Mujde Ar xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî û Kavala kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mêvana rûmetê ya 6'emîn Mîhrîcana Filîman a Balkan Panorama lîstikvan Mujde Ar xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî û karsaz Osman Kavala yê girtî kir.
 
Mêvana rûmetê ya îsal a 6'emîn Mîhrîcana Filîman a Balkan Panorama lîstikvan-hunermend Mujde Ar bû. Mujde Ar a ku xelatê wergirt diyarî rojnamevanên girtî û karsaz Osman Kavala yê ji sala 2017’an ve girtî tê darizandin kir. 
 
Mujdeya ji ber pandemiyê beşdarî mîhrîcanê nebû û bi rêya vîdeoyê vê peyamê da: “Ez vê xelata xwe diyarî rojnamevanên ji ber nûçeyên xwe hatine girtin û karsaz Osman Kavala dikim."