesên di bin 15 salî de, di navbera 15-17 salî de 15 hezar û 282, di sala 2018’an de di bin 15 saliyê de 211, di 2019’an de jî di navbera 15-17 salî de 12 hezar û 114 kes, di navbera 15-17 salî de 10 hezar û 74, di sala 2020'an de di bin 15 salî de 121, di navbera 15-17 salî de 8 hezar û 251, di sala 2021'an de di 15 salî de 118, di navbera 15-17 salî de 7 hezar û 176, di sala 2022'yan de zarokên di bin 15 salî de welîdine 147 û 7 hezar û 42 kes di navbera temenê 15-17 salî de welidîne.
 
Dane derdixin holê ku zarok di bin navê “zewicandinê” de bi tecawizê re rû bi rû mane û li qadên cuda jî îstîsmarkirina zarokan balê dikişîne ser xwe. 
 
GOTIN Û DANE NAÇIN BER HEV
 
Ji parêzerên Komeleya Beriya Her Tiştî Zarok û Jinan Hediye Gokçe Baykal bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên ji bo zarokan û destnîşan kir ku pirsgirêk gelek zêde xuya dikin. Baykal daxuyaniya Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş a li ser zewacên di temenê biçûk de bi bîr xist û wiha got: “Weke wezareta pêwendîdar wan ragihandibû ku ew ê ti carî tawîzan nedin û zewacên di temenê biçûk de gav bi gav kêm dibin. Lê dema ku em li daneyên şênber dinêrin, em dibînin ku qet ne wusa ye. Digel ku zewaca zarokan bi salan li welatê me pirsgirêkek sereke ye jî, ev rastiyek madî ye ku dayikbûna zû pir gelemperî bûye. Helbet polîtîkaya 'gelek zarok' ya serokkomar û partiya desthilatdar, paralelî kêmbûna rêjeya nifûsê ya li welatê me jî di vê yekê de bi bandor e." 
 
'GOTINÊN SIYASETMEDARAN ZEWACÊ ASAYÎ DIKE’ 
 
Baykal anî ziman ku daxuyaniyên partiyên siyasî bandorê li nêrîna civakê ya li ser zewaca zarokan dike û got: “Daxuyaniyên desthilatdariyê û partiyên şirîkên wê yên li ser zewaca di temenê biçûk de, mîna ku tiştek asayî ne û wisa li ser civakê bandorekê çêdikin. Daxuyaniya ‘Bi salan li Anadoluyê dê û bavên me di 14, 15, 16 saliya xwe de zewicîn û maleke bextewar ava kirin’ ya Serokê Giştî yê Partiya Refahê Fatîh Erbakan her tiştî rave dike. Ev polîtîka nayên qebûlkirin.” 
 
ÇARESERÎ DI ‘WEKHEVIYA ZAYENDIYA CIVAKÎ’ DE YE
 
Baykal anî ziman ku kesên şahidiya zewaca zarokan dikin, neçar in ku rewşê ji rayedarên wezîfedar re ragihînin û got: “Di serî de malbat û xizm berpirsyarin ku rîskî tespît bikin û van zewacan ragihînin. Ev berpirsiyarî hem ji bo parastina zarokan û hem jî ji bo ku ev kiryar rê nede sûcek din girîng e. Divê perwerde û dersên wekheviya zayendî, mafên jinan, mafên zarokan ji bo keç û xortên di temenê dibistanê de bê dayîn. Di afirandina civakek hişmendtir de dayîna perwerdehiya li ser van mijaran rola herî girîng e. Em dikarin vê rewşê wisa biguherînin.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu 

Sernavên din

17/06/2024
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye