Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Hejmara 228’an a rojnameya Xwebûnê ku hefteyê rojekê tê waşandin, bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket. 
 
Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara xwe de bal kişand ser 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê û cih da manşeta “Karker dadikevin qadan”. Rojnameyê bi minasebeta 1’ê Gulanê bi Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak re li ser girîngî û wateya 1’ê Gulanê û rewşa karker û kedkaran axivî. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de cih da Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) û li ser pêşketina rojnamegeriya jinan rawestiya. Nivîskar Sorgul Şêxo di nivîsa xwe de destnîşan dike ku divê rojnamegera/ê kurd di  destpêkê de êşa gel û jinan bijî û nas bikî, paşê li gorî pîvanên rojnamegeriyê dest bi xebata xwe ya wijdanî û exlaqî bikî. 
 
Rojnameyê di bin manşetê de jî bi sernavê kirmanckî ya “Vera kurdan hêrîşê gemarînî” cih da analîza Xido Kokim. Xido Kokim balê dikişine ser polîtîkayên Erdogan û Bahçelî ya li dijî gelê kurd.