Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan

img
WAN - DEM Partî ya li dijî hîleyên AKP'ê ku leşker û polîs wekî hilbijêr veguhest bajarên cuda, kampanyaya hilbijêrên livdar da destpêkirin, li hemberî xespkirina vînê û qeyûman gel vexwend ser sindoqê. 
 
Kampanyaya hilbijêrên livdar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku welatiyên li bajarên dûr vediguhêzîne bajarê wan, rastî eleqeyeke zêde hat.
 
Serlêdanên li Komîsyona Hilbijêrên Livdar a DEM Partiyê her diçe zêde dibin. Bi taybetî li Wan, Bedlîs û Qersê gelek serlêdan hatin kirin. Serlêdan duh bi dawî bûn. Li Wanê tenê herî kêm 8 hezar kes serî li Navenda Ragihandinê ya Hilbijêrên Livdar da. 
 
HILBIJÊRÊN LIVDAR
 
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê kampanyaya hilbijêrên livdar a DEM Partiyê ya li dijî hîleyên desthilatê ku hilbijêrên "sixte" qeyd kirine, rastî eleqeyeke mezin hat. Hevberdevkê Hilbijêrên Livdar ê Tetwanê Safter Altûn bi bîr xist ku desthilat xebatên "endezyarî" dimeşîne û hilbijêran vediguhêze hin deverên Kurdistanê yên krîtîk. Altûn diyar kir ku zêdeyî 700 hilbijêr li ser Taxa Kaleyê ya Tetwanê hatine tomarkirin û got: "Li hemberî vê yekê em hilbijêrên xwe yên livdar vediguhêzînin û wan dibin ser sindoqê."
 
Altûn bal kişand ku li Tetwanê nêzî 4 hezar hilbijêr li derve ne û got ku armanca wan ew e ku ji hezarî zêdetir hilbijêran veguhezînin. Altûn got: “A rast, em bi rayan hilbijartinê winda nakin. Pergal gelek kes veguhastine vir. Em ê jî li hemberî vê hilbijêrên xwe bînin. Ev jî beramberiya vê ye. Ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Divê her kes beşdarî hilbijartinê bibe. Dem dema me ye. Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin."
 
PERGAL ÇAWA DIXEBITE?
 
Altûn destnîşan kir ku hilbijêrên livdar piranî karker, xwendekar û kesên ji ber şert û mercên aborî koç kirine û wiha got: “Em ê wan bînin Tetwanê û wê biçin ser sindoqê. Me agahî li ser medyaya civakî ya partiyê parve kir. Bi vî awayî gihaştin me. Navenda me li ser vê yekê pergalek ava kiriye. Em ê qeydên xwe di vê pergalê de bikin."
 
Namzeta Meclisa Giştî ya Bajêr a Tetwanê ya DEM Partiyê Bêrîvan Canbeyê jî bi bîr xist ku wan şaredariya Tetwanê bi nêzî 300 dengî winda kiriye û got: “Em hemû dizanin ku bi awayekî neqanûnî gelek kesa wekî hilbijêr tînin bajarên Kurdistanê. Lê em bibiryar in ku ya xwe bi dest bixin. Em bang li her kesî dikin ku mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Em jî ji bo vê derfetekê pêşkêş dikin. Em şaredariya xwe ya ku bi 300 dengî ji dest me çûbû bibîr bînin û em bên cihê ku raya me lê ye." 
 
QERS 
 
Li Qersê gelek hilbijêr li derveyî bajêr in. Endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a DEM Partiya Qersê Ayhan Kûrtalan diyar kir ku ji bo hilbijêrên ji derveyî bajêr bînin ketine nava hewldanan. Kûrtalan diyar kir ku armanca wan ew e ku bi vê kampanyayê îradeya gel di sindoqan de nîşan bidin û got ku kesên ku navnîşana wan li Qersê ne, lê ji ber aboriyê li derve ne û xwendekarên li derve hene û piraniya wan hilbijêrên DEM Partiyê ne. 
 
Kûrtalan diyar kir ku li Qersê nêzî hezar hilbijêrên li dervayê bajêr hene û wiha got: “Her wiha nêzî hezar kesön nexwestın jı partıyö re bıbın bar ji pöwendi bı me re danin." 
 
Kûrtalan ku got "Divê Qers îradeya xwe diyar bike" wiha domand: "Wekî ku tê zanîn li gelek bajarên Kurdistanê dixwazin bi hilbijêrên ji derve vediguhêzînin vîna gel bê desteserkirin. Em jî vê lîstikê bi veguhastina hilbijêrên xwe xera dikin." 

Sernavên din

12/04/2024
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
09:01 Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye
09:01 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran nayê emeliyatkirin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 136’an de didome
09:00 Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN
09/04/2024
23:21 Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye
21:26 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 73’emîn de ye
21:24 DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
21:13 Li Zanîngeha Sorbonneyê parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin
19:29 Kesê xwe wekî çawîşê pispor da naskirin tecawizî jinekê kir
19:01 Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
18:03 YSK’ê serlêdanên DEM Partiyê yên Şirnex û Çewlîgê red kirin
17:48 Li Girtîgeha Bremenê rojnameya Ozgur Polîtîkayê hate qedexekirin
16:51 Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin
16:50 Li Rûsya û Kazakistanê ji ber lehiyan zêdetirî 90 hezar kes hatin tehliyekirin
16:41 Îsraîla ku Tirkiyeyê îxracata pê re bisînor kir bersiv da
16:12 Xizmên girtiyan: Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin
16:09 Îtîraza ji bo Qersê qebûl nekirin: Bi ‘hilbijêrên veguhestî’ îpotek danîn ser vîna gel
16:08 Meclisa Kedê ya HDK’ê: Qadên xebatê veguherîn qadên qetlîaman!
15:41 Binpêkirinên di dema protestoyên Wanê de: 264 kes hatin binçavkirin, 27 kes hatin girtin
15:39 Li gelek navendan serdana goristanan: Em ê felsefeya wan bidin jiyîn
15:20 Egîtîm Sen: Xebata ku MÎT’ê li dibistanan daye destpêkirin li dijî mafê zarokan e
15:17 Ji bo cejna Amedê biewle û xweş derbas bibe hemû tevdîr hatine girtin