Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin

ENQERE - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû li pêşiya TUÎK’ê axivî û xwest ku reqemên rast ên enflasyonê bên parvekirin. 
 
Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglû û şandeya pê re, li pêşiya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daxuyanî da. Çerkezoglû da zanîn ku TUÎK’ê randevûya wan qebûl nekiriye û xwest ku reqemên rast ên enflasyonê bên eşkerekirin. 
 
Çerkezoglû, wiha got: “TUÎK’ê her tim enflasyonê kêm nîşan dide lê roj bi roj pariyê nanê me biçûktir dibe. TUÎK, bi veşartina reqemên enflasyonê re her roj ji pariyê nanê karker û kedkaran didize. Ji bo edaleta di dahatê de, ji bo edaleta di bacê de û ji bo edaleta li welêt em ê têkoşînê mil bi mil mezintir bikin.”