Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin

  • rojane
  • 19:07 24 Sibat 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna gel a partiya xwe de ya li Cizîrê axivî û got: "Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li navçeya Cizîr a Şirnexê bi gel re civiya. Bakirhan û şandeya pê re li Kolana Botaşê ya Taxa Çemkûrk (Nûr) ya Cizîrê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. Endamên partiyê bi tilîlî û çepikan Bakirhan pêşwazî kirin.
 
Dema Bakirhan û kesên pê re ketin nava taxê, bi hezaran kes li ber otobusa hilbijartinê rawestiyan û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" meşiyan. Di meşê de ku meşale hatin pêxistin û nîşaneyên serkeftinê hatin kirin û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Ji ber eleqeya zêde ya bi hezaran kesên lişaneşîn, pencere û ber deriyên avahiyan, wesayîta hilbijartinê nikaribû biçe cihê hevdîtinê. Piştî ku ciwanan rê vekir, otobus hat qadê û namzetên hevşaredariyê li ser otobusê gel silav kirin. 
 
Piştre Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tûncer Bakirhan der barê rojevê de axivî. 
 
Bakirhan anî ziman ku barê wan giran e û got: "Têkoşîna me giran e, em li dijî sîstemeke ku me nas nake, zimanê me nahesibîne, wekî mirovan nahesibîne û bi salan e hewl dide me tune bike têdikoşin."
 
Bakirhan ku got "Xema wan ne kurd in, xema wan gendelîkirin û bênasnamehiştina gelê kurd e" wiha got: "Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ev du serdem e qeyûm tayinî vîna gelê kurd dike. Hûn hildibijêrin, ew wan digirin. Ew sindoqan datînin, hûn vîna xwe didin der û paşê radibin katemendekî dewletê tayinî vîna we dikin. Karmendên ku tayin dikin me nas nakin, bajarê me nas nakin û bi zimanê me nizanin. Tenê armanceke wan heye, ew jî nirxên we, hebûna we û budçeya we berteraf bikin û têxin bêrîka xwe. Xema wan ne kurd in, xema wan ne demokrasî ye, xema wan ne xizmet e, xema wan gendelîkirin e û xema wan bênasnamehiştina gelê kurd e." 
 
Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin navnîşana aştiyê nîşanî kesên ku her roj behsa şer, pevçûn û operasyonê dikin bidin. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke ku bi şer û operasyonan çareser bibe. Pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyê çareser dibe. Em navnîşanê jî didin wan. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Werin em bi birêz Ocalan re rêyeke nû ava bikin ku pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyê çareser bibe. Weke Partiya DEM’ê em ê hemû hewldanên xwe yên ji bo muzakere, çareserî, diyalog û nîqaşkirina pirsgirêka kurd bidin meşandin. Em ê lîstika kesên ku dixwazin pevçûnê bikin xera bikin. Cenazeyên zarokên malbatên feqîr û belengaz ên vî welatî diçin. Em ê dev ji vê berdin. Em soz didin ku rojekê em ê Tirkiyeyeke ku tê de mafên kurdan û tirkan wekî hev ava bikin. Em vê yekê careke din ji Cizîrê dubare dikin.”
 
Bakirhan anî ziman ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de divê li Cizîrê hilbijartin bi dengekî rekorî bi ser bikeve û got: "Gelê Cizîrê ji niha ve biryara xwe ya 31'ê Adarê daye. Şaredariya Cizîrê di 31’ê Adarê de li ser xêrê be. Piştrast bin ku Şaredariya Cizîrê dê bibe mala we, gendelî, bêhiqûqî û dizî dê nemînin. Wê di xizmeta we de be û ziman û çanda we zindî bihêle. Ji bo Cizîrê ji pirsgirêka tiryakê rizgar bike dê kedeke mezin bide." 

Sernavên din

29/02/2024
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin