Esnaf hem li dijî koronayê hem jî li dijî hilweşandinê têdikoşe

img
ENQERE – Esnafê Qada Îtfaiyê k udi bin rîsqa vîrûsê de dijî, di heman demê de bi rîsqa hilweşandinê re jî rû bi rû ye. Serokê Komeleya Piştevaniye Tûrgût Ûslû got ku vîrûsa wan cudaye û di tevahiya pêvajoya cemaweriyê de li dijî vîrûsê têkoşiyane.
 
Li sûka Qada Îtfaiyê ya Ûlûsa Enqereyê ku ji ber vîrûsa koronayê jiyanê lê hatiye asta rawestandinê, derde esnafên lê ne tenê vîrûs e, di heman demê de bi rîsqa hilweşandinê re jî rû bi rû ne. Qada Îtfaiyê ku hezar û 500 esnaf lê ne, li gel ku heta niha ji aliyê Dadgeha Bilind ve hilweşandina wê hatiye rawestandin jî cara 3’emîn bi biryara “cemawerkirina lezgîn” re dewrî Saziya Wargehên Qrediyê (KYK) hatibû kirin.
 
Esnaf, di demeke ku li bendê bûn doza ku vekiribûn qezenc bikin de, cihê dikanin wan bi biryarnameya serokkomariyê weke “qada bi rîsq” hatibû îlankirin. Esnafên ku ji ber vîrûsê nikarin fatorayên xwe razînin, bi biryara hilweşandinê re bi gefa duyemîn re rû bi rû ne.
 
MUXATAB NABÎNIN
 
Esnaf Mûstafa Batûhan Unlu, diyar kir çavê xwe li Qada Îtfaiyê li dinyayê vekiriye û wiha got: “Lê heman diikanê ez nifşe çaremîn im. Me ji vîrûsê mezintir derbeyek xwar. Tê xwestin ku milkên me bên hilweşandin. Dewlet bi tu awayî nêzî me nebû, me mexdûr kirin. Bi perekî gelekî kêm dixwazin dikanê me ji destê me bigirin. Bi armanca piştevaniyê me komele vekir. Em têdikoşin lê muxatab nabînin. Di pakêta vîrûsa koronayê de tiştek ji me re neyatiye veqetandin. Paket tenê ji bo hin kesan e. Bang dikin ku em li malên xwe rûnin. Ji bo ku em li malên xwe rûnin divê ji gel re pakêtan aşkera bikin. Rîsqa hilweşandinê li dijî piştevaniya vîrûsê asteng e. Divê ku demildest milkê xwe ji qada bi rîsq bên derxistin.”
 
‘VÎRÛSA ME CUDA YE’
 
Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Esnafên Qada Îtfaiyê Tûrgût Ûslû, diyar kir ku wê bi vîrûsê bê têkoşandin û bi ser jî keve lê wê êdî pergal weke berê nîn be û wiha got: “Em nikarin li malê bimînin neşarin ku bixebitin. Hikûmetên Cîhanê ji welatiyên xwe re gelek budçe veqetandin, lê budçeyeke wiha ya hikûmeta tuneye. Vîrûsa me ya koronayê cuda ye. Bi cemawerkirina lezgîn tê xwestin dikanên me ji me bên standin. Çareseriyek pêşkêş nakin. Di tevahiya pêvajoya cemaweriyê de em li dijî vîrûsê têkoşiyan. Heke dewleteke sosyal û hiqûqî bin divê biryara hilweşandinê raweste. Armanca hilweşandinê rant e.”
 
MA / Eylem Akdag