Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be

  • rojane
  • 11:05 10 Gulan 2024
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê destûra bingehîn a nû demokratîk û sivîl be û da zanîn ku dê biryara di Doza Kobanê de di vê mijarê de girîng be. 

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiyê mijarên di rojevê de nirxand. Dogan, di serî de rojnameer Celal Başlangiç bi bîr anî. Dogan, piştre jî rojevên civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) vegot. Dogan, diyar kir ku di mitînga 1’ê Gulanê de bajarek hatiye dorpêçkirin û bal kişand ser bi dehan kesên ji ber 1’ê Gulanê hatine binçavkirin. 
 
HILBIJARTINÊN CURNÊ REŞ
 
Bi domdarî Dogan bi bîr xist ku dê di 2’yê hezîranê de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hilbijartin bê lidarxistin û wiha got: “Me 2 roj berê starta hilbijartinê da. Ji kesên dibêjin hilbijartin di mercên demokratîk de hatin lidarxistin re dixwazim pêvajoya li Curnê Reş bi bîr bixim. Di şeva 31’ê Adarê de li Curnê Reş ji ewil pusulayên dengan hatin şewitandin. Piştre peywirdarên sindoqê hatin derbkirin. Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş lêpirsîn da destpêkirin û 7 kes hatin girtin. Her 7 jî endamên lijneya hilbijartinê ya navçeyê yên AKP’î bûn. Tevî van, şandina daneyan jî hate sekinandin. DEM Partiyê ferqeke 521 dengan bi ser ket. Lê hilbijartina me qezenc kirî dîsa dubare kirin. Niha jî dixwazin Curnê Reş bi rêya kompasê bi dest bixin. Dê xelkê Curnê Reş xwedî li îradeya xwe derkeve û banga me ew e ku ferqa 521 dengan hêj mezintir bikin û di 2’yê hezîranê de xwedî lê derkevin.” 
 
ÊRIŞA LI BÊRECÛKÊ
 
Têkildarî êrişa li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê jî Dogan wiha got: “Yên li dijî xespkirina maf a li Curnê Reş bêdeng mayîn, di mijara êrişa li dijî avahiya me ya navçeyê jî bêdeng mane. Berpirsyarên encamên texmînî yên li Bêrecûkê ew kes in ên van qewimînan jinedîtî ve tên, dengê xwe dernaxin û dibin şirîk in.” 
 
NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ DESTÛRA BINGEHÎN
 
Dogan, wiha dom kir: “Li rexekî nîqaşên têkildarî destûra bingehîn didomin. Em qala kevneşopiya partiyeke ku bi dehan sala ye ji bo destûra bingehîn a demokratîk û sivîl têdikoşe dikin. Baş e lê ma sivîlbûna destûra bingehîn bi tena serê xwe bes e? Na. Divê nû be û demokratîk be. Divê destûra bingehîn, peymaneke civakî be. Divê li ser bingeha lihevkirinê û xwedî wesfa peymana civakî be. Rê û rêbazên ji bo çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk û nû ji hêla partiya me mijareke girîng e. 
 
DÊ BIRYARA DI DOZA KOBANÊ DE GIRÎNG BE 
 
Ji bo destûra bingehîn nû be, divê nîşan bidin ku bi temamî dev ji ya berê berdane. Yek ji nîşaneyên vê yên herî girîng jî dê Doza Kompasê ya Kobanê ye ku dê di 16’ê gulanê de bê lidarxistin. Lewma jî dê biryarên di Doza Kompasê ya Kobanê de girîng bin. Em careke din banga hestiyariyê li gel dikin. 
 
Yek ji mijara di MYK’a me de hatiye nîqaşkirin jî asayîbûna di siyasetê de bû. Bi dervehiştina gelên bindest, nasnameyên cuda, ziman û baweriyan re mimkin nîne asayîbûnek çêbibe.” 
 
DESTÛRA BINGEHÎN 
 
Piştre jî Dogan pirsên rojnamegeran bersivand. Dogan ji bo pirsa “Li ser hevdîtinên di navbera partiyan de hûn çi difikirin?” ev bersiv da: “Hevdîtinên neqeba partiyên siyasî de derheqê hemû mijarên welêt tê gotubêjkirin. Partiyên siyasî derheqê rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de fikrên xwe, gumanên xwe û nêzîkatiyên xwe tînin zimên. Ev hevdîtin dê berdewam bikin. Ji serî de heta niha jixwe daxwaza Partiya DEMê ev bû ku milê muxalefeta Tirkiyeyê mezintir bibe, xurttir bibe û her dem danûstendin di neqeba wan de çêbe. Ji bo hemû pirsgirêkan jî wekî rêya çareseriyê jî DEM Partî dibêje rê û rêbazên danûstendinê, guftûgokirinê divê berfirehtir bibe. 
 
MAKEZAGON LIHEVHATINA WELATEKÎ YE
 
Herwiha makezagon jî yek ji wan xalan e ku tê nîqaşkirin. Lê ji ji partiya me destûra bingehîn, nêzîkatiya partiya me ew e ku em dixwazin rê û rêbazên partiya desthilatdar bibînin. Gelo ew ê bi çi rê û rêbazê vê destûra bingehîn bê amadekirin. Ya duduyan me weke partiyê ji bo makezagoneke nû berdêlên mezin dan. Ev rojev ne rojeveke nû ye ji bo me. Li ser vê jî xebatên me hene û bi salan in em van xebatan dikin. Yanî ev mesele ji aliyê hinan ve nayê rojeva me. Em her dem dibêjin divê ev makezagona ku dema derbeya leşkerî hatiye çêkirin divê bê guhertin. Lê îro em li Tirkiyeyê gihane wê merheleyê ku îcar ew makezagon bixwe tê binpêkirin. Niha di nav van şert û mercan de çawa û bi çi rengî wê makezagoneke nê bê çêkirin? Em dixwazin bersiva vê pirsê bibînin. Herwiha em nasekinin. Em jî amadekariyên xwe dikin. Me hin komîsyon ava kirine. Komîsyoneke meclisê heye, ji xeynî wê komîsyonek jî dê li navenda me li ser makezagonê bixebite. Wê çawa gel tev li vê pêvajoyê bibe, kesên ku divê fikrên wan bên stendin dê çawa beşdar bibin em dixebitin. Makezagon lihevhatina welatekî ye. Li ser vê jî divê lihevhatina civakekê çêbe. Bê lihevhatina civakê ew makezagon nabe nû. Em naxwazin ev makezagona ku niha em li ser diaxivin careke din bê makyajkirin, ambalaja wê bê guhertin an jî hin guhertinên biçûk ne esas bên çêkirin. Divê tu kes nekeve vê xeletiyê.”  
 
HILBIJARTINA CURNÊ REŞ
 
Pirsa têkildarî hilbijartina Curnê Reş jî Dogan wiha bersivand: “Li Curnê Reşê di hilbijartinê de me stend jixwe. Di şeva 31ê Adarê de hemû hewldanên partiya desthilatdar ji bo ferqa ku di neqeba me de derketiye anku 521 ferq rayan bûn. Dîsa jî desthilatdar biryara nûkirina hilbijartinê da. Yanî ev ne edalet e, ev ne heq e, ev ne hiqûq e. Ez pêşiya vê bi 2 rojan li Curnê Reşê bûm. Civaka wir pir aciz bû. Ne neheq in ji ber ku îradeya wan, vîna wan, keda wan li ber çavê dinyayê tê xesbkirin. Partiyên muxalefetê bêdeng nemînin. Ev mesele tenê meseleya DEMê nîne. Kesên çûne li wir ray şewitandine diyar in, kesên ku çûne li berpirsyarên sindoqan xistine ew jî diyar in. Welê çêbûye ku 7 kes hatine girtin, lê kes nabêje ka em binêrin li Curnê Reşê li qewimiye. Ev jî têrê nake ev 2 roj in li Bîrecukê kesên diyar aşkera radibin êrişî partiya me dikin lû dîsa jî rê li ber wan nayê girtin. Niha li Bîrecukê tiştek bi kesî bê berpirsyar kî ye? Desthilatdar berpirsyar e. Em ji vir careke din dibêjin bi rojan e xelk li ber şaredariya xwe xwedî li îradeya xwe derdikeve, xelk naxwaze bi lîstokan şaredariya wan ji wan bê dizîn. Ez dizî ye. Bi van lîstina tu kes nikare îradeya Curnê Reşê jî têk bibe. 2’yê hezîranê em ê careke din bi ser bikevin.” 
 

Sernavên din

20/05/2024
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome | HATE NÛKIRIN
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket