Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku hewldan heye ku beşa “Mezintirin komploya sedsala 21’emîn” li Îmraliyê têxin meriyetê û Tirkiye veguheriye laboratuara pevçûnên Gladioyê. 
 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku yekemîn destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî Rojhilata Navîn bû, 25 sal li pey xwe hişt. Têkbirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke pêngava yekemîn a komploya ku DYA, NATO û Almanya bi hevkariya hêzên cîhanî pêk anîn, hate plankirin. Dihat xwestin ku kurdan tune bikin û ji ser rûyê dinê wan paqij bikin. Abdullah Ocalan li dijî polîtîkayên înkar û îmhakirina kurdan PKK’ê damezrand û derket ser dika dîrokê. Piştî ku Ocalan PKK’ê damezrand bû armanca DYA û hemû hêzên kûrewî. Koordînasyona vê armanc û îmhakirina Ocalan DYA’yê dikir. Abdullah Ocalan ê ku di 6'ê Gulana 1996'an de li paytexta Sûriyeyê Şamê bi sûîqesteke bombeyî re rû bir û ma, hewl hat dayîn bi vê suîqestê were bê bandorkirin û tunekirin , lê ew plan bi ser neket. 
 
Hêzên kûrewî hikûmeta Şamê jî kirin şirîkê komploya xwe. Li ser zextên hikûmeta Şamê Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Ew ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd berê xwe da Ewropa. Bi tespîta Ocalan ew li Ewropayê ber bi çarmixê ve hatiye birin. Qeyd û benda ku xwest pêşiya Abdullah Ocalan were girtin, ewilî li Moskovayê dest pê kir. Abdullah Ocalan dibêje, “Min li dijî lîstikên zirav ên kapîtalîzmê dest ji rûmeta xwe berneda” û qeyd û benda asêkirina wî ya duyemîn li Romayê ket meriyetê. Ocalan dibêje ku astengî ango qeyd û mixên asêkirinê ya sêyemîn li Atînayê danîn pêşiya wî. Ocalan van fen û fûtên li ber xwe û xefikên li pêşiya xwe wiha puxte dike; “Li hember xiyaneta li dostaniya ku qet di navbera kesî de çênebûye hat kirin, adeta zimanê min lal bû û ez felc bûm.” Xefika çaremîn jî li Nairobi danîn pêşiya Ocalan û wî radestî Tirkiyeyê krin. Ocalan viya jî wiha tespît dike; “Ez mehkûmê Tirkiyeyê, ez mehkûmê komploya navneteweyî me.” Ocalan diyar dike ku bi hepskirina wî ya li Girava Îmraliyê re li benda mirina wî disekinin û rola Tirkiyeyê jî di vir de gardiyantî ye. 
 
Abdullah Ocalan derbarê girtina xwe de vê nirxandinê dike, “Komploya herî mezin a sedsala 21’emîn e. Dixwazin beşa vê komployê ya herî mezin li Girava Îmraliyê bixin meriyete.” Rêberê PKK'ê Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê "Pirsgirêka Kurd û Şaristaniya Demokratîk" de pêvajoya ku bi komploya ji 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û heta girtina wî ya di 15’ê Sibata 1999’an de ku anîn Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tîne ziman. 
 
PEYMANA YE, DYA Û TIRKIYEYÊ 
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku peymana di navbera DYA, Yekitiya Ewropa (YE) û rêveberiya Tirkiyeyê de li Îmraliyê derketiye holê, ji destpêkê heta dawiyê operasyon ji aliyê Gladîoya NATO'yê ve di bin berpirsyariya siyasî ya DYA û YE'yê de hatiye kirin. Ocalan destnîşan kir ku ev her sê nîşangir (şêwirmendê taybet yê serokê Amerîka Clinton in daxuyaniyên general Galtieri, nêzîkatiya rayedara jin a Komîseriya Siyasî ya YE û rola Serfermandarê Hêzên Taybet ên Tirkiyê Engîn Alan) delîlên raveker in. 
 
FELSEFEYA LI PIŞT KOMPLOYÊ 
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku ewil li Girava Îmraliyê ji aliyê leşkerekî pilebilind ê bi unîformayên fermî ku xwe wekî nûnerê Serfermandariya Giştî da naskirin ve hatiye pêşwazîkirin û piştre jî ji aliyê heyeteke ji Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Rêxistina Îstixbarata Neteweyî dest bi lêpirsîna 10 rojan kirine. Abdullah Ocalan diyar kir ku pêvajoya Îmraliyê pêşî li nêzîkatiyeke parastinê ya ku cewherê komploya navneteweyî digre ber çavan girtiye û ji wê heyetê zêde bû ku ji têgihîna felsefeya li pişt wê komployê fêm bikin, ew lidijî xwezaya wan bûye. 
 
KOMPLOYÊN LI DIJÎ KURDAN 
 
Ocalan destnîşan kir ku zîhniyeta felsefî û polîtîk a li pişt komployê xwedî girîngiyeke mezin e û got: “Min qala komployên ku qonaxên her serdemê ne, kir. Di nav van de komploya Alayên Hemîdiyê, 1914’an Melle Selîm li Bedlîsê, 1925’an Şêx Seîd, 1930 Agirî û 1937 Dêrsim, Doza 49’an 1959 û Doza 400’an di 1960’an de, kuştina Faîk Bûcak û Saît Kirmizitoprak ku ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin û bi sedan komployên ku bi heman zihniyete li dijî bîrdoziya PKK’ê hatine kirin û heta roja me ya îro hatine organîzekirin. Ev hemû berdewamên hev in. Yên ku komployan organîze dikin vê weke hunereke bi hostatî ya desthilatdariyê dinirxînin. Bi gotineke din komplo amûr û ruhê herî girîng ê hunera desthilatdariyê ye. Ji bo kurdan ev huner diviyabû bi awayekî hişk li ser bingehê komployê bihata meşandin. Hêza desthilatdar a ku hedefa wê pêkanînên qirkirinê ne, ji bilî komplo û zîhniyeta ku wê bi rê ve dibe, tu amûrek wê din nîn e. Tişta ku li vir girîng e, rast naskirin û naskirina hêzên ku tev li komployê bûne ye.” 
 
TIFAQÊN BÊRÊGEZ Û YEKÎNEYÊN BERJEWENDIYÊ
 
Abdullah Ocalan bal kişand ser hêzên bi nakokî ku di nava komployê de cih digirin û wiha got: “Ji DYA’yê bigire heta Rûsyayê, ji Yekitiya Ewropa bigire heta Yekitiya Ereban, ji Tirkiyeyê bigire heta Yewnanistanê, ji Kenyayê bigire heta Tacîkistanê gelek dewlet daxilî komployê bûbûn. Piştî girtina min jî tifaqên bêrêgez û yekîneyên berjwendiyê kêfxweş dibûn. Çepên tirk û kurd û her wiha şirîkên netewperest kefxweş bûn ku min girtin e. Mîna ku riberê cîhanê yê herî talûke be û hatibe girtin, ewqas kêfxweş bûn. Lê sekn û helwesta min gefê li zîhniyeta faşîzma lîberal û berjwendiyên wan dixwar.” 
 
HESABÊN LI SER ROJHILATA NAVÎN 
 
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku di vê xisûsê de hêza herî bi tecrûbe Îngîltere ye û wiha got: “Ya ku sînyala pêşî ya ku ez li Ewropayê siyasetê nekim ev hêz e. Çawa ku ez hatim Ewropayê, wan tavilê ji min re 'persona non grata', yanî 'kesê nayê xwestinê ye’ ragihand. Ev ne gavek hêsan bû, yek ji wan gavan bû ku encam ji berê ve diyar kir. Îcar çima ji bo min helwesteke wisa, ku ne ji bo Xumeynî û ne jî ji bo Lenîn hatibe kirin, yekser ji bo min hat girtin? Bi kurtî, ez li ber planên wan ên hegemonîk ên 200 salî yên li ser Rojhilata Navîn, bi taybetî ji ber siyaseta wan a Kurdistanî (bi kurtasî Kerkûk-Mûsilê bide û kurdan li ser sînorên xwe tune bike) wek pêşî lê girtek cidî derketibûm. Ez li ber hemû plan û cîbicîkerên rabûbûm û loma min xeter didîtin.” 
 
PLANÊN DYA’YÊ YÊN BOP’Ê 
 
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku DYA’yê bi komployê re armanc kir ku Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) bixe dewrê û wiha axivî: “Ji bo vê yekê geşedanên li Kurdistanê di asta girîngiya mifteyê de bûn. Bêbandorkirina min teqez pêwîstiya konjonktur bû. Tasfiyekirina min li gorî polîtîkayên kurewî yên wan rojan bû. Rûsa bi krîzek aborî ya ya tarîxî û girîng re rû bi rû ma. Wê heyamê bi awayek lezgîn hewcedariya wê bi krediyê hebû. Ji bo ku derdê xwe derman bike, xwe daxilî komploya li dijî min kir.” 
 
‘BAZARA WAN LI SER KURDISTANÊ BÛYE’ 
 
Ocalan wiha berdewam dike: “Dema ez van dibêjim ez bawerim hinek din rastiyê ronî dikim. Di wan rojan de xwestina azadiya Kurdistanê û cihgirtina li cem destkeftina nasnameya kurdan, pêwîst bû te her cure berjwendiyên lîberal ên rojane, pragmatîzmê û takekesiyê derbas bikira. Divê te dest ji jiyana kapîtalîst a çep û rast berda anjî li ber vê jiyanê rabûyayî, çimkî te wisa neçar dikir. Wê çaxê ango di wan rojan de berovajî vê ew roj rojên lîberalîzma kurewî bû dixwest dinyayê fetih bike. Ew sal salên ku lîberaliyê faşîzmê serweriya xwe li dinyayê radigihand bû. Di warê polîtîk de jî Rojhilata Navîn navenda têkoşîna hegomonîk bû. Kurdistan ji bo hesabên hêzên hegomonîk di asta rola mifteyê de bû. Bîrdoziya PKK’ê û sekna wê polîtîk jî li ber hesabên hegomonîk radibû. Ji ber vê yekê xwestin min tasfiye bikin û rê li ber bazar û hesabên hegomonîk bên vekirin.” 
 
ÇARESERIYA PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ
 
Abdullah Ocalan ê tespîta “Di pêvajoya Îmraliyê de di şexsê min de ev hesabên dîrokî hatin zindîkirin” kir, ev nirxandin kirin: “Ji bo ku ez pêvajoya Îmraliyê analîz bikim, divê hişmendiyek min hebe ku ji nakokiyên berjewendiyê yên heyî yên xwedî bingeheke dirêj a dîrokî haydar bibim. Yek ji xala ku divê di hesabên komployê yên sîstema hegemonîk de pir baldar be jî ew bû ku nebe amûrek ji polîtîkayên 'dabeşkirin û serweriyê' yên li ser herêma ku di du sedsalên dawî de bi zanebûn hatine plankirin û bi cih anîn û ji bo berjewendiya van hêzan neyê bikaranîn, bi taybetî di şerê tirk-kurdan de ku armanc dikir were kûrkirin. Ermen, grek, avaniyên etnîkî yên balkanan, ereb, suryan, tirk û kurd ên ji van polîtîkayan re bûn amûr gelek tişt winda kiribûn. Hin ji wan ji warên xwe yên hezar salî û mal û milkên xwe yên çandî hatibûn koçberkirin û heta ji netewbûyînê jî hatinbûn dûrxistin. Her wiha gelek hêz ji ber ku bi tirkan re dijiyan ji kurdan aciz bûn. Ev yekitiya ji Şerê Milazgirtê ve girîngiya xwe ya stratejik her tim diparast, bi taybetî bi polîtîkayên înkar û îmhayê yên ji sala 1925’an ve tên pêkanîn berhewa kirin. Dema ku pêvajoya înkar û tasfiyeyê ya vê hêmana bingehîn a Komarê bi kûrahî hate lêkolînkirin û bi felsefeya dîrokê hate şîrovekirin, zelal bû ku di bingeha xwe de ev yekîtiya stratejîk ji xwe re kiriye armanc. Zordayîna ingilîzan û alîgirên wan ên navxweyî ya Mûstafa Kemal gava herî girîng a komployê bû. Di diyaroka rêveberiya tirk a kevneşopî û felsefeya wan de dijminatî û bişaftina kurdan nebû. Ev dijminatî bi armancên taybet hatibû pêşxistin. 
Pêvajoyên serhildanê û bûyerên piştre qewimîn ev rastî piştrast kir. Ev rewşa ku li Îmraliyê bala min kişand û hîn bêhtir li ser sekinîm, di felsefeya min a siyasî de rê li ber veguherîneke radîkal vekir.”
 
SÊ GUHERTOYÊN KOMPLOYÊ 
 
Abdullah Ocalan, encamên têkildarî komployê ku bi sê guhertoyan pêşxistin wiha domand: “Komplo di şexsê min de ne tenê li dijî kurdan li dijî tirkan jî hate kirin. Awayê radestkirinê û niyeta kesên ku di nav de rol lîstin ew bû ku dawî li 'terorê' bînin û bingeha wê ya pevçûnê kûrtir bikin, ku ev jî wê sedsaleke din bê çareserî bimîne. Rastiya ku li dijî min komplo kirin, ji bo van armancan derfeteke îdeal peyda kir. Ew da bixwazin vê firsendê heta dawiyê bikarbînin. Ne pêkan bû ku mirov berovajiyê wê bifikire. Ji ber ku xwestibûna da bikarin tevkariyê li geşedanên di vî warî de bikin. Lê her tim kar dixetimandin û şûna çareseriyê tam vediguherandin girîhişkekê. Xwestin dîlemayeke tîpîk a Îsraîl û Filîstînê biafirînin. Çawa ku dîlemaya Îsraîl û Filistînê sedsal in li Rojhilata Navîn ji hegemonyaya Rojavayê cîhanê re xizmet kiribe, dîlemaya kurd û tirkan a ji wê mezintir dikarî sed saleke din ji hesabên wan re xizmetê bikin. Ji xwe di sedsala 19’emîn de di pêşxistina gelek pirsgirÊkên etnîkî û mezhebî û neçareserkirina wan heman armanc hatiye pêşxistin. Rastiya Îmraliyê zanebûna min a xam a di vî alî de gelek pêş xist. Lê belê pirsgirêka herî girîng a li hemberî min ew bû ku ez bi vê elîta rêveberên tirk bidin fêm kirin. 
 
KOMPLO LI TIRKAN HATE KIRIN  
 
Ji ber wê yekê ji bo min pirsgirêka herî girîng ew bû ku karibim bidim fêmkirin ku komplo ji min û kurdan bêhtir li dijî tirkan hatiye kirin. Min gelek caran ev yek ji lêpirsînvanan re teqez kir. Lê belê wan xwe di şehweta serkeftinê de winda kiribûn. Heta sala 2005’an ku fêhm kirin nasnameya kurd û tevgera azadiyê ya kurd ji berê xurttir e ev nêzîkatiya wan berdewam kir. Dema ku min bala xwe da ser mijarê, min hêmanên komployê di serdema Meşrûtiyet û Komarparêzan de bêhtir ji nêz ve dît. Min ferq kir ku bûyera ku jê re digotin serxwebûna tirkan e yek ji cureyên bengîtiya herî dijwar e. Bengitiya tirkan îdeolojîk û polîtîk bû. Min bêtir ferq dikir ku kokdariya netewperestiya ku dihate avakirin biyanî bû, min bêhtir ferq dikir ku bi dîrok û diyaroka civakî ya tirkan ve girêdayî ye. Hêzên hegemonîk dizanîn ku elîta reveberiya tirkan di warê desthilatê de qels in û ev qelsî bikardianîn. Serweriya sînornenas a li ser kurdan avakirin jî ji heman qelsiyê dihat. Ev serwerî di heman demê de dihate wateya mehkumiyeta wan. Ya rast bîrdoziya wan bi xwe nebû û rêgeza ‘serwerî her tişt e, îdeolojî ne tu tişt e’ dimeşandin. 
 
LABORATUARA PEVÇÛNÊN GLADIOYÊ 
 
Dema Gladio ji nêz ve bê lêkolînkirin û felsefeya wê derbixin holê, dê bê dîtin ku armanc ew bû ku di rêya herî kurt de welat dagir bike, gelê wê parçe bike û bide şerkirin. Bi taybetî li Rojhilata Navîn bi hevkariyên wan rastiyê xwe bi pêkanînên wan derdiket holê. Amûra herî bi bandor a gelekî bi rê ve birinê bû. Hem gelê wê li dijî dewletê derdixînin hem jî her duyan diçewisînin û yên bixeter didîtin bi vê rêbazê tasfiye dikirin. Di rastiya rêveberiya 60 salan a Tirkiyeyê de ev diyarok gelek balkêş bû. Welat bûbû laboratuvara pevçûnên gladioyê. Tenê di hemû pêvajoyên girîng ên dîroka PKK’ê de şerên ji ber Gladioyê derketine, têre kiribû ku dostaniya bi sedsalan a dewletê û gelan bi dawî bike. 
 
XEBATA DYA Û YE'YÊ YA DEMDIRÊJ
 
Ji bo vê listikê xera bikim, min pêvajoya Îmraliyê weke platformeke guncav bikar anî. Ji bo vê yekê min bingeha xwe ya teorik xurt kir. Min ji bo aştî û çareseriya siyasî, hemû agahiyên pêwîst ên felsefî û pratîkî, pêş xistin. Li ser xweseriya çareseriya siyasî ya demokratîk hûr bûm. Xebatên zehmet û bêhnfireh, dikarin dubereyên domdar bişkîne û alternatîfên çareseriyê ava bike. Di vê mijarê de ji xwe bawerkirinê bêhtir çareyeke min tune bû. Ya rastî nêta kesên di pêvajoya komployê de cih girtine, cuda bû. Di şexsê min de dixwestin xelaskirina PKK’ê û Tevgera Azadiyê pêk bînin. Sepanên girtîgehê, hemû nêzîkatiyên DMME û YE’yê girêdayî vê armancê bûn. Ji min Tevgereke Kurdan a hatiye tengkirin dixwestin. Dixwestin modeleke kevneşopî ku hatiye xesandin û xizmetî xwediyên xwe dike ava bikin. Taybetî armanca xebatên DYA û YE’yê ser vê yekê bûn. 
 
PARÊZNAMEYA MIN BÛ RIYA ÇARESERIYÊ
 
Bi kurtasî, taybetî jî di tevgerên karkerên di pêşengtiya hegemoniya ingilîzan de, piştre bi tevgerên rizgariyên neteweyî, li ser tevgerên şoreşger-demokratîk, ev modela xesandinê, mafên mirovan ên lîbaral û azadiyên wan serkeftî bûn. Serokên şoreşan û rêxistinan tesfiye kiribûn. Rêbazekî wekî bi hostehiya salan dane meşandin xwestin li ser PKK’ê û tevgera şoreşger, kolektif, azadî û wekheviyê bisepînin. Di pêvajoya Îmraliyê de encama ku li bendê bûn ev bû; plana ku li ser wek hostehî dixwestin pêk bînin ev bû. Stratejî û taktîk di çarçoveya vê planê de pêş dixistin. Parêznameya ku min a li dijî vana pêş xistiye, ne pişta xwe dida helwesta klasîk a Ortodoks; ne jî xwe dispêre xwe xelaskirin û başkirina şert û mercên ez tê de. Tişta rê nîşanî parêznameya min daye, bû rêya çareseriya bi rêgezî, li gorî rastiya civaka dîrokî ya gelan, aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk bû.”
 
 
SIBÊ / Abdullah Ocalan: Senaryo keseke/î din nivîsî, şano li Îmraliyê hat lîstin