Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn

  • rojane
  • 13:46 17 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Di Doza Kobanê ya rewşa girtinê ya kesên girtî hate nirxandin de 13 siyasetmedarên ku Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û Fîgen Yuksekdag di nav de tev li danişînê nebûn. 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Rewşa girtinê ya kesên girtî hate nirxandin. Di danişîna ku tê payîn ku biryar were aşkerekirin de şandeya dadgehê biryar dabû ku dê dîrokeke din de biryar were dayîn. Şandeyê têkildarî danişînê jî nivîsa talîmatê ji girtîgehên ku siyasetmedar lê tên ragirtin şandibû. 
 
JI DANIŞÎNÊ RE ELEQEYEKE ZÊDE
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê, Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Cîgira Serokê Giştî Gul Çîftçî, parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û parlamentera Enqereyê Aliye Tîmîsî Ersever, parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik jî di nav de gelek kes weke beşdarvan tev li danişînê bûn. Li aliyê din gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û welatiyan jî danişîn şopandin. 
 
Danişîna ku Demîrtaş û hin siyasetmedarên din bi SEGBÎS’ê tev li bûn de qismekî siyasetmedaran jî amade nebûn. Danişîn bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û hincetan dest pê kir. Serokê dadgehê ragihand ku Ayhan Bîlgen ji bo rakirina tedbîrên kontrola edlî yên derbarê wî de daxwaz kiriye. 
 
JI BO BIRYARÊ DÊ DÎROKEKE DIN WERE DIYARKIRIN 
 
Pişt re serokê dadgehê têkildarî dayîna biryarê wiha got: “Dema temambûna girtekên nivîsandina SEGBÎS’ê û çarçoveya dosyayê û parastin hatin nirxandin tê dîtin ku ev dem wê têre neke, em ê biryarê bidin ku danişîna biryarê taloqî dîrokeke din were kirin. Em ê di vê çarçoveyê de rewşa hemû girtiyan di ber çavan re derbas bikin û ji bo biryara dîrokeke din diyar bikin.”
 
DOZGERÎ XWEST REWŞA GIRTINÊ BIDOME 
 
Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeş kir, bi hinceta ku delîlên şênber ên gumanbariya sûc a xurt hene, îdiaya “gumana revê” heye û sûc ji sûcên katalog in, xwest biryara berdewamkirina girtina siyasetmedaran bê dayîn. Pişt re ji bo siyasetmedarên girtî têkildarî daxwaza dozger biaxivin, şandeya dadgehê mafê axaftinê da wan. 
 
‘BANGA PIŞTEVANIYÊ’ YA SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ NY’YÊ HATE BIBÎRXISTIN 
 
Siyasetmedar Alp Altinors ê ewilî axivî, bi bîr xist ku bi hinceta twîtekê 4 sal in girtî ne û wiha got: “Bi hinceta banga li dijî DAIŞ’ê hatiye kirin em girtî ne. Banga me demokratîk e, di çarçoveya azadiya îfadeyê de ye. Bangeke li dijî terorê, li dijî qirkirina DAIŞ’ê hatiye kirine. Ez ê banga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê demê Ban Ki-Mun a di 6’ê cotmeha 2014’an de bînim bîra we. Ban Ki-Mun wiha gotibû ‘Ev êriş ji niha ve bûye sedem ku sivîl bi awayekî girseyî ji cihê xwe bin û sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Sekreterê giştî di çarçoveya binpêkirinên mafên mirovan ên gelek giran ku di dema êrişa hovane ya koma terorîst de pêk hatine de banga piştevaniyê li herkesê dike ku ji bo sivîlên li Eyn-El Erebê bên xelas kirin derfetên di destê xwe de bikarbînin.’”
 
‘EM ÇAR SAL IN GIRTÎ NE’ 
 
Altinors, beyanên xwe wiha domand: “Lê we bi israr ev banga desthilatê krîmînalîze kir û senaryoya kûmpasê pêk anîn. 4 sal in hûn me li hundir digirin. Em ji parvekirina twîtekê girtî ne. Ji bo ku qirkirin hate astengkirin em 4 sal in girtî ne. Daxwaza me ew e ku azadiya me ya 4 sal in ji me hatiye dizîn were îadekirin.”
 
‘WE EM DÎL GIRTÎ NE’ 
 
Pişt re siyasetmedara girtî Dîlek Yagli, wiha axivî: “We ez ne weke Dîlek Yagli, we fikrên min darizandin. We got ‘HDP nikare mafên xwe yên destûra bingehîn bikarbîne’. Biryara hûn didin dê têkildarî min nebe. Di asta em hatinê de em xwe dubara dikin. Em 4 sal in bi cezayekî ku li bendê ne bê dayîn re dîl hatine girtin. Ez we vedixwînim hiqûqê.”
 
‘BANGA ME BANGEKE REWA YE’ 
 
Siyasetmedarê girtî Gunay Kubîlay jî diyar kir ku doz weke tercîheke polîtîk xistine meriyetê û wiha got: “Desthilata siyasî ya ku nekarî bi HDP’ê re li ser zemînên rewa têbikoşe, serî li rêyên ne rewa da û 6 sal şûnde dest bi vê doza komployê kir. Hûn jî weke şande vê rewşê dibînin. Sînorekî van pêkanînan jî heye. Yekane çalakiya MYK’ya HDP’ê hebû. Banga wê ya twîterê ya di 6 û 7 cotmehê de. Ev bang, bangeke rewa ya li dijî barbariya DAIŞ’ê hatibû kirin bû. Îro jî heman tişt çêbibe, em da vê bangê bikin.”
 
‘DÎROK DARAZA HERÎ MEZIN E’ 
 
Kûbîlay, bi lêv kir ku îro li dijî êrişên qirkirinê yên Îsraîlê yên li dijî Filistînê tê derketin û wiha domand: “Li ku dera cîhanê gelekî bindest, zext lê tên kirin û tê qirkirin hebe, HDP li cem wî ye. Ji ber vê yekê em qebûl nakin weke ku MYK’ê sûcek kiribe. Li wir banga piştgiriyeke demokratîk heye. Cezakirina me ya kesên ku bangeke wiha demokratîk kirî, di heman demê de dê bibe xelatkirina DAIŞ’ê. Ez nafikirim ku hûn xelatekî wiha bidin DAIŞ’ê. Hûn ê weke dadgeheke vekirî biryarê bidin. Ev di heman demê de peywîra we ye lê di dozên wiha de her tim gotina dawî dîrok dibêje. Dîrok di vê mijarê de daraza herî mezin e. Ji ber vê yekê em ji niha ve mafdar in, divê tu kes ji bangên piştgiriyê yên wiha xwe neparêze.”
 
‘ESASA DOZÊ EW E KU DI NAV HDP’Ê DE SIYASETÊ DIKIN’ 
 
Siyasetmedarê din ê girtî Îsmaîl Şengul jî anî ziman ku tabloya di Doza Kobanê de derkeve holê dê di dema pêş de rewşa serdema pêşiya me ya Tirkiyeyê diyar bike û wiha got: “Ez bawer dikim ku ev roj dê derbas bibin. Esasa vê dozê siyaseta di nav HDP’ê de wergirtina hin peywîra ne. Peyameke me ya twîterê ku di vê pêvajoyê de hatiye parvekirin hatiye krîmînalîzekirin û ev îdianame hatiye amadekirin û darizandin dest pê kiriye. Ev ji aliyê demokrasiya Tirkiyeyê ve lekeyeke reş a mezin e. Krîmînalîzekirina 3’yemîn partiya siyasî ya Tirkiyeyê ku di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk diparêze, têkoşîna azadiyê ya ciwan û jinan diparêze siyasî ye. Wê demê bingeha banga me ew bû ku komkujiyên DAIŞ’ê bên rawestandin. Ji bo ku ev were fêmkirin hewce nake ku 4 salan bên darizandin.”
 
Selahattîn Demîrtaş ê herî dawî axivî jî wiha got: “Daxwazeke min a axaftinê nîne. Ez azadiya hemû hevalan dixwazim.”
 
SIYASETMEDARÊN TEV LI DANIŞÎNÊ NEBÛN
 
13 siyasetmedar jî tev li danişînê nebûn. Navên siyasetmedarên tev li danişînê nebûn wiha ne: “Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Zeynap Karaman, Zeynep Olbecî, Ayla Akat Ata, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Pervîn Odûncû, Meryem Adibellî, Alî Urkut, Nazmî Gur, Bulent Parmaksiz.”
 
Heta saet 15.30’an navber dan danişînê. 
 
 

Sernavên din

14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan di civîna koma partiyê de diaxive
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’