Ji NY'yê hişyariya Sûriyeyê: Sivîl bi koçberbûnê re rû bi rû ne

  • cîhan
  • 13:27 13 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê OCHA NY'yê Jens Laerke, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Suriyeyê hişyariya ku sivîl bi koçberbûnê re rû bi rû ne da.
 
Berdevkê Ofîsa Hevrêveberiya Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jens Laerke,  têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Suriyeyê hişyarî da. Laerke diyar kir ku li Grî Spî û Serêkaniyê ku bi awayekî dijwar dibin hedefa êrîşan herî kêm 130 hezar kesên sivîl malên xwe terk kirine û dibe ku ev mijdar bigihîje 400 hezarî derbas bike. Laerke diyar diyar kir ku hemû nexweşxaneyên taybet û dewletê yên li Grî Spî û Serêkaniyê xizmetên xwe yên tenduristiyê dane rawestandin û ji ber vê yekê ji ewlehiya peywirdarên saziyên mirovî bi gumanin. Laerke destnîşan kir ku li herêmê hejmara xebatkarên mirovî yên NY'yê yên ji 384 kesî daxistine 200 kesî.