Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin

  • rojane
  • 13:44 22 Sibat 2024
  • |
img
WAN - Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku têkildarî girtîgehên Serhed û Behrareş rapor aşkere kir, da zanîn ku li girtîgehên çalakiya greva birçîbûnê lê berdewam dikin binpêkirinên mafan zêde bûne û ji bo tecrîd demildest bê rakirin bang li Wezareta Dadê û Meclisê kir. 
 
Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku ji aliyê Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (Wan TUHAY-DER), Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê hatiye avakirin raporên xwe yên girtîgehê yên Serhed û Behrareş aşkere kirin. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li civîna çapemeniyê ya li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hate lidarxistin bûn. Endama OHD’ê Ebrû Demîrtepe ya naveroka hevdîtinên li Girtîgeha Tîpa F û Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgehên Tîpa L a Panosê, Tîpa T a Xelatê, Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, Tîpa M a Baybûrtê û Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê bi giriyan re hatine kirin ragihandin bal kişand ku bi greva birçîbûnê re binpêkirinên mafan jî zêde bûne. 
 
AVA FÊKÎ JÎ NADINÊ 
 
Demîrtepe diyar kir ku li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane yên girtiyên di greva birçîbûnê de qet nayên kirin, li girtîgehên ku kontrol tê kirin jî ji aliyê bijîşkê revîrê ve nayê kirin, carna ji aliyê xebatkarê tenduristiyê ve û carna jî ji aliyê gardiyanan ve tê kirin û got: “Li hin girtîgehan îaşeyan qet nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, li hin girtîgehan jî xwê, şekir û karbonat tê dayîn, îaşeyên weke mast, ava fêkî hwd. nayên dayîn, bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê îaşeyî nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û destûr nayê dayîn girtî bi pereyê xwe ji kantînê danûstandinê bikin û ji ber vê yekê ji ber astengî û sînorkirinên rêveberiya girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê.”
 
AKTÎVÎTEYÊN CIVAKÎ Û ÇANDÎ QEDEXE NE
 
Demîrtepe, bi bîr xist ku vîtamîna B1’ê ji bo girtiyên ketine çalakiya grevê gelek girîng e û da zanîn ku li hin girtîgehan hevberê vîtamîna B1’ê tê dayîn û li hin girtîgehan jî ne vîtamîna B1’ê ne jî vîtamîna komplex a B12’ê qet nayê dayîn. Demîrtepe, bi lêv kir ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê lêpirsînên dîsiplînê hatine destpêkirin û wiha got: “Ji me re hate ragihan din ku li hin girtîgehan cezayên dîsiplînê yên bi rengê ‘bêparhiştina ji aktîvîteyên çandî û sporê’ li hin girtîgehan ‘bêparhiştin an jî sînorkirina amûrên ragihandinê’ tên dayîn li hin girtîgehan girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê bi taybetÎ ji girtiyên din tên dûrxistin û têxin qawişeke cuda. Ji hêla girtiyan ve hate gotin nêzîkatiya li her girtîgehê ya li girtiyên ku ketine girêva birçîbûnê cuda ye, kontrola tendiristiyê li gorî grevê nayê kirin, ji bo grevê îaşeyên guncaw nayên dayîn û her girtiyên ketine grevê bi lezgînî bi lêpirsînên dîsîplînê re rû bi rû mane.”
 
BANG LI RÊVEBERIYÊN GIRTÎGEHAN KIRIN 
 
Demîrtepe, ya bang li rêveberiyên girtîgehê kir, ev tişt gotin: “Divê ji aliyê bijîşkê girtîgehê ve ji bo her girtiyê dikeve greva birçîbûnê dosyaya tenduristiyê were çêkirin û kontrolên tenduristiyê yên rojane bên kirin û li dosyayê bên nivîsandin. Di çarçoveya daxwaza girtiyên di çalakiya grevê de divê her roj îaşeyên weke ‘xwê, şekir, karbonat, ava fêkî, dew, mast û hwd.’ ku têra girtiyan bikin bên dayîn. Dîsa divê rojê bi komî 500 mg vîtamîna B1’ê teqez bê dayîn. Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne der barê grevên birçîbûnê de bibin xwedî agahiyeke têrker divê nota agahdarkirinê ya ji aliyê Yekitiya Tabîbên Tirk ve di çarçoveya mafê wan ê tenduristiyê de hatiye amadekirin ji her girtiyekî re bê dayîn. Ji ber vê yekê, ji bo vê çalakiya pasîf ku zerarê nade pergal û xebitandina girtîgehê, divê li hemberî girtiyan dozên dîsîplînê neyên vekirin. Divê lêpirsînên dîsiplînê yên hatine destpêkirin demildest bên paşve kişandin.”
 
 
BANG LI WEZARETA DADÊ Û MECLISÊ  KIRIN 
 
Demîrtepe ya bang li Wezareta Dadê û Meclisê kir, ev tişt gotin: “Em tînin bîra Wezareta Dadê û saziyên têkildar ji bo ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê lêkolîn bikin, daxwazên wan li gorî mevzuata neteweyî û navneteweyî pêk bînin û ji bo ku ji ber grevên birçîbûnê nûçeyên din ên xirab ên li girtîgehan neyên girtin, divê demildest hevdîtinên malbat û parêzeran bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê re werin kirin. Diyar e ku girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi girtiyên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê re xwedî heman mafan in, nabe ku pêkanînên şexsî werin kirin û ji ber vê jî mijara ku tê xwestin rakirina pêkanîna tecrîdê ye, ev jî bi awayekî zelal li dijî mevzûata hiqûqî ye. Şertê bingehîn ê dewleta hiqûqê ew e ku rêveberî û desthilat divê li gorî qanûnan tev bigerin.”
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’ 
 
Demîrtepe, bi bîr xist ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê meseleya kurd e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya kurd û pêkanîna qada siyasî ya demokratîk, bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li gorî mevzûata qanûnî ya heyî û hebûna sîstemeke hiqûqê ya li ser bingeha mafên mirovan ên azad û adîl, ve girêdayî ye. Eşkere ye ku pêşeroja Tirkiyeyê encax bi qebûlkirina nirxên hiqûqî yên demokratîk û gerdûnî weke aqlê dewletê dikare bê ewlekirin. Weke saziyên sivîl ên civakî ku di qada mafên mirovan de xebatan dimeşînin; Em bang li hemû raya giştî ya neteweyî û navneteweyî û saziyan dikin, bi taybetî wezareta dadê ji bo parastina mafê jiyanê yê girtiyên di greva birçîbûnê de û ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê, rakirina tecrîdê bi qebûlkirina daxwazên wan ên maqûl û hiqûqî re, tavilê bikevin nava liv û tevgerê û dawî li binpêkirina mafan a li girtîgehan bînin.”
 
 

Sernavên din

01/03/2024
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan