‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’

  • rojane
  • 09:01 28 Sibat 2024
  • |

MÛŞ - Namzetên Hevşaredariyê yên Mûşê yên DEM Partiyê anîn ziman ku ew ê li dijî texrîbat û ranta AKP’ê bi salan e daye avakirin dê bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin. 

Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re kêm roj man û partiyên siyasî xebatên xwe lezandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Mûşê xwedî bingeheke baş e û di anketan de jî derdikeve holê ku dê di vê hilbijartinê de namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Sirri Soylemez û Tûba Sayilgan bi ser bikevin. Bajarê bi salan e bi destê AKP’ê tê birêvebirin, ji her alî ve ber bi xirabiyê ve diçe. Herî zêde li Mûşê koçberiya derve tê kirin û li bajêr debar bi çandiniyê û sewalkariyê tê kirin. Her ku diçe ev jî ber bi tunebûnê ve diçin.
 
KOTA HAT DANÎN, DEBAR ZEHMETTIR BÛ
 
Ji ber salan e bajar bi destê AKP’ê tê birêvebirin, deşta Mûşê bêav ma û ziwa bû. Tenê ji sedî 6’ê deştê çandiniya biavê tê kirin. Fabrîkayên pincar hatin taybetkirin û kota danîn ser çandina tûtinê û ev yek debarê zehmettir kir. Welatiyên debara xwe bi sewalkariyê dikin jî heman pirsgirêkê dijîn û anîn ziman ku hejmara sewalên wan ên mezin daketiye nîviya salên berê. Gel dizane sedema van hemû pirsgirêkan AKP’a ku bi salan e bajar bi rê ve dibe ye û di vê hilbijartinê de berê xwe daye DEM Partiyê. Li Mûşê Şaredariya bajar bi 486 dengan, Şaredariya Milazgirê jî bi 3 dengan, wekî ku YSK’ê dabe AKP hatin windakirin. YSK îtîrazên HDP’ê yên ji ber bêûsûliyan hatine kirin jî red kir. 
 
HEVSEROKÊN DEM’Ê
 
Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê Sirri Soylemez salên dirêj in di Midûrtiya Hawîrdor û Bajarvaniyê ya Wanê de dixebitî û teqawît bû. Soylemez bi salan e di xebatên sendîkayan de cih girt û anî ziman ku ji herêmî dest bi siyasetê kirina wî girîng e. 
 
Namzeta Hevşaredariyê Tûba Sayilgan a dermafiroş jî anî ziman ku ji bowê di mijara xwe bi ser piya girtinê û pêhesîna têkoşîna jinê de para hevserokatiyê ya DEM Partiyê girîng e. Sayilgan da zanîn ku têkoşîna jinan di feraseta hevserokatiyê de xwe dide der. 
 
GIRÎNGIYA FERASETA PARTIYÊ
 
Sayilgan da zanîn ku ew bi zanîna kevneşopiya siyasî ji bo bibe denge jinan dê bê. Sayilgan destnîşan kir feraseta zilamsalar a berê hilweşiyaye û wiha axivî: “Dema em niha dinerin em dibinin ku serweriya  ew rêgezên hişk û feraseta zilamsalar kêm bûye. Êdî li dijî hevserokatiyê nîn in. Hem jin hem mêr pê hesiyane ku mafê jinan jî yê temsîlkirinê heye. Dema dîtin ku dê nêrîna jinan guherîneke çawa ava bike, dê wê çaxê bawer bikin ku divê jin di her qadekê de bin.” 
 
JIN DI HER QADEKE JIYANÊ DE NE
 
Sayilgan diyar kir ku dewlet bi pereyeke ku “birçîtiyê têr bike” jinan di malan de daye girtin û bilêv kir ku divê ev jin di têkoşînê de cih bigirin, û got ku divê jin di vê hilbijartinê de gavên girîng bavêjin. Sayilgan axaftina xwe wiha domand: “Di rêveberiyê de danezana “jin nikare bike” heye lê belê em ê nîşanî wan bidin ku jin hene û dê di rêveberiyê de jî  hebin. Em ê bi diruşma “Jin, jiyan, azadî” berê xwe bidin riya xwe. AKP di herêmên bi salan e bi rê ve dibe de tu sazî çênekir û ev bajar bajarê herî kêm ê jin tê de dixebitin e. Em ê kooperatîfên çandiniyê û projeyên ku jin di şaredariyê de bixebitin çêbikin. Qursên çêkirina berikan, xebatên çand û hunerê, di zimanê zikmakî de şano û kreşan, navendên şêwirmendiya jinan, xetên Alo tundî û dê gelek projeyên çalak bi pêş bixin. Em ê projeyên ku jinan di tevahya qadên jiyanê de bi cih bike pêş bixin.” 
 
‘EM Ê XEBATÊN PIRALÎ LI DAR BIXIN’
 
Sayilgan da zanîn ku di bin banê Midurtiya Malbat û Polîtîakayên Civakî, maleke xwe spartinê heye û bi bîr xist ku her kesek cihê vê mala xwe spartinê dizane û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Em ê şûna van ciheke ewletir û tenduristî saziyên jinan vekin. Armanca me ew e ku em ciwanan ji hişbirê dûr bixin û ji bo wan xebatan bi pêş bixin. Ji bo em bi cewherên zarokan bihesin, em ê xebatên perwerdeyê bi pêş bixin. Em ê bi helwesta çareserkirina pirsgirêkan tevbigerin. Tê dîtin ku jin xwe gihandina tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn û dewlet dixwaze civakeke nexweş ava bike. Armanca me ew e ku em navendên tenduristiyê yên jinan ava bikin û xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Em ê xizmetên tenduristiyê jî bi zimanê zikmakî bidin kirin û bi gelê xwe re dê bernameyên piralî li dar bixin.” 
 
‘DÊ GEL XWEDÎ GOTIN BE’
 
Sirri Soylemez destnîşan kir ku Deşta Mûşê ji ber feraseta şaredariya AKP’ê ziwa bû û diyar kir ku tevî hebûna avê qanalên avê nehatine çêkirin û ji ber vê yeke jî deşta di cîhanê de 3’yemîn a  herî mezin e berhem baş jê nayên girtin. Soylemez ev tişt gotin: “Ji bo cotkar û gel re kota danîn. Berhemên Mûşê yên herî baş, tune hatin hesibandin û gel mehkûmî birçîtî û xizaniyê kirin. Piraniya nifûsa Mûşê debara xwe bi tutinê dike, ji tutinê re kota anîn û bi zanebûn gel xizan kirin. Kargehên tutinê hatin girtin, kota ji bo silkên ku piraniya gel pê debara xwe dikir jî anîn. Ji bo gel qadên civakî nehiştin, her der kirin beton û ji bo gel cihê bêhnstendinê nehiştin. Dema em hatin dê projeyên DEM’ê gel be, dê di her projeyê gel xwedî gotin be û em ê bi gel re bajarê xwe bi rê ve bibin.”  
 
‘EM Ê QADÊN ŞÎN AVA BIKIN’
 
Soylemez anî ziman ku jin û ciwanên ku kedê bidin projeyên wan, dê heqdestê keda xwe bistînin û da zanîn ku ew ê bi şaredartiya gel, bi hev re bi ser bikevin. Soylemez axaftian xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi qadên xebatê yên bi pirhêlî ve bajarê xwe dewlemend bikin û berhemdar bikin. Em ê di her alî de bajarê xwe xurt bikin, dê xizmetên me ji bo fêdeya gel bin. Em ê şûna kavilên betonê, her cihekê bajar weke rengê Deşta Mûşê bixemilînin.”
 
MA / Rûken Polat 
 

Sernavên din

02/03/2024
15:01 Jinan li Silopiyayê dar çandin
14:56 Hinceta biryara domandina girtinê ya Doza Kobanê dosyayên kevn in
14:32 Wezîrê Parastinê Guler bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtîn pêk anî
14:25 Malbatên windakiriyan aqûbeta Aydinlar û Kursep pirsîn
14:20 Li Bedlisê ji ber nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê DEM Partiyê Îşlek hat betalkirin
13:58 Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da
13:11 Li Şakranê gardiyanên mêr bi ser qawişên jinan de girtin
13:09 Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne
12:49 Namzetên Silopiyayê: Em ê rêvebirina bi gel re bidomînin
12:45 DEM Partiyê bi kampanyaya hilbijartinê ya Kişanakê starta 8’ê Adarê da
12:42 DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye
11:56 Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan
11:06 Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir