Îran: Angaşta Pompeo bê bingeh e

  • cîhan
  • 10:54 14 Hezîran 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îran ku Amerîka wê ji teqînên 2 tankêrên petrolê berpirsyar dît diyar kir ku angaştên Amerîkayê bê bingeh in. 
 
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji teqînên ku roja pênçşemê li Kendava Ûmmanê di 2 tankêrên petrolê de pêk hatibûn, Îranê berpirsyar girtibû. Mîsyona Îranê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û angaştên Amerîkayê red kir. Mîsyonê di daxuyaniyê de ev tişt got: "Em van angaştên bê binge bi awayekî teqez red dikin."
 
Pompeo têkildarî mijarê ragihandibû ku li gorî agahiyên îstîxbarî yên li ber destê wan êrîş ji aliyê Îranê ve pêk hatine.
 
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku sûcdariyên Amerîka yên li hemberî welatê wan parçeyê "hewldana veşartina terorîzma aborî" û "dîplomasiya sabotajê" ye.