Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e

img
DÊRSIM - 7 sal û 6 meh cezayê hefsê yê li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatibû birîn hate pejirandin. Rêxistinên elewiyan ên ev yek şermezar kirin, banga têkoşînê li partiyên siyasî û rêxistinên mafan kirin. 
 
7 sal û 6 meh cezayê hefsê yê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Ev yek li Dêrsimê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Rêveberên cemxaneyê, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordû, Hevberdevka Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê (Yuksel Mûtlû), Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê Partiya Kedê (EMEP) yê Bajêr Ergîn Tekîn, Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, pîr û dayik û gelek welatî beşdar bûn. 
 
Cîgirê Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Mûsa Demîrtaş destnîşan kir ku baweriya elewiyan ji aliyê desthilatan ve bi polîtîkayên zextê, cihekarî û bişaftinê re rû bi rû dimîne û wiha got: “Dewlet dixwaze ziyaretgeh û ocaxên me desteser bike. Li dijî vê an li rêveberên me ceza tê birîn an jî dikin ku bibin penaber.”
 
‘ÇAVTIRSANDINA CIVAKA ELEWIYAN E’  
 
Demîrtaş bi bîr xist ku Qeymeqamê Qisleyê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal wêneyê Kirmiziçîçek parve kiriye û bi gotina “Em ê hêza dewletê nîşanî te û hevalên te bidin” gef lê xwariye û wiha berdewam kir: “Ji bo ku desthilata siyasî baweriya elewiyan qir bike dikeve nava her cure hewldanê. Bi awayekî neheq û bêhiqûqî 7 sal û nîv ceza li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatiye birîn û pejirandin. Em vî cezayî qebûl nakin. Bi cezayê hatiye dayîn dixwazin çavên civaka elewiyan bitirsînin.”
 
‘EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE LI DIJÎ DERKEVIN’  
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk Kadriye Dogan jî îşaret bi zextên li dijî elewiyan didomin kir û wiha got: “Her tim zilm lê hate kirin û rastî komkujiyê hatin. Her tim ji aliyê dewletan ve xerab hatin nîşandan û hincet hatin girtin. Hevalê me Sînan Kirmiziçîçek li vî cihî li vê dergahê xizmeta rêya heq dikir. Tê xwestin çavên kesên têkoşîna mafdar didin bitirsînin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî vê bin. Ez bang li hemû civaka elewî û rêxistinên wan dikim; em bibin yek.”
 
‘ÇALAKÎ DERQANÛNÎ TÊN NÎŞANDAN’ 
 
Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen a diyar kir ku dozê ji destpêkê ve dişopîne jî bi lêv kir ku çalakiyên ku di dozê de kirine mijara sûcdariyê di destûra bingehîn û peymanên navnetewî de mafên bingehîn ên hatine ewlekirinin û destnîşan kir ku çalakiyên hatine kirin teqez ne derqanûnî ne. Kalsen, destnîşan kir ku dê biryarê veguhêzin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha got: “Bêparhiştina mafan heye ku bi salan e bi vê pêvajoya darizandinê re dest pê kiriye, pêvajoyeke darizandinê ya 8 salan heye. Em dixwazin ev bi dawî bibe. Em dixwazin ev mexduriyet demildest bi dawî bibe û hevalên wan demildest bên berdan.”
 
‘TÊKOŞÎN DÊ WERE DOMANDIN’  
 
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû jî diyar kir ku pêjirandina cezayê Kirmiziçîçek nîşaneya nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî elewiyan e û got: “Em duh ji bo bîranîna komkujiyê hatibûn cemhev îro jî mixabin ji bo bûyereke wiha hatine cemhev. Em dizanin ku desthilata AKP’ê 22 sal in li dijî elewiyan polîtîkayên qirkirinê dimeşînin.” Mûtlû, da zanîn ku li dijî polîtîkayên AKP’ê dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Em dibêjin em vê biryarê qebûl nakin û ne rast e, hikûmet bi van polîtîkayan nikare bi ser bikeve. Civaka Elewî ji dema Osmaniyan û vir ve li ber xwe dide û têdikoşe. Niha jî ev têkoşîn wê bidome.”
 

Sernavên din

25/05/2024
11:47 Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de ye: Em ê dest jê bernedin
11:23 Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin
10:52 Bariyerên polîsan ên li Qada Galatasarayê piştî 300 hefteyan hatin rakirin
10:43 Zarokek ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ hatiye cezakirin
10:39 Namzeta Hevşaredariyê ya Periyê: Em ê şaredariya xwe ya hatiye xespkirin paşve bigirin
10:15 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
10:14 Êşa ku aş nabe: Çîroka windayan
09:41 Rênas Jiyan: Vîn bawerî û evînê çêdike
09:30 Ji bo girtiya ku daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin serlêdaneke nû
09:29 Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin
09:13 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir xistin ber du lêpirsînan
09:12 39 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin: 551 serlêdan bê bersiv man
09:10 64 sal in li çiyayan nebatan berhev dike
09:06 Rojnameger Dîcle: Herêma Kurdistanê di bin metirsiya parçebûnê de ye
09:05 Fuara Gastronomiyê didome: Gel bi çavê ‘şaredariya me’ li standan dinêre
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN
08:34 Di operasyona li Licê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
24/05/2024
23:42 Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin
21:56 Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin
21:34 Jinan destdirêjiyê şermezar kir: Bêcezatî tê wêrekkirin
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin