Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve

  • cîhan
  • 09:09 16 Tîrmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Farhad Shamî, geşedanên li Libyayê pêş dikevin nirxand û diyar kir ku êdî şerê li herêmê bûye şerê navbera Libya û Tirkiyeyê. 

Welatê Lîbya, li gel aliyê stratejîk, bi çavkaniyên bin erdê jî welatekî pir pir li pêş e. Erdnîgariya Lîbyayê heta niha di bin mêtîngeriya Fenike, Kartaca, Împaratoriya Îskenderê Mezin, Roma, Bizans û herî dawî di bin mêtîngeriya Osmaniyan de maye. Lîbya herî dawî ji aliyê Îtalyayê ve di sala 1911’an de hat dagirkirin. Gelê Lîbyayê di serê sedsala 20’emîn de li dijî mêtîngeriya Îtalyayan li ber xwe da. Dewleta Lîbyayê, di sala 1951'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn û serxwebûna xwe îlan kir. Di sala 1969'an de di pêşengiya Muammer Qaddafî de di bin navê koma ‘Tevgera Subayên Azad" de darbe pêk anî. Qaddafî heta sala 2011'an 42 salan Rêberê Libyayê kir. Piştî têkçûna Qeddafî hilweşîna rejimê dest pê kir. Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê girêdayî General Halife Hafter ê Navenda wê Tobruke ye. Hêzên Hikûmeta Mutabakat a Neteweyî (Wîfaq) yên girêdayî Fayiz Serrac ên Navenda wê Trablus e. Lîbya, di sala 2014'an de piştî hilbijartinê di aliyê siyasî de bû du perçe. Niha gelek hêzên navneteweyî li Libyayê bi cih dibin û dixwazin li pir bi cih bibin û parekê ji axa Lîbya biqetînin. Têkildarî geşedanên dawî yên li Libya pêş dikeve û nêzîkatiyên dewletan ên li dijî Libyayê Rojnameger Farhad Şhamî ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir. 
 
Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya (ANL) Ehmed El Mismarî diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê û hêzên Hikûmeta Mûtabakat a Netewî (HMN) a girêdayî wê ji bo êrîşî bajarê Sirte û Cûrfa bikin amadekariyê êrîşan dike. Eskerên Tirkiyeyê li wir di nava tevgerek çawa deye? 
 
Hebûna leşkerên Tirk li Lîbya eşkere ye û serdana Hulûsî Akar ya wê derê teqez kir, di nîsan û cotmeha 2019 an de hêzên artêşa Lîbya her du belafirgehên sivîl ên Mi'êtîqa û Misrata topbaran kir, wê demê Tirkiyê û gelek dewletan ew êrîş şermezar kirin û gotin ew der cihên sivîlin. Artêşa Lîbya jî got ew der bûne cihên leşkerî. Herî dawî Hulûsî Akar çû Misrata û bi leşkerên xwe re civiya. Bi  rastî ew herem bûbûn cihên leşkerî û Tirk wan ji bo veguhestina çete û çeken bi kar tînin. Ji lewre, gelê Lîbya û artêşa wê dibêjin şerê Lîbya êdi ne  şerê du aliyên Lîbî ye, lê şerê Lîbya û Tirkiyê ye, li wê derê Tirkiyê pîlanan çêdike û şer bi rê ve dibe,dema pêşketinek çêdibe jî leşkerên xwe pîroz dike. Dema Hulûsî Akar çû Lîbya beriya bi raydarên wî welatî re civîna çêbike çû serdana odeya şer a leşkerên xwe, neqşe vekir û fermana şerê Sirt û Cefra da, piştre bang li raydarên Lîbya kir û bi wan re li baregeha leşkerên xwe civiya, wana jî jêre silava leşkerî nîşan dan wek ku ew fermandarê wane, Akar sê civînên eşkere bi leşkerên xwe re çêkir lê yek civîn tenê bi awayekî sembolîk bi rayedarên Lîbya re kir.
 
Li Libyayê çi dibe? Pêşerojek çawa li pêş Libyayê ye? 
 
Li gorî berdevkê artêşa Lîbya El Mismarî şer li ber derî ye û dibe ku di nava du rojan de rû bide, şerê vê carê ji bo her du bajarên girîngin (Cefra-Sirt) in. A rast jî ewe ku dema borî bi amadekariyên şer derbas bû. Tirkiyê xwest sîstema parastin ezmanî li sê deverên cûda ên Lîbya bi cih bike. Lê ji aliyê belafirên nenas li baregeha Witiyê hat ruxandin. Ew pêşketinek bû. Tirkiyê dixwaze hêza Hefter a ezmanî biruxîne û pêşde biçe, gumanê wê heye ku hinek welat belafir dane Hefter, İmarat beriya niha belafirên keşfê ji bo Hefter kirrî bû, sîstema Panser a parastina ezmanî jî ji Rûsya girtibû. Lê ev hêzana li gorî pêwîstî û berjewndiyên xwe insiyatîfê didin Hefter, nahêlin şerê wî ji bin kontrola wan derkeve, sînor jê re diyar kirine. Li aliyê din nêzî 15 hezar çeteyên Sûriyê hene ku Tirkiyê ew ji İdlib û Efrînê birine Lîbya. Di heman demê de çeteyên ji sûdan jî hene, û çekdarên Lîbya yên alîgirên tevgera birayên misilman hene, û leşkerên Tirk henin, doh xwe nêzî bajarê Sirt kiribû. Dixwazin dest bi şer bikin. Rawestandin ne li gorî berjewndiyê Tirkiyê ye. Bêyî Sirt û Cefra projeya Tirkiyê a li Lîbya nîvçe dimîne û kaxeza di destê wê de dibe li dijî wê, bi taybet kirîza aborî a li Tirkiyê li holê ye. Girtina Sirt û Cefra wê bêhtirî 16 milyar dolar jê re bîne. Girîngiya Sirt eve: mezintirîn herema ku madeya gazê di hinavê xwe dicivîne û bendera herî mezin a derxistina petrolê ye ji bo ji derve, û bi cihê xwe ê istiratîjîk bûye kevana parastina her çar benderên din ên şandina (Eksport) a petrolê ji bo cîhanê ku bêhtirî 85 % ji petrola Lîbya di riya wan de petrol tê derxistin dervî Lîbya. Heger Sirt ji aliyê Tirkan were girtin tê wateya ku ew petrol hemû dikeve bin kontrola wan û belavkirina wê bêyî Tirkan wê nebe. Ji xwe Sirt di binesaziya xwe de pir zengîne. Ji ber ku cihê ji dayikbûna serokê Lîbya ê berî Muamer Qezafî bû ev bajar veguherî bû paytexta sembolîk a Libya. Belfirgeha herî mezin a leşkerî li wê heremê ye. Di heman demê de bi girtina Sirt berava Lîbya dibe du perçe û perçeyê herî mezin û istiratîjîk dikeve bin kontrola Tirkiyê. Cefra jî di heman girîngiyê de ye, depoyê mezin ê petrolê ye. Bi girtina Cefra nîvê Lîbya dikeve bin kontrola Tirkiyê. Ev bajar sêgoşeya girêdana heremên rojhilat-başûr û rojavayê Lîbya ye. Girtina wê tê wateya ku ku Lîbya perçe dibe û perçeyê herî zengîn dikeve destê Tirkiyê û perçeyên din bi birçîbûn û xizantiyê wê werin kedî kirin û teslîm girtin.
 
Dewletên ku hêzên xwe li Libyayê bicih kirine li pey çine. Nakokî û hevkariyên wan çine? 
 
Li heremê hebûna Tirkiyê zelale. Yên din bi riya wekîlan şer bi rê ve dibin. Ji bo Tirkan Sirt çi be ji bo Îtalya û Firensa jî heman tişte. Ji xwe di navbera her du welatên navborî ji mêj de nakokî li ser petrola Lîbya hene, şirketa pertolê a Firensa (Total) û şirketa petrolê a Italya (ENİ) her du li wê heremê ne û dixwazin di pêşeroja petrola wê heremê xwedî par bin. Li kêleka wan şirketên DYA (Halliburton - Baker Hughes -  ExxonMobil), şirketa Elmanya (Wintershall), yên Rûsya (Gazprom – Tatneft) û ya Îngilîstan (British Petroleum) ev hemû şirket nûnertiya welatên xwe dikin, yên herî mezin û xwedî par ya Îtalya û Firensa ne, û li pey 1.5 milyon varêl petrol rojane ne, bi qasî wê jî gaz. Ev hêzane dibêjin heger ev petrol ji me re nemîne bila ji bo Lîbya bimîne û nekeve destê Tirkiyê. Ji bo Rûsya hinekî rewş cudaye, li kêleka mijara aborî, girîngiya jeostratîjîk daniye li ber çavê xwe, heger Rûsya li berava Lîbya serwer bibe li deryaya spî serwer dibe û heger karibe fûzeyan (Mûşek) li berava welat deyne wê demê dikere hemû Ewropa têxe bin xeteriyê, ji lewre jê re girîng nîne kî bi ser bikeve, a girîng jêre ewe ku hebûna xwe bi hemû hêzan bide qebûl kirin û li ser vê mijarê timî bi Tirkiyê re di nava têkeliyan de ye û dixwaze pêre bazaran bike.
 
Serokê Misirê gef li Tirkiye xwaribû û xwestibû mudaxilê şerê Libya nebe. Niha nêzîkatiya Misir û welatên Ereb ên li dijî Tirkiye çine? 
 
Serokê Misrê bajarê Sirt û Cefra weke xeta sor ragihandibû, û li gorî wê jî artêşa xwe li ser sînor bi cih kir. Heta niha ne diyare ku wê Misir têkeve nava şer an na. Lê berteka wê a fermî û gelerî li himber destwerdana Tirkiyê mezine. Ew dizanin beşê şer ê mezin li dijî Misir e, heger Tirkiyê Sirt bigire têwateya ku derbasî sînorê heremên rojhilat dibe. Ango nêzî sînorê Misrê dibe, û kîjan demê Tirk berêxwe bidin Misir ne diyar e. Li welat birayên Misilman hene, ew alîgirên Erdogan in, li benda wî ne, ji xwe heger ev pîlan pêk hat, Tirkiyê çeteyên Sûriyê ên girêdayî xwe dişîne Yemen jî. Li wê derê wê bixwazin xwe bigihînin sînorî Misir ji milê deryaya sor, wê çaxê ji du milan ji aliyê Tirkan tê dorpêç kirin. Dimîne sînorê Sûdan, bi girtina Cefra dibe ku armanca Tirkiyê ew be ku korîdorekî di navbera bakur û başûrê Lîbya veke û xwe bigihîne Sûdan jî. Ev hemû pîlanên Tirkiyê ne. Misir jê agahdar e. Ji lewre hewl dide ku asteng bike, û ji bo wê amadekariyê şer dike. Welatên din ên Ereban, ji bilî Qeter û Tûnis hemû li dijî Tirkiyê ne, xwe didin kêleka Misir. Lê heta niha gaveke berbiçava ne avêtine, lê heger hat Misir û Tirkiyê ketin nava şerekî de dibe ku welatên din ên Ereban jî hinek gavan bavêjin. Li ser asta gel, li himber Tirkiyê bertek pir zêde ne. Gelê Ereb niha pîlan û projeyên Tirkan li ser xwe xeter dibînin û dibêjin Tirkiyê ji İsraîl xetertire. Lê, li hemû welatên Ereban şaxên birayên Misilman henin. Ewana destê Tirkiyê ên destwerdanê ye. Li hinek welatan mîna Tûnis, Cezayir, Sûdan bi hêzin û li welatên din jî dixwazin xwe bi hêz bikin û tevlî projeya Erdogan bibin.
 
Ku artêşa Tirkiye li Libyayê têkeve nava şerê germ dê encamek çawa pêş bikeve?  Misir, Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Ereban wê helwestek çawa nîşan bidin? 
 
Bi qasî diyar dibe, şerê vê carê heger rû bide wê şerekî navdewletî be, heger Misir tevlî bibe avantaj a wê ye. Di milê cuxrafiya de nêzîke, belafirên wê bi hêsanî dikarin bighêjin herema şer, di bejahî û avê de dikare zû û bi hijmarek zêde ji tank û top derbasî heremê bike. Hemû eşîrên Lîbya li kêleka wê ne. welatên Ereban û gelek yên navdewletî li kêleka wê ne, û heger di şerê parastina Sirt û Cefra de bi ser bikeve dibe ku bibe alîkar bi artêşa Lîbya ji bo derbasî paytextê bibe. Helewsta Rûsan şîlo ye, beriya demekî destê alîkariyê ji artêşa Lîbya kişand û bû sedem ku herem li pey ya din têkeve bin destê alîgirên Tirkiyê. Lê, îro, dîsa xwe nîşan dide, çavkaniyên Ereban yên leşkerî dibêjin ku Rûsya sîstema parastina ezmanî Buk-M3 li herema Sirt bi cîh kiriye û sînor ji bo belafirên keşfê yên Tirkiyê daniye. Car caran bi Tirkiyê re, û car caran bi Misir re vê dosyayê tevlîhev dike. Di dema ku banga diyalog û aşîtiyê dike çekê bi bandor dide Misir û çekdarên (Wagner) ku weke çete tên nas kirin dişîne heremê. Rûsya li bendê ye ku şere di navbera Misir û Tirkiyê de rû bide da ku destwerdan bike û ji bo misogeriya hebûna xwe li ji herdu aliyan jî sûd bigire. Li milê din, heger Misir gav bi şûn de bavêje û Hefter bi tena xwe bihêle wê ji bo Lîbya û tevayî heremê bibe metirsî. Ji lewre, detayên şer bi ziravî tê rêz kirin. Tirkiyê jî bê parastina ezman wê hêzê xwe têxe metirsiyê. Ji lewre, ew jî bi tirs gavan davêje û niha bi gef û çalakiyên biçûk dixwaze bertekan nas bike û li gorî tev bigere, di heman demê de dixwaze bi riya diyaloga bi Tiramp û Pûtîn re hinek astengiyan li pêşiya eniya dijber deyne û helwestan bikişîne li kêleka xwe.
 
Tevlîbûna Tirkiye ya şer wê bandorek çawa li ser têkiliyên Rûsya û Tirkiye yên li Sûriyeyê bikin?
 
Gelek caran dosyaya Sûriyê û Lîbya ji hev tê cuda kirin, û ji xwe tiştê ku welatên Ereban jî dixwazin eve, ew naxwazin ku Sûriyê ji bo Lîbya bibe nîmûne û tecrubeya İdlib li Sirtê dubare bibe. Lê bi qasî diyar dibe Rûsya û Tirkiyê di nava bazaran de ne û dixwazin Lîbya bi hev re parve bikin. Aku di navbera her du aliyan de tê niqaş kirin ewe sînorê her du aliyan. Rûs bi awayekî nuxumandî zelal dibêjin Sirt xeta me ya sor e. Ji lewre dema ku Tirkiyê dest bi hewldanên êrîşê kir, li bakurê Sûriyê jî tevgera Rûsan zêde bû, cara yekê piştî sala 2016 an de belafirên şer ên Rûsya li ezmanê heremên di bin dagirkeriya Tirkiyê de geriyan. Mîna (Efrîn – Bab- Ezaz- Cerablus). Dibe ku ev hişyariyek be. Lê nayê wê wateyê ku wê şer di navbera her du aliyan çêbibe. Niha, li kêleka amadekariyên Tirkiyê a li derdora Sirtê amadekariyên Rûsya û rêjîma Sûriyê jî li İdlibê zêde dibin. Heger hat û Rûsya bixwaze Tirkiyê bikişîna hilbijartina heremekî ji her du hereman diyare wê Tirkiyê Sirtê bixwazin, ew heremeka jiyanî ye ji bo Tirkiyê, li İdlibê gelek pere xerc dike. Lê dema ku Sirtê bigire wê gelek pere bigire û wê demdirêj li ser jiyan bike û kirîza xwe ya aborî derbas bike. Pûtîn vê dizane û wê di dema pêş de baş bi Erdogan bilîze û kontrol bike.