‘Bila girtiyên nexweş Aladag û Gomî bên berdan’

  • rojane
  • 16:01 24 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê xwestin ku girtiyên nexweş Emîn Aladag û Kemal Gomî bên berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî di daxuyaniyên xwe yên li Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê her hefteyê çalakiya “Rûniştina F’yê” li dar dixe. Çalakî di hefteya 622’yan de li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de beşdaran bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê 55 salî Kemal Gomî ku 32 sal in girtî ye û nexweşê “Rezîduel Şîzofrenî” ye. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin” hatin vekirin, wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Tedawî mafe nabe ku bê astengkirin” hatin berzkirin. 
 
‘ÎDRAQ NAKE KU DI GIRTÎGEHÊ DE DIMÎNE’ 
 
Rêvebera ÎHD’ê Mukaddes Şamîologlû daxuyanî xwend û got ku bi girtîgehên tîpên S û Y’ê re tecrîd êdî sîstematîk bûye. Piştre jî Şamîloglû têkildarî rewşa tenduristiyê ya Kemal Gomî ev agahî parve kir: “Gomî, nexweşê nexweşiya ‘Rezîduel Şîzofreniyê’ ye. Îdraq nake ku cihê lê dimîne girtîgeh e û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Ev rewş bi raporê ATK’ê hatiye teyîdkirin. Ji 1993’yan ve girtî ye. Ji ber cezayê muebbeta giran, salên dûvdirêj di hucreya yekkesî de hat ragirtin. Nexweşiya wî li girtîgehê pêş ket. Gelek caran li serwîsa Psîkyatriyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û Nexweşxaneya Ruh û Rehikan a Bakirkoyê hat razandin. ATK’ê di sala 2010’an de teşhîsa ‘Rezîduel Şîzofreniyê’ kir û got ku nexweşiyeke mayînde ye û diyar kir ku dikare ji hêla serokkomar ve bê efûkirin.” 
 
‘LI SER EWLEHIYA CAN TALÛKEYEKE MEZIN E’
 
Şamîloglû, got ku divê Gomî were berdan û ev tişt anî ziman: “DMME û ATK her tim dibêjin ku dikare bi efûya serokkomar were berdan lê hêj jî girtî ye. Ev yek xetereyeke mezin li ser jiyana Gomî çêdike. Banga me ji bo rayedaran ew e ku ji bo parastina jiyana Gomî û hemû girtiyên nexweş berpirsyartî tevbigerin û banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” 
 
ENQERE 
 
Endamên Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî jî di hefteya 494’an de li pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. 
 
Daxuyanî ji hêla endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendn. Çevîrmen, got ku gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin bi tena serê xwe sexbêra xwe bikin. 
 
‘HEKE TEVDÎR BÊN GIRTIN DIKARE RÊ LI BER MIRINAN WERE GIRTIN’ 
 
Çevîrmen, bi domdarî rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Emîn Aladag ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê tê ragirtin vegot. Çevîrmen, da zanîn ku Aladag di 1993’yan de hate binçavkirin û ji ber îşkenceyê rehikên destê wî yê rastê û lingê wî yê çepê qetiyane. Çevîrmen, wiha domand: “Di sala 1998’an de hate berdan lê piştî cezayê wî yê muebbetê hatî erêkirin, di 2000’î de dîsa hate girtin û birin Girtîgeha Wanê. Emeliyatên wî dereng hatin kirin û demekî dirêj dermanên êşbirê tedawî dît. Serlêdanên ji bo domandina tedawiyê li derve hatin redkirin û rewşa wî girantir bû.” 
 
Çevîrmen, piştre jî nexweşiyên Aladag vegot û da zanîn ku bi alîkariya hevalên xwe dijî. Çevîrmen xwest ku Aladag di zûtirin demê de were berdan. 
 

Sernavên din

29/02/2024
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin