BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye

img

ENQERE - Li gorî Lêkolîna Sepeta Enflasyonê ya Kedkarên Cemaweriyê ya ji hêla BES-AR’ê ve hatiye amadekirin, enflasyona giştî ya di meha nîsanê de bû ji sedî 102,80. 

 
Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) encamên Lêkolînên Sepeta Enflasyonê ya Kedkarên Cemaweriyê eşkere kir. Li gorî lêkolînê, enflasyona giştî ya kedkarên cemaweriyê ya di meha nîsanê de ji sedî 102,80, enflasyona salane jî bû ji sedî 97,77. 
 
Li gorî BES-AR’ê di çar mehên ewil ên sala 2024’an de enflasyona kedkaran derdora ji sedî 22,10 e. Li gorî vê, di sê mehên ewil ên sala 2024’an de ji sedî 7,10’ê heqdestê xwe ji ber enflasyonê winda kirin. TUÎK’ê enflasyona meha nîsanê weke ji sedî 3,18 û BES-AR’ê jî ji sedî 4,30 eşkere kir.