Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e

img

AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî zema li nava bajar ji bo heqê rêyê hatiye kirin dan û ev bang kirin: “Vê zemê paşve bikişînin.” 

 
Nûnerên sektora veguhestina komelî yên Amedê, ji Navenda Koordînasyona Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) xwestin ku ji bo heqê rêyê ji sedî 50 zem were kirin. UKOM’ê jî ev daxwaz nirxand û ji bo veguhestinê ji sedî 25 zem kir. Bi vê yekê re heqê rê yê rêwiyên mînîbusan ji 20 lîreyan derket 25 lîreyan, yê rêwiyên xwendekar jî ji 12 lîreyan derket 15 lîreyan. Heqê rêyê yê otobusên şaredariyê û otobûsên gel ên taybet jî bû 20 lîre û yê xwendekaran derket 10 lîreyan. Ji bo texsiyên bazirganiyê jî bihayê “siwarbûn-payabûn”ê ji 90 lîreyan derket 125 lîreyan. Bihayê vekirina taksîmetreyê jî derket 25 lîreyan. 
 
GEL LI DIJÎ ZEMÊ BI BERTEK E
 
Xelkê bajar ji ber zema hatiye kirin bi bertek e û xwestin ev zem paşve were kişandin. Welatiyê bi navê Saît Borak bertek nîşanî zema hatiye kirin da û got: “Ji bo Amedê 25 TL heqê rêyê gelek zêde ye. Divê 15 lîre be. Lê li ser hev zem tên kirin. Her sibehê em bi fiyetên cuda hişyar dibin.” 
 
Abdulhakîm Ulgen jî got: “Tu kes xelkê hejar nafikire. Ne salê carekê, salê 2-3 caran zemê dikin. Heke wijdana wan hebûya ev zem nedikirin.” 
 
Cebraîl Yilmaz jî zema hatiye kirin weke “neheqî” nirxand û got: “Şaredarî şaredariya me ye lê bila vê zilmê li me nekin. Jixwe hikûmet bêhtiriya wê dike.” 
 
'BILA ZEM PAŞVE BÊ KIŞANDIN’
 
Ayşe Yenî jî got ku her roj bi zemeke nû hişyar dibin û wiha domand: “Em gelek zehmetiyê dikişînin. Em dizanin di şaredariyê de pirsgirêk heye. Em dizanin çawa zehmetiyê dikişînin. Lê dîsa jî bila heqê rê yê otobûsên şaredariyê zêde nekin.” 
 
Welatiyeke din ku nexwest navê xwe bide jî bi gotina “Her roj zem li her tiştekî tê kirin. Divê şaredarî ji van zeman re bibêje bes e.” bertek nîşan da. 
 
Xwendekarê bi navê Omerhan Karahan jî anî ziman ku zema hatiye kirin zêde ye û got: “Xanîgirtin, xwarin, vexwarin ji bo kesên ji bajarên din tên vê derê ji xwe biha ye. Îcar ser re jî ji bo veguhestinê zem tê kirin û ev pirsgirêk e. Her tişt biha bûye. Divê şaredarî bi qasî ji dest tê bihayê heyî daxîne. Bila heqê rêyê erzantir bikin.” 
 
Xwendekara bi navê Melîsa Temel jî bertek nîşanî zema hatiye kirin da û got: “Em li qerta xwe dinêrin û dibînin ku pere nemaye. Pir zehmet dibe. Em mecbûr in qertê bi kar bînin lewma ji neçarî pereyan lê bar dikin. Bila ev zem demildest paşve bên kişandin.”