TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-ÇAND Ewropa, Hozan Sefkan (Celal Ercan) ê di 16'ê nîsana 1985'an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî û got: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê danî.”
 
TEV-ÇAND Ewropayê bi boneya 39’emîn salvegera mirina Hozan Sefkan (Celal Ercan) daxuyaniyek weşand.
 
Daxuyaniya TEV-ÇAND Ewropayê wiha ye:
 
“Em hunermendê pêşeng Sefkan (Celal Ercan) de ku di 16’ê Nîsana 1985’an de li Heftanînê tevlî kerwanê şehîdan bû bibîrtînin. Şehîd Sefkan pêşengê sazîbûna çand û hunera Kurdî ye.  Hozan Sefkan, mîlîtanê Şoreşa Kurdistanê bû. Di havîna sala 1982’an de ew û Hozan Mizgîn ji Libnanê derbasî Elmanyayê bûn. Wazîfeya wan bilindkirina çand û hunera Kurdî bû. Hozan Sefkan dema çû Elmanyayê bi hunermendên Kurd re hevdîtin pêk anî û sazîbûnê pêşniyar kir. Piştî amadekariyek baş di Hezîrana sala 1983’an de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Kongreya Çand û Hunerê hate lidarxistin.  Hozan Sefkan di kongreye de dibêje, ‘Divê eniyeke çand û hunerê bê avakirin. Divê sazî û şaxên eniyê hebin. Li Kurdistanê têkoşîna rizgariya netewî tê meşandin. Divê eniya çand û hunerê bibe hêza moral a tekoşînê. Divê ev enî bersiva herî mezin bide kolonyalîst, qedexe kirinan, asîmîlasyon û êşkenceyê’. Di kongreyê de Komela Hunermendên Welatparêzên Kurdistan (HUNERKOM) hat ava kirin û gelek bîryarên girîng hatin girtin. Bi vî avayî xebatên çand û hunerê bû xwedî sazî.  Hozan Sefkan û hevalên xwe navenda HUNERKOM’ê li bajarê Kolnê û şaxên saziyê jî li Hollanda, Frankfûrt, Hannover, Stûttgart, Berlîn û Stockholmê vekirin. 
 
‘BÎRANÎNÊN ŞEHÎDAN AMADE KIR’
 
Li navendê û şaxan de komên muzîk, şano û govendê birexistin kirin. Dîsa kasetên muzîkê derxistin, şano lîstin, şev û bîranînên şehîdan amade kirin. Di heman demê de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Koma Berxwedan jî hat ava kirin û kom bû dengê şoreşa Kurdistanê. Çand û hunera Kurdî di sedsala 20’emîn de rastî asîmîlasyon û qedexeyên giran hatibû. Xebatên HUNERKOM’ê çand û hunera Kurdî zindî kir û pêşxist.  Hozan Sefkan, di sala 1984’an de vegeriya welat. Di nava du salan de eniya çand û hunerê saz kir, kesata Koma Berxwedan a yekem amade kir û kaseta xwe ya ‘Solo’ jî derxist. Her wiha ji bo pirtûk, kovar, meş û şevên wê demê gelek wêne xêz kir. Dîsa di nav du salan de li Ewropayê bi dehan şev hatin lidarxistin. Di hemûyan de Hozan Sefkan bû amadekarên van şevan û bi dehan bajaran jî stran û awazên xwe parve kir. 
 
‘BÛ COŞA HEVRÊYÊN XWE’
 
Hozan Sefkan li Başûrê Kurdistanê tevlî yekîneyên gerîla bû. Li vir jî ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî coş da hevrêyên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir. 
 
16’ê Nîsana 1985’an ji bo şoreşa Kurdistanê rojeke reş e. Wê rojê di encama komploya Partiya Komunîst a Iraqê de li Heftanînê 8 mîlîtanên PKK’ê ku di nav wan de Hozan Sefkan, Rauf Akbay û Îdrîs Okmen jî hebûn şehîd bûn. Hemû jî ji bo têkoşîna gerîla ya ku nû dest pê kiribû xwe perwerde kiribûn. Weke mînak, Rauf Akbay li zanîngeha Goethe xwendîbû, federasyona komeleyên Kurd li Elmanyayê (FEYKA KURDISTAN) damezirandibû û hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de kedeke girîng dabû şoreşê. Her yek ji wan têr û tijê xwe ji bo şoreşê amade kiribûn. Lewma şehadetên 16’ê Nîsanê ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyeke giran bû. 
 
‘BÛ BINGEHA ENIYA ÇAND Û HUNERÊ’
 
Şehîd Sefkan xwest ku eniya çand-hunerê bibe yek ji stûnên herî girîng ên şoreşa Kurdistanê. Bi vê armancê bingeha eniya çand û hunerê danî. Li ser vê bingehê bi sedan kasetên Kurdî û bi hezaran stran hatin nivîsandin. Dîsa bi sedan komên muzîk, govend û şanoyê hatin avakirin. Ev hemû nirx nîşan didin ku şoreşa Kurdistanê şehîdên xwe û armancên wan ji bîr nake. Ew ala ku şehîdan emanetî wan kiriye hildigire.  
 
‘BÎRANÎNÊN ŞEHÎDAN ENIYA ÇAND-HUNERÊ RONÎ DIKE’
 
Barbarên kolonyalist, dixwestin çand û hunera Kurdî tune bikin. Ji bo vê jî li pey hev qedexe û komkujî pêk anîn. Xwestin nav, ziman û stranên Kurdan ji holê rakin. Têkoşîna hemû şehîdan ev armancên kolonyalîstan têk bir û deriyekî nû yê jiyanê li pêşiya gelê Kurd vekir. Bi pêşengiya şehîdan li Kurdistanê serdemeke nû ya çand, huner û wêjeyê dest pê kir. Bîranînên şehîdan eniya çand-hunerê ronî dike. Ji bo vê jî em dibêjin ‘Şehîd Sefkan jiyan dike û wê her tim pêşengiya gelê Kurdistanê bike’.”
 
Hunera Şehîd Sefkan girêdayî gel û têkoşînê bû. Şehîd Sefkan bi stran û wêneyên xwe berxwedan, têkoşîna çekdarî, êşkence û şehadet anî ziman. 
 
‘DIVÊ XEBATKAR ERKÊN ŞOREŞÊ PÊK BÎNIN’
 
Divê xebatkarên çand û hunerê wek şehîdan tevbigerin. Divê erkên şoreşê pêk bînin. Divê di berhemên xwe de rewşa gel û têkoşînê vebêjin. Stranên ku em dinivîsin, şanoyên me, klîb an fîlmên ku em dikişînin, wêneyên ku em xêz dikin divê coş û hêzê bide gel. Divê îradeya gel ya têkoşînê zêde bike. Divê ala Hozan Sefkan timî li ba be.”
 

Sernavên din

05/05/2024
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir