Îranê kolberekî din qetil kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê kolberê bi navê Eta Rustem Pûr hate qetilkirin. 
 
Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî kolberan berdewam dikin. Şeva 5’ê gulanê li herêma Hengejal a ser sînor a li bajarê Banê yê rojhilatê Kurdistanê komeke kolberan rastî êrişî hat. Di encama êrişê de kolberê bi navê Eta Rustem Pûr ku ji bajarê Seqizê ye jiyana xwe ji dest da. 
 
Hate zanîn ku cezanezeyê Rustem Pûr radestî malbata wî nehatiye kirin. 
 
KOLBERÊN HATINE QETILKIRIN 
 
Êrişên li dijî kesên ku weke “kolber” tên binavkirin û di navbera rojhilatê Kurdistan û başûrê Kurdistanê de bazirganiya sînor dikin berdewam dikin. Tenê di nava hefteyê de hate aşkerekirin ku herî kêm 3 kolber hatine qetikirin. 
 
Li gorî Kolbernewsê ya binpêkirinên têkildarî kolberan dike nûçe; di 13 salên dawî de hejmara kolberên di encama êrişan de hatine qetilkirin 681 e. Di êrişan de hezar û 728 kolber jî birîndar bûn. Kolberên di hefteyên dawî de hatine qetilkirin ne di nava vê hejmarê de ne.  
 
Dîsa li gorî rapora Kolbernewsê; di navbera 1’ê gulana 2023 û 1’ê gulana 2024’an de 52 kolber hatin qetilkirin û 450 kolber jî birîndar bûn.