DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû

  • rojane
  • 11:12 22 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi minasebeta 126'emîn salvegera rojnameya Kurdistanê daxuyanî da. DFG'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku Rêwitiya rojnamegeriya kurdî 126 sal in didome. 
 
 
Komeleya  Rojnamegeran a Dîcle Firatê, têkildarî rojnameya Kurdistanê ku di 22'ê Nîsana 1898'an de dest bi weşanê kir, daxuyanî da. DFG'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku wekî rojnamegerên ku dil dane ragihandina heqîqetê û wek kedkarên çapemeniya azad salvegera rojnameya Kurdistanê pîroz dikin û wiha got: "Rêwitiya rojnamegeriya Kurdî 126 sal beriya niha destpêkir. Ev rêwitiya ku ji aliyê Mîkdad Mîdhat Bedîrxan ve bi rojnameya Kurdistanê dest bi çîroka xwe kir, di demek kin de pêl bi pêl mezin bû  û di sedsala 21’mîn de wek behreke ku di hembêza xwe de heqîqetê dihebîne bandor li cîhanê kir. Di vê pêvajoya demdirêj de wekî rojnameya Kurdistan û Kowara Hawarê gelek berhemên din ên çapemeniyê ji bo gelê Kurd bûn nîşaneyên serkeftinê. Her çend ev rêwitiya pîroz di jiyana sirguniyê de destpêkiribe jî çapemeniya Kurd di warê çapemeniya heqîqetê de li tevahiya cîhanê wek sembolekê hat pêşwazîkirin." 
 
DFG'ê da zanîn ku yekemîn rojnameya Kurdî di 22 Nîsana 1898’an de li Qahîreyê bi navê Rojnameya Kurdistanê, bi tîpên erebî hat çapkirin û wiha berdewam kir: "Bi vê yekê re rojnamegeriya kurdî jî dest bi rêwitiya xwe kir. Em dikarin bêjin ku Rojnamegeriya Kurdî, ji bo gelê Kurd tê wateya hişyarbûn û destpêkirina têkoşîna nasnameya netewî. Piştî ku Rojnamegeriya Kurdî dest bi xebatên xwe kir, di warê bîr, bawerî, zanistî, nûjentî û rewşenbîriyê de jî ji bo gelê Kurd bingeha newtewbûnê hêdî hêdî afirî. Di her serdemê de rojnamegerên Kurd rastî zextên giran hatine û ev yek îro jî bi heman rengî didome. Dîroka rojnamegeriya Kurd jî vê yekê bi zelalî radixe ber çavan. Di pêvajoya 126 salan de, rojnamegeriya Kurd her tim rastî qedexe û astengiyan hat. Bi taybet di van 22 salên dawîn de bi gotineke din di serdema desthilatdariya AKP’ê de rojnamegeriya Kurd di her warî de bi konsepteke nû ya êrîşan ve rû bi rû ma. Sedema vê ya herî bingehîn jî israra wê ya heqîqetê bû. Lewre, rojnamegeriya Kurd bêdengiya li ser êrîşên ku li dijî nasname, çand û ziman pêk dihatin perçe kir."  
 
AZADIYA WELAT Û OZGUR GUNDEM BÛN PÊŞENG 
 
DFG'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku piştî têkoşîna gelê Kurd li Rojhilata Navîn belav bû ji bo Rojnamegeriya Kurd jî pêvajoyeke nû destpê kir û wiha lê zêd ekir: "Li dijberî hewldanên tunekirina dîroka Kurd rojnamegeriya Kurd heya niha roleke girîng lîst. Zilm û zordariya li ser gelê Kurd an nedihat dîtin an jî ji heqîqetê dûr dihat xistin. Ev yek di rojev û rastiya civakê de valahiyeke mezin afirandibû. Lê belê ev valahî bi Rojnamegeriya Kurd ve tije bû. Bêguman salên 90’î ji bo rojnamegeriya Kurd bû destpêka serdemeke nû. Bi pêşengtiya Mûsa Anter û Gûrbetellî Ersoz ve rojname û kovarên ku bi Kurdî û Tirkî hatin çapkirin têkoşîna rojnamegeriya Kurd pêl bi pêl mezintir kir. Ev têkoşîn di heman demê de bû kevneşopiya Rojnamegeriya Kurd. Di vî warî de Azadiya Welat û Ozgur Gundem bûn pêşengên vê kevneşopiyê. Di vê rêwitiya pîroz de gelek berdêlên giran jî hatin dayîn, gelek nav û kesayet bûn cangoriyên rêwitiya ragihandina heqîqetê. Wekî Apê Mûsa, wekî Gûrbetellî Ersoz, wekî Cengîz Altûn, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr û gelek kedkar û pêşengên Çapemeniya Azad. Israra Rojnamgerên Kurd a heqîqetê bi wêrektî û biryardariya wan ve bi wate bû. Bi saya wan têkoşîna heqîqetê bi dawî nebû û îro jî wekî roja destpêkê didome. Em tevahiya wan pakrewanan jî bi rêzdarî bi bîr tînin."  
 
PÊL BI PÊL MEZIN BÛ 
 
DFG'ê herî dawî bal kişand ser têkoşîna rojnamegerên kurd û wiha bi dawî kir: "Bi berdêlên giran rojnamegeriya Kurd li gel tevî astengî û qedexeyan pêl bi pêl mezin bû û destkeftiyên giranbûha bidest xist, serdemên dîrokî buhurand. Li gel tevahiya zextan 126 sal li pey xwe hişt. Lê rojnamevanên ku li ser şopa heqîqetê meşiyan, bi berdêla canê xwe, bi berdêla azadiya xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan.  Bi vê bîr û ferastê em 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd careke din pîroz dikin û ji tevî dildarên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin re serkeftinê dixwazin." 
 
 
 
 

Sernavên din

12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiay bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi se rket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir