Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan

  • rojane
  • 19:23 2 Nîsan 2024
  • |
img

WAN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan got: "Em li bendê ne ku her kes li dijî vê bêhiqûqiyê rabe ser pêyan. Ji ber ku ya îro li me tê kirin, wê sibe li Îzmîrê jî were sepandin." Hevşaredar Neslîhan Şedalê jî got: "Gelê Wanê nîşan daye ku dê li hemberî vê xespê li ser pêyan be." 

Fermana AKP'ê mafên memnû yên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan hatin îadekirin. Ev biryar li gelek cihan tê protestokirin. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî dan. Bi sedan welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Zeydan ku li vir axivî, got: "Me li Wanê bi vîna gelê xwe 14 şaredarî bi dest xistin. Lê di vê pêvajoyê de çendî min mafên xwe yên memnû bi dest xistin jî, hewl didin kemînê deynin ber vîna gel." 
 
ZEYDAN: LI DIJÎ VÊ BÊHIQÛQÎTIYÊ RABIN SER PÊYAN
 
Zeydan diyar kir ku li Tirkiyeyê biryareke bi vî rengî nîn e û got: “Tiştekî wiha heye ku biryareke li Dadgeha Bilind teqez bûyî, ji aliyê dadgeha herêmî ve ji holê tê rakirin. Bêhiqûqîtî û bêqanûnîtiyeke mutleq heye. Carinan Wezareta Dadê ji bo fêdeya qanûnê serî li xerakirinê dide. Prosedureke wiha heye. Lê vê prosedurê jî bi kar neanîne. A rast dadgehê dikaribû biryara dozgeriyê bişîne Dadgeha Bilind. Li hemberî vîna gel kemîneke hatiye danîn. Lê em ê heya dawiyê li hemberî vê kemînê vîna gelê xwe biparêzin. Wer xuya ye gava biryar hatiye dayîn haya AKP'ê pê xistine û wan jî daxwaz kiriye. Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr daxwaza dayîna mazbatayê ya ji bo namzetên AKP'ê qebûl nekiriye, lê du endaman gotine erê. Li dijî vê biryarê mafê me yê îtirazkirinê heye. Jixwe parêzerên me di vî warî de dixebitin. Lê pêvajoyeke hiqûqî ya dimeşe tune ye. Li vir mesele ne Zeydan û Şedal in, kemînek danîne ber gelê kurd, gelê Wanê. Em li bendê ne ku her kes li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabe. Ji ber ku ya îro li me tê kirin, wê sibe li Îzmîrê jî were sepandin. Kes nikare vîna vî gelî binpê bike." 
 
Her wiha Zeyndan bang li banzetm AKP'ê jî kir û got: "Tu yê çawa vîna vî gelî binpê bikî û li ser wê qoltixê rûnê? Tu yö çaw alı rüyö vi geli möze bıki, tu çawa derkevî hizûra vî gelî. Ev gel vî tiştî qebûl nake. Em bang li her kesî dikin ku bi aqlê selîm tevbigerin. Em li bendê ne ku ev vîn demildest bê tecellîkirin. Em gelê Wanê yê xwedî li vîna xwe û rûmeta xwe derdikeve silav dikin." 
 
ŞEDAL: GEL DÊ LI HEMBERÎ VÊ XESPÊ LI SER PÊYAN BE
 
Piştre Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî. Şedalê tiştên hatine kirin wekî "darbeyeke siyasî" şîrove kir û got: "Em careke din diyar dikin ku em ê li hemberî vê xwedî helwest bin û em ê tiştên ji me hatine stendin ji wan bistînin. Em vê biryara Komara Tirkiyeyê qbeûl nakin. Biryareke siyasî ye û xesp e." 
 
Şedalê ku got "Gelê Wanê nîşan daye ku dê li hemberî vê xespê li ser pêyan be" wiha bang kir: "Em bang li gelê xwe dikin ku rê nedin van kirinan û xwedî li vîna xwe derkevin." 
 

Sernavên din

15/04/2024
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
21:17 Rojnameger Dîlan Oynaş hate berdan
19:55 Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin
18:45 Têkildarî qezaya teleferîkê biryara binçavkirina 13 kesan hate dayîn
18:17 Çawişê pispor ê faîlê tacîzê hate binçavkirin
17:57 Platforma 1’ê Gulanê li dijî qetlîamên karkeran banga Taksîmê kir
17:22 Di bobelata Teleferîkê de 17 kes rakirin nexweşxaneyê
16:59 TJA’yê bertek nîşanî tacîza çawişê pispor da: Em ê bêdeng nemînin
16:40 Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin
16:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da
16:27 Gotin ‘Bila ji azadiyê re bibe rê’ û şitil danîn
16:23 Li Pakistanê êriş: 10 kes hatin qetilkirin
16:20 Nobeta Edaletê: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan biisrar in
16:05 ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan
15:32 Tacîza çawişê pispor bi meşê hate protestokirin: Faîl tê parastin
15:03 Cîhan Oral ê ji heman malbatê 3 kes qetil kirî hêj nehatiye girtin
15:00 Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin
13:40 Odeya Endezyarên Makîneyê: Kontrolên teleferîkê nehatine kirin
13:28 Teleferîk ji ber hezazê şikestiye!
13:25 Gultekîn ê Fransayê radestî Tirkiyeyê kiribû hate girtin
13:15 Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin
11:58 Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir
11:54 Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin
11:14 Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin
10:56 Ji NÇM’ê atolyeya tembûrê
09:39 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:09 172 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:07 Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim
09:04 Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê