Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide

  • jin
  • 09:04 11 Sibat 2024
  • |
img

RIHA - Esme Samî ku ji roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha reş girê dide, got: "Heta ew azad nebe em ê bitêkoşin û paş de gav neavêjin."

Pêvajoya ku di sala 1979'an de bi hatina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Kobanê dest pê kir, bingeha şoreşa bi pêşengiya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danî ku li tevahiya Rojhilata Navîn serdemeke nû da destpêkirin. Yek ji kesên ku qonaxa destpêkê ya têkoşînê dîtiye û tevli xebatên perwerdeyê bûye Esme Samî ya 63 salî ya bi navê Yadê Esme ye. Samiyê di 25'emîn salvegera komploya navdewletî de ji ajansa me re axivî.
 
Samî ku di sala 1991'ê de li Bêrûda Libnanê Abdullah Ocalan û hevrêya wî Sakîne Cansizê nas kiriye, hem bîranînên xwe hem jî armanca çalakiya xwe bi me re parve kir.
 
JI SALA 1999'AN VE REŞ GIRÊ DIDE
 
Samî ku li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, di sala 1961'ê de li gundê Tirseqan ê navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik bûye. Samî ku di 10 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Cizîrê kiriye, di sala 1985'an de di 24 saliya xwe de PKK'ê nas kiriye. Samî ku piştre dest bi têkoşînê kiriye, ji aliyê rejîma Baasê ve rastî zext, îşkence û binçavkirinê hatiye. Samî ku demekê li Girtîgeha Helebêgirtî maye, tevî hemû zextan jî dest ji têkoşînê bernedaye.
 
Gava di 15'ê ibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê tê kirin, Samî û xwişka xwe wekî bertek reş girê didin. Wê demê leşkerên rejîmê davêjin ser mala wê ya li Qamişloyê û tê binçavkirin. Paşê wê dibin Lamê û li vir 15 rojan di binçavan de dimîne û dû re serbest tê berdan. 
 
Samiyê ku bi malbata xwe re bi karê çandiniyê yê demsalî debara xwe dike, dayika 8 zarokan e. Samiyê ku pereyê bi dest xistiye ji bo têkoşînê xerc kiriye wiha got: “Tenê birçîbûnek me hebû; 'Azadî'. Samiyê bal kişand ser biryardariya xwe ya di têkoşînê de û anî ziman ku PKK’ê ji bo jinan serdemeke nû daye destpêkirin. Samiyê wiha domand: “Me jineke weke Sakîne Cansiz nas kir. Bi saya jinên pêşeng ên weke wê, jinên ku bi hezaran salan li mala xwe girtî bûn û nikaribûn derkevin pêşberî gel, îro dikarin bibin şervan û siyasetmedar. Jinên ku nizanin bixwînin û perwerdeyê bibînin, hîn di 70 saliya xwe de bi çekên li ser pişta xwe şer dikin."
 
 
ABDULLAH OCALAN NAS DIKE
 
Samiyê ku Abdullah Ocalan li Bêrûdê dîtiye, qala wan rojan kir: “Em di sala 1991’ê de bi gelek dayikan re, me bi heyecaneke mezin berê xwe da Bêrûda Libnanê. Me yê li vir birêz Ocalan bidîta. Hin jin ji malên xwe reviyan û bi me re hatin. Em hemû bi heyecaneke mezin li bendê bûn. Birêz Ocalan bi kincên xwe yên leşkerî hat cem me. Wê demê Sakîne Cansiz nû ji zindanê derketibû û min ew dît. Ez çûm min ew hembêz kir. Ew kêlî ji bo me hemûyan wekî xewnekê bû. Kesekî ji me bawer nedikir ku em ê karibin birêz Ocalan bi çavên xwe bibînin."
 
‘BÛ RÊBERÊ GELAN'
 
Samiyê diyar kir ku zarokên wê jî ji têkoşîna wan bandor bûne û got ku bi baweriya ku têkoşîna wan wê bi ser bikeve pêvajoya dijwar didomînin. Samiyê diyar kir ku bi derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir û got: “Dema ku em hîn bûn ku birêz Ocalan dîl hatiye girtin, em gelekî hêrs bûn. Min û birayê xwe wê demê soz da; 'Heta ew azad nebe em ê bitêkoşin û paş de gav neavêjin.' Ji wê demê de ez reş li xwe dikim. Di destpêkê de ev çalakiya me ji ber ku wekî pasîf dihat dîtin, kêm dihat dîtin, lê me serî netewand. Birêz Ocalan got ku 'Xebata jinan kêm e.' Lê me jinan dest ji xebatê berneda. Heta azad bibe em ê bidomînin. Di roja ku Şêx Seîd hat darvekirin de ew mehkeme kirin. Wan hewl da ku me ji ramanên wî qut bikin. Lê me her roj hinekî bi hêztir xwe li fikrên wî girt. Îro ne tenê kurd, her wiha ereb, asûrî û tirkmenên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê re dibêjin 'rêberê min.'"
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

21/02/2024
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’