Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin

img

MÊRDÎN - Welatiyên li dijî projeya GES’ê ya li gundê Zeytûna yê navçeya Rişmîlê li ber xwe didin, diyar kirin ku tê xwestin çêregehên wan ji dest wan bên girtin û gotin: “Em naxwazin ji warê xwe bar bikin.” Şaredarê ku projeyê diparêze jî îdiaya “tenê 4-5 kes bertekê nîşan didin” kir. 

 
Şêniyên gundê Zeytûnayê yê navçeya Rişmîlê ya Mêrdînê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku şaredariya AKP’î dixwaze bixe meriyetê, li ber xwe didin. Şaredariya AKP’î dixwaze li ser 100 donimên erd ên gund GES’ê ava bike. Li hêla din, şîrketên hilberandina ceyranê yên taybet jî dixwazin li ser hezar donimên erd ên wezaretê jê re tehsîs kiriye heman projeyan bixin meriyetê. Hat zanîn ku Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di Tîrmeha sala 2022’yan de ji bo projeya şaredariyê û di sala 2024’an de jî ji bo projeya Şîrketa Enerjiya Ceyranê ya Sanvarê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” da ye. 
 
NAVBER DAN XEBATAN
 
Şêniyên gund jî li dijî her du projeyan jî bi bertek in. Kemçeyên ji bo GES’ê duh anîbûn gund, piştî berteka gundiyan paşve hatin kişandin. Lê belê hat diyarkirin ku dê xebat 3 roj piştre dîsa bên destpêkirin. Welatiyên tev li çalakiya li dijî GES'ê bûn, dan zanîn ku bêyî agahiya wan jê hebe statuya qada çêregehê hatiye guherandin û dewrî xizîniyetê hatiye kirin. Welatiyan, gotin ku cihê tê xwestin GES lê were avakirin, çêregeha gund e. 
 
XETEREYA GILÊŞ Û TOZÊ
 
Welatî ne tenê li dijî projeya GES’ê bibertek in; di heman demê de Tesîsa Depokirina Beravêtiyên Hişk a di sala 2014’an de li gund hatiye avakirin û 2’yemîn Herêma Pîşesaziya Organîze ku ji sala 2019’an ve înşaeta wê didome jî bandoreke neyînî li ser jiyana gundiyan dike. Ji ber ku gilêşê li tesîsê tê komkirin nayê veguherandin, qad di bin gilêş de ma ye. Gilêşên heyî jî dem bi dem tê binaxkirin. Ev jî dike ku bêhneke nexweş li derdorê belav bibe û rê li ber nexweşiyan veke. Toza ku ji ber xebatên çêkirina herêma pîşesaziyê derdikeve jî gund di nava toz de dihêle û bandoreke neyînî li ser jiyana zindiyan dike. 
 
'EM JI XAKA XWE BAR NAKIN’
 
Ji şêniyên gund Erdal Dogu, diyar kir ku debara xwe bi ajalvaniyê dikin û got: “Tesîsa gilêş li vir e, pîşesazî li vir e. Heke panelan jî bînin vir dê ajalvanî tune bibe. Ji bilî ajalvaniyê jî tu debareke me nîne. Heke wiha bidome em ê ji neçarî gundê xwe bar bikin. Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin. Em dixwazin ev tesî neyê çêkirin û em jî karê xwe bidomînin.” 
 
Hacîre Dogu, jî ev tişt anî ziman: “Dixwazin vê derê ji destê me derbixin. Dê sibe jî malên me ji me bistînin. Axa me, ji bo me meseleya namûsê ye. Em ê dev ji axê bernedin. Ew bi xwe li malên xwe rûniştî ne û leşkeran dişînin. Bila ew bi xwe bên. Em naxwazin bar bikin. Em ji xaka xwe bar nakin. Heke bixwazin ji bo me tiştekî bikin, bila kolan û cadeyên me çêbikin.” 
 
XETERE LI SER ÇÊREGEHAN HEYE
 
Calal Arik jî got tekane çavkaniya debara wan ajalvanî ye û tevahiya eraziyên malê xizîniyetê qadên çêregehê ne. Arik, got: “Em ê nehêlin çêregehên me bidin rantxwiran. Me ev kesên li pey rantê çawa li ser kursiyê dabe rûniştandin, em ê bi heman awayî bînin xwarê jî. Ev der çêregeh e û em debara xwe bi ajalvaniyê dikin.” 
 
Osman Dogu jî got ku her çar aliyên wan bi şantiyeyan tije bûne û ev tişt anî ziman: “Em êdî nikarin pez xwedî bikin. Ji sedî 50’ê çêregehên me winda bûn. Şaredariya Rişmîlê dixwaze bi projeya GES’ê re vê qadê hêj tengtir bike. Em vê qebûl nakin.” 
 
‘EM Ê JINEDÎTÎ VE NEYÊN’
 
Keyayê gund ê berê Siyamend Dogu jî got ku beriya haya wan jê hebe ev projeye hatiye derxistin û got: “Jixwe tesîsa gilêş beriya destûra me çêkirin. Pîşesazî jî bi heman awayî. AKP’î ne lewma me tune dihesibîin û vê derê pêşkeş dikin. Em ê vê rewşê jinedîtî ve neyên. Min destûr neda û keyayê din jî nedaye. Ev kes, dixwazin bi zordestiyê çêregehên gundê me ji me bistînin. Min pezê xwe xist govê û hatim vê derê. Heke sûc be ez niha sûc dikim. Em ê nehêlin şaredar were vê derê. Kê digirin bila bigirin lê em ê vê rewşê jinedîtî ve neyên.” 
 
Ji şêniyên gund Zînê Ozengîn jî got ew ê gundê xwe bernedin û dê li dijî vê rewşê li ber xwe bidin. 
 
ŞAREDARÊ AKP’Î: TENÊ 4-5 KES BERTEKÊ NÎŞAN DIDIN 
 
Têkildarî mijarê em li Şaredar Hayrettîn Demîr geriyan. Demîr, îdia kir ku haya gundiyan ji projeyê hebû û ji bo GES’ê hemû “destûr” girtine. Demîr, bi domdarî ev îdiaye kir: “Me bi gundiyan re hevdîtin kir. Wan jî erê kiribûn.” 
 
Dema me berteka welatiyan jê pirsiyayî jî Demîr îdiaya “Tenê 4-5 kes in” kir. Demîr, îdiaya xwe wiha domand: “Gundî ji hev şerm dikin lewma tev li çalakiyê dibin. Bi projeyê re em ê ceyranê bêpere bidin gundiyan.” 
 
MA / Ahmet Kanbal