Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin

  • rojane
  • 16:32 27 Gulan 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên bi dirûşma “Deng bide azadiyê” li ber girtîgehan hatin kirin de banga rakirina tecrîda li Îmraliyê hate kirin. 

Li Edeneyê di pêşengtiya malbatên windakiriyan de bi tevlibûna rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê polîsan hemû rêyên diçin girtîgehê ji trafîkê re girtin û xwestin girseyê asteng bikin. Li ser vê yekê girseyê 100 mîtro ji girtîgehê re mayî ji wesayîtên xwe peya bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Girseya pankarta “Ji bo edaletê, em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekir, her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Deng bide azadiyê” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin. 
 
‘DEMILDEST BI DAWÎ BIKIN’ 
 
EDENE
 
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, qala tecrîda li Îmraliyê kir û anî ziman ku pedîviyeke ku tecrîd demildest were rakirin. Aydemîr, axaftina xwe wiha domand: “Pêkanîn zext, bêhiqûqî û antîdemokratîk ên li girtîgehan demildest bi dawî bikin. Tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Şert û mercên çareseriyê yên bi rêbazên demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd biafirînin.”
 
Piştî axaftinan girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. 
 
AMED
 
 
Malbatên girtiyan di hefteya 4’êmîn a çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber Kampusa Girtîgeha Amedê hatin bahev. Hevserokên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr, aktîvîstên TJA’yê, endamên MEBYA-DER’ê, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça û Serhat Eren, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan beşdar bûn. Di daxuyaniya hate dayîn de pankarta “Deng bide azadiyê” hate vekirin. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, kumên li ser “Deng bide azadiyê” dinivîsî xistin serê xwe. Di dema çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Girseya ku hate dorpêçkirin demekî dirêj çalakiya rûniştinê kir. 
 
‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ SÛC E’ 
 
Parlamenterê bajêr Serhat Eren ê li vir axivî, anî ziman ku çalakiya dikin, dirûşmeyên hatine berzkirin ne sûc in, sûcê esas tecrîda li Îmraliyê didome ye û got: “Em ê her roja duşemê li dijî tecrîdê li vir bin.”
 
ÊLIH
 
 
Li Êlihê malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê bi daxwaza “Deng bide azadiyê” çalakiyê li dar bixin. TUHAY-DER, Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr, Dayikên Aştiyê, rêxistinên sivîl ên civakî û aktîvîstên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn. Li ser kesên di çalakiyê de cih digirtin pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin nivîsandin. Pêşiya malbatên girtiyan berî bigihin girtîgehê kîlometreyekê bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiya Êlihê ji aliyê polîsan ve hate girtin. 
 
Malbatên girtiyan ên guh nedan astengkirina polîsan çalakiya xwe domandin. Yek ji malbata girtiyan Sûltan Azboy a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku heta ku ji zarokên xwe agahiyê wergirtin dê vê têkoşînê bidomînin. Azboy, wiha axivî: “Zarokên me di grevê de ne, em bi tu awayî ji wan agahiyê nagirin. Em nizanin ka dijîn an na. Dernakevin hevdîtinan û bi telefonê naaxivin.”
 
Azboy, got ku “Beriya du rojan girtiyekî liv ê girtîgehê krîza dil derbas kir” û xwest ku vê zilmê bi dawî bikin. 
 
Girseya pişt re çalakiya rûniştinê kir, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” çalakî bi dawî kir. 
 
ÎZMÎR 
 
 
Li Îzmîrê malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber Girtîgeha Kiriklar hatin bahev. Di pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate vekirin de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq hiqûq edalet” û “Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 
 
Dayika 3 girtiyan Fatma Surme ya di çalakiyê de axivî, diyar kir ku li ser girtiyên siyasî tecrîdeke girankirî heye û vê yekê qebûl nakin. Surme, bi lêv kir ku heta tecrîd neyê rakirin dê têkoşîn berdewam bike û got: “Em weke dayikan nikarin li malên xwe rûnin. Em ê li pişt zarokên xwe bin. Di nava çar dîwaran de jî zarokan rehet bernadin. Ma ev mirovahî ye?”
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Karabaglarê Cahît Gunay jî bal kişand ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê zexteke sîstematîk heye û wiha got: “Li edliyeyan li pişt dadgeran ‘Edalet bingeha milk e’ tê nivîsîn. Madem edalet bingeha milk e, çima nayê pêkanîn? Em dixwazin zext û tundiya li girtîgehan were bidawîkirin. Em vê zilmê, îşkenceyê û tecrîdê protesto dikin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya hate kirin bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
 
Li Mêrsînê di pêşengtiya malbatên girtiyan de di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de li ber Girtîgeha Kampusa Tarsûsê daxuyanî û çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de malbatên girtiyan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
‘EM DAXWAZ DIKIN KU PÊVAJOYA DIYALOGÊ WERE DESTPÊKIRIN’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku tu daxwaz ji daxwaza aştiyê biqiymettir nînin û wiha got: “Tecrîd xerabiya herî mezin a li vî welatî were kirine. Heke kûrkirina tecrîdê were domandin nikarin qala destûreke bingehîn a nû û aboriyeke baş bikiln. Heke pirsgirêka kurd were çareserkirin yek ji muxatabên vê jî birêz Abdullah Ocalan ê bi salan e li Îmraliyê tê ragirtin e. Em daxwaz dikin ku tecrîd were rakirin û pêvajoya diyalogê were destpêkirin.”
 
Çalakiya rûniştinê bi klamên kurdî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

31/05/2024
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin