Iraqê vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê rawestand

  • cîhan
  • 20:01 28 Tîrmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Iraqê dayîna vîze bi awayek raste rast ji bo welatiyên Tirkiyê rawestand.
 
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ji ber ku Tirkiye dayîna vîze bi awayek rasterast nade welatiyên Iraqê, ew jî dayîna vîze bi awayek rasterast ji bo welatiyên Tirkiyê didin rawestandin.
 
Di sala 2009’an de Iraq û Tirkiyê li ser dayîna vîzeyan bi awayek rasterast lihev kiribûn. Li gorî vê lihevkirinê wê vîze yekser li deriyên sinorî yan jî li balefirxaneyan werin dayîn, pêwîst nake ji bo wergirtina vîzeyê serdana balyozxaneyan bikin yan jî li benda dayîna vîzeyan bimînin.
 
Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyek diyar kir ew lihevkirin hêsankariyek bû ji bo geştiyarên herdû welatan. Lê Tirkiye dayîna vîzeyan bi awayek rasterast ji bo welatiyên Iraqê daye rawestandin. Wezaretê diyar kir wan jî wek helwest li dijî vê nêzîkatiya Tirkiyê dayîna vîze bi awayek rasterast ji bo welatiyên Tirkiyê dane rawestandin.