Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan

  • rojane
  • 15:38 29 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL/ÎZMÎR - Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên SMF, SKM, ESP û Partîzanê hate dayîn. 
 
Li Stenbol û Îzmîrê binçavkirina endam û rêveberên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partîzanê ya di 27’ê sibatê de di serdegirtina malan de hate şermezar kirin. 
 
STENBOL 
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) li avahiya Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Stenbolê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Ji bilî namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî û Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, endamên HDK’ê, Kaldiraçê û Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re tev li civînê bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu yê ewilî di civînê de axivî, diyar kir ku li dijî kesên azadî û wekheviyê daxwaz dikin êrişeke “faşîst” hatiye destpêkirin û wiha got: “Esas armanceke van operasyonan heye. Dema ev êriş di sala 2016’an de hatin destpêkirin bi armanca belavkirina têkoşîna birêxistinkirî hatibûn destpêkirin. Îro jî pêleke êrişan a nû heye.” Tumuklu destnîşan kir ku ew ê li dijî êrişên li ser beşên sosyalîst û çepgiran û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin têbikoşin. 
 
‘OPERASYONEKE SIYASÎ YE’ 
 
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş a pişt re axivî, diyar kir ku endamê Meclisa DEM Partiyê Sitki Gungor ê piştî hate binçavkirin ji aliyê medyaya nêzî desthilatê ve hedef hate nîşandan û got: “Medyaya alîgir hevalê me Sitki Gungor darizand, lêpirsîn bi dawî kir û hikum kir. Bêyî ku derbarê wî de hikumek hebe ji aliyê medyaya alîgir ve weke ‘endamê rêxistinê ya derqanûnî’ hate îlankirin. Ev tişta qewimî operasyoneke siyasî ye. Em ê bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidominin. Ezgî Gurbuz û Sitki Gungor hevalên me yên di nava xebatên hilbijartinê de bûn. Ji ber vê yekê binçavkirin ji bo astengkirina xebatên me hatine kirin.”
 
Dû re endam SGDF’ê Mazlûm Ortaç ê dema binçavkirinê de polîsan tundî lê kir mafê axaftinê wergirt û got: “Ev îşkenceyeke sîstematîk e, di pêvajoyên beriya niha de li hevalên me hate kirin. Faşîzm hewl dide em bi van îşkenceyan çok deynin. Lê em serî li ber wan natewînin û dê têkoşîna ciwanên şoreşger a yekgirtî mezin bikin.”
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistina ESP’a Îzmîrê jî li ber avahiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Endama MYK’a SKM’ê Serpîl Topal a di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û 8’ê Adarê û got: “Sosyalîst tu caran teslîmî polîtîkayên dijminanê yên desthilata AKP’ê û MHP’ê nebûn û nebin jî. Em dixwazin desthilat bi taybetî vê bizane; bila tirsa wan zêde bibe. Ji ber ku em dest jê bernadin. Sedema binçavkirinên hatine kirin nivîsandine nameyan, şandina pereyan û çûyîna hevdîtinan e. Em ê destûr nedin ku hevalên me yên li hundir bên tecrîdkirin. Girtiyên şoreşger rûmeta vî welatî ne. Çûyîna hevdîtinê ya ji bo piştevaniyê ne sûc e.”
 
 
 

Sernavên din

04/03/2024
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin
09:50 Jin amadekariyên Meşa Şevê ya Femînîst dikin
09:48 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo AKP'ê ray may tune ye!
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Di şoreşê de şoreş ava kirin’ derket
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed 132 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:00 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 99’an de didome
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN
03/03/2024
18:23 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em rê nadin ku vîna me bin pê bikin
17:55 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê
17:04 Nobetên bi daxwaza ‘azadiyê’ didomin
17:02 Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin
17:00 Jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Dê têkoşîna me bidome
16:30 Bi hezaran jin ji Kadikoyê bang kirin: Em dest ji kolanan bernadin
16:19 Li Amedê panela ‘rêveberiya xwecihî’: Divê rayeyan dewrî herêman bikin
15:48 Panela DÎK’ê: Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike
15:22 Li Çewligê coşa gel: Dê bersiva kesên bi JÎTEM û Ergenekonêr e tifaq çêkirine bê dayîn
14:33 Lîsteyên namzetên partiyan teqez bûn
13:56 NY: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin
12:59 Lîsteya namzetên DEM Partiyê yên bajarên Kurdistanê eşkere bû
12:41 Bakirhan: Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye
12:08 Bakirhan: 31’ê Adarê roja hesabpirsînê ye
11:45 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê agirê azadiyê di 8’ê Adarê de vêxin
11:42 Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin
11:28 Namzetên DEM Partiyê li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîn e: Dema pêvajoyeke nû ye
10:36 Ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:58 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê 8’ê Adarê ye
09:57 Di kampanyaya 'Jin, jiyan, azadî' de ber bi fînalê ve
09:14 Karkerên jin ên nikarin beşdarî 8'ê Adarê bibin: Dengê me bibihîsin
09:07 Ji bo azadiya Ocalan 90 roj in Nobeda Edaletê digirin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 131 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 98’an de didome
09:02 Bi kesk û sor û zera xwe qadên çalakiyan dixemilîne
09:02 Qeyûm îhaleyeke 128 milyon lîreyî da pismamê şaredarê AKP'î
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2024’AN
02/03/2024
20:13 Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê
18:47 Bakirhan: Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê mêze bikin hûn ê dabeşkerê sereke bibînin
17:31 Nobeta Edaletê: Kurd ji bo azadiya Ocalan ser piya ne
17:14 Girtiyê nexweş ku cezayî wî hatibû taloqkirin sewqî Wanê hate kirin
16:59 ‘Bila girtiyê nexweşê penceşêrê Mahmût Başyîgît were berdan’
16:33 Gultan Kişanak: Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên
16:21 Jin li qada ne: Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin
15:55 Tifaqa Dêrsimê namzetên xwe dan nasîn: Em ê bi hev re serbikevin!
15:24 Bakirhan: Ên Şêx Seîd birin darê îdamê, Ocalan tecrîd dikin
15:22 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aydinlar ê 30 sal in winda ye pirsîn
15:01 Jinan li Silopiyayê dar çandin
14:56 Hinceta biryara domandina girtinê ya Doza Kobanê dosyayên kevn in
14:32 Wezîrê Parastinê Guler bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtîn pêk anî
14:25 Malbatên windakiriyan aqûbeta Aydinlar û Kursep pirsîn
14:20 Li Bedlisê ji ber nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê DEM Partiyê Îşlek hat betalkirin
13:58 Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da
13:11 Li Şakranê gardiyanên mêr bi ser qawişên jinan de girtin
13:09 Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne
12:49 Namzetên Silopiyayê: Em ê rêvebirina bi gel re bidomînin
12:45 DEM Partiyê bi kampanyaya hilbijartinê ya Kişanakê starta 8’ê Adarê da
12:42 DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye
11:56 Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan
11:06 Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’