Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome

  • rojane
  • 09:19 1 Hezîran 2024
  • |
AMED - Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan hatin destpêkirin, 4 hefte li dû xwe hiştin. Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Orhan Işik anî ziman ku heya encamekê bi dest bixin wê çalakiyên wan bidomin.
 
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li girtîgehan û li derve hatin destpêkirin didomin. Ji Rêberê PKK'ê Ocalan ê ku 39 meh in di bin tecrîda girankirî de tê girtin tu agahî nayên girtin. Girtiyan çalakiyên xwe yên di 27'ê Mijdara 2023'yan de bi daxwaza "Azadıya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd" dabûn destpêkirin, ji 4'ê Nîsanê û pê ve ber bi asteke din ve birin. Girtî dadgehan, hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin. 
 
Paralelî çalakiyên li girtîgehan, malbatên girtiyan jî li 6 bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Çalakiyên ku di 6'ê Gulanê de li ber girtîgehan bi daxwaza "Bibe dengê azadiyê" û li ber Wezareta Dadê "Edaletê pêk bîne, hiqûqê bi cih bîne" û li ber avahiyên AKP'ê yên bajêr bi daxwaza "Dawî li tecrîdê bîne" hatin destpêkirin jî didomin. Çalakiyên li derve 4 hefte li dûr xwe hiştin û çalakger diyar dikin ku heya encamekê bi dest bixin wê çalakiyên wan bidomin. 
 
Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED) Orhan Işik der barê çalakiyan de axivî. 
 
‘TECRÎD NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ MESELEYA KURD E'
 
Işik da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê demeke dirêj e di rojeva kurdan û dostên wan de ye û got ku tecrîda li Îmraliyê ne derî polîtîkayên şer e. Işik bal kişand ser pêvajoya "diyalogê" û got: “Ev pêkanîn ne derî şerê 50 salî yê li Tirkiye û Kurdistanê ye. Tecrîd encam û kurteya nêzîkatiya desthilata AKP-MHP’ê ya li hemberî meseleya kurd û Abdullah Ocalan e."
 
‘DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Işik bal kişand ser hêla civakî ya tecrîdê û got: “Ne rast e ku mirov vê meseleyê tenê di şexsê kurdan de binirxîne. Ev pêkanînên nedemokratîk bingeha hemû pirsgirêkên wekî pirsgirêkên aborî yên heyî û rewşa enflasyonê ne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê hemû dînamîkên civakî karibin bertekên xwe yên demokratîk bi awayekî herî rewa bînin ziman. Divê em tecrîdê bişkînin. Desthilata AKP-MHP’ê bi tecrîdê bersivê dide gavên ji bo çareseriya demokratîk a meseleya kurd tên avêtin. Ev demek dirêj e hemû pêkhateyên demokratîk û şoreşger li dijî tecrîdê çalakiyan li dar dixin. Ev çalakî di serî de wekî grevên birçîbûnê yên demkî li girtîgehan berdewam kirin û piştre jî wekî boykotkirina dadgehan, redkirina hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê berdewam kirin."
 
Işik çalakiya Nobeda Edaletê ya li derve bi pêşengiya malbatên girtiyan hat destpêkirin bibîr xist û wiha got: “Piştre çalakiyên ‘Bibe dengê azadiyê' hatin destpêkirin. Roja duşemê malbat bi pêşengiya rêxistinên girseyî yên demokratîk li ber girtîgehê çalakiyan li dar dixin. Roja çarşemê jî ji ber tecrîdê û pêkanînên antîdemokratîk li ber girtîgehan û Wezareta Dadê çalakî tên lidarxistin."
 
‘ÇALAKÎ WÊ BIDOMIN’
 
Işik da zanîn ku dê çalakî berdewam bikin û wiha domand: “Di van du hefteyên dawî de beşdarbûna çalakgeran gelekî zêde bûye. Bertekroj bi roj mezin dibin. Ev bertek her diçe dînamîkên tevahiya civakê digire nava xwe. Rê û rêbaza herî bi bandor a li dijî hemû pêkanînên dijdemokratîk ên pergala heyî yên li ser civakê, nîşandana reflekseke civakî ye. Heta ku em encam negirin û heta ev tecrîda li hemû girtîgehan bi taybet li Îmraliyê bi dawî bibe, wê çalakiyên me li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bidomin."
 
 
 

Sernavên din

05/06/2024
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê
10:40 9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin
10:04 Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne
09:51 Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan
09:51 Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû
09:29 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 192'yan de didome
09:27 Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirin
Çakmak: Divê CHP bêdeng nemîne
09:25 Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin
09:13 Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike
09:02 Li dijî asîmilasyonê zarokên xwe dişînin Ma Musicê
09:01 Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:43 Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin
04/06/2024
20:02 Şandeya CHP'ê li Colemêrgê ye: Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e
19:26 Li şaredariyên Kurdistanê gel di nobedê de ne
17:26 Protestoyên li dijî xespa vîna gel didomin
17:09 Bayindir: Dê saya berxwedana gelê kurd têk biçin
Hatîmogûllari: Navê vê faşîzm e, darbe ye
16:55 Li Meclisê dê li dijî qeyûm çalakî bê lidarxistin
16:16 Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye
16:00 AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir
15:51 Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin
15:04 Çolterên Elbakê hate bombebarankirin
15:02 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Biryareke derhiqûqî ye
14:57 Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e
14:39 Li Colemêrgê berxwedana li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
14:35 ‘Divê mafên zarokan bên mîsogerkirin’
14:21 Mutalaaya weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan: Protestoyên têkildarî êrişa li dijî Ahmet Turk sûc in!
14:11 Li Kurdistanê qeyûm li Tirkiyeyê ji peywîrê girtin
13:33 Parêzerek din jî ji doza îtîrafkar Akbiyik hat beraetkirin
13:28 Li Zongûldakê li madenê hezaz çêbû: Karkerek asê ma
12:55 Ji Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê berteka li dijî qeyûm: Tunehesibandina vîna gel e
12:49 Piştî 30 salan hate berdan: Silavên berxwedêrên girtîgehê hene
12:44 Bakirhan: Biryara tayînkirina qeyûm li Kizilcahamamê hate girtin
12:36 Rêxistinên civaka sivîl tayînkirina qeyûm şermezar kirin: Ji xeletiya xwe vegerin
12:18 Hevşaredara Colemêrgê: Roj roja rabûna li ber qeyûman e
12:17 Qeyûmê Colemêrgê ji bo namzetê AKP’ê 29 milyon lîre xerc kiriye, 315 milyon jî deyn hiştiye
11:42 Yekitiya Weşangerên Kurd: Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:09 5 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:56 Li Kayseriyê balafira perwerdeyê ket
10:42 Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso: Divê gelê me di 11’ê hezîranê de biçe ser sindoqê
10:41 Ciwanan qeyûm şermezar kirin
10:40 Hevşaredar Akiş bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî: Ez berxwedêran silav dikim
10:18 Îmzevanên Banga Aştiyê: Divê CHP û hêzên demokrasiyê helwestekî zelal raber bikin
10:17 Di nameya xwe de vegot ku çima di çalakiya ‘azadiyê’ de ye
10:16 Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe
09:44 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
09:40 Cenazeyê zaroka dihat îdiakirin ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin
09:32 TBB: Divê wezaret dest ji biryara xwe berde û hevşaredar vegere ser wezîfeya xwe
09:22 Turkoğlu: Pêvajoyeke ku statuya civakî ya jinan paş ve dibe hat destpêkirin
09:09 Li Almanyayê çêbû û mezin bû, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê
09:06 Parêzer Avçîl: Divê baro li dijî tecrîdê serlêdanê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne
09:00 ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:31 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin: Malbatek hate derbkirin
07:59 Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê heta şeveqê nobet hate girtin
07:51 Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist