Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin

img
AMED - Di 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de gotûbêja bi sernavê “Şanoya Kurdî ya Başûr” hat lidarxistin. Niştiman Abdullah Karem bal kişand ser cihê jinan a di şanoya kurdî de û wiha got: “Jinên kurd kevneşopiyên heyî hilweşandin û di gelek qadan de bi dilwêrekî cih girtin.” 
 
Di 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi pêşengtiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin de, îro gotûbêja “Şanoya Kurdî ya Başûr” hat lidarxistin. Gotûbêj li Çanda Ma ya li navçeya Sûrê hat lidarxistin. Midûra Şanoyê ya bajarê Silêmaniyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê Niştiman Abdullah Karem û lêkolîner-şanoger Adil Hesen weke axêver tev li bûn. 
 
Di gotûbêjê de ji ewil Niştiman Abdullah Karem axivî. Karem, da zanîn ku lîstikên şanoyê yên niha tên pêşandan li ser mijarên şoreşgerî û neteweyî disekinin û lîstikvan ji bo van mijaran bi gel bidin fêmkirin ya ji dest tê dikin. Karem, diyar kir ku her wiha di lîstikan de pirsgirêkên siyasî û aborî jî tên nîşandan û wiha domand: “Di vê serdemê de bi taybet jî şexsên di nava civakê de bi rêya hunerê hewl didin bi awayekî azad pirsgirêkên xwe vebêjin. Di mijara vegotina pirsgirêkan a bi awayekî azad de şano xwedî cihekî girîng e.” 
 
‘ŞANO DI REWŞEKÎ ZEHMET DE YE’
 
Bi domdarî Karem anî ziman ku armanca wan ew e ku dika şanoyê veguherînin platformeke azad û daxwazên gel bi rêya şanoyê vebêjin. Karem, pirsgirêkên aboriyê yên di qada şanoyê de jî wiha rêz kir: “Weke ku tê zanîn şanoger divê her tim hinek tiştên nû biafirînin. Ji hêla aboriyê ve şanoyên Kurdistanê di rewşeke zehmet de ne. Her çend hindik jî be di demên berê de piştgirî dihat dayîn. Lê niha piştgirî nayê dayîn û şanoger lêçûnan ji berîka xwe didin. Di rewşekî wiha de krîzên aborî rê li ber lîstikên şanoyê digirin. Ji ber vê sedemê jî şanoger neçar dimînin ku karê duyemîn jî bikin. Ev yek jî bandorê li ser berhemên wan dike. Hêvîdarim ku em bi hev re li her çar paçeyên Kurdistanê ji bo zindîhiştina şanoyê çalakiyan li dar bixin.” 
 
CIHÊ JINAN A D ŞANOYÊ DE
 
Karem, got ku jinên kurd di nava 30 salên dawî de ne tenê di qada şanoyê de, di gelek qadan de xwe pêş xistine û wiha pê de çû: “Çawa ku di serdema Shakespeare de şanogerî ji jinan re qedexe bû, li Kurdistanê jî qedexe bû. Lewma jî rola jinan jî zilaman dilîst. Ji bo guherîna vê rewşê diviyabû şoreşên mezin bihatina kirin. Xwezî bi me ku di salên 70’î de jinan ev rewş guherand. Ev rewş li Kurdistanê jî bibandor bû. Di salên dawî de li Silêmaniyeyê gelek jin tev li dibin. Em berdewamiya wan in. Jinên kurd kevneşopiyên heyî hilweşandin û di gelek qadan de bi dilwêrekî cih girtin. Em jin dixwazin wekhev bin. Ji bo vê jî em ê xebatên xwe bidomînin.” 
 
LI KURDISTANÊ ŞANO
 
Adil Hesen jî di gotûbêje de ev tişt anî ziman: “Dema em li dîroka şanoyê dinêrin; di destpêkê de kurdan jî xwestine mîna çandên din şanoyê bikin lê di çanda kurdan de şano ji hêla hunerî, zanistî û exlaqî ve nû pêş dikeve. Kurd weke gel bi çandekî xweser jiyane lewma ji bajaran dûr bûn. Lewma jî şano hinek dereng nas kirine.” 
 
Têkildarî cihê jinan a di şanoya kurdî de jî Hesen wiha got: “Şanoya ewil a kurd di sala 1920’an de li başûrê Kurdistanê pêş ket. Dema em li şanoya li başûrê Kurdistanê pêşketî dinêrin jî dibînin ku zanebûnekî civakî ya xurt ava bûye. Şano, zanist û huner e. Her ku şano eleqeya xwe ya bi zanistê zêde kir, pir baş pêş ket.” 
 
Gotûbêj bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.