Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir

img
STENBOL - Karker û kedkarên li kolanên Okmeydaniyê hatin gel hev, bi dirûşma “Qada Taksîmê Qada 1’ê Gulanê” ber bi Qada Taksîmê ve dimeşin. 
 
Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Alinterî û Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin, li Okmeydani ya Şîşliyê kom bûn. Li kolanan dirûşmên “Taksîm a me ya dê her ya me be” û “Bijî Yekê Gulanê” olan didin û pankarta “Li dijî xizaniyê serî hilde, xwe birêxistin bike, Bijî 1’ê Gulanê” hate hilgirtin. Polîsan li gelek noqteyan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin. Hinek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Partîzan û Ciwanên Demokratên Nû (YDG) jî li pêşiya Nexweşxaneya Dev û Diran a li Okmeydaniyê kom bûn û meş li dar xistin. Girseyê dirûşma “Her der Taksîm her der berxwedan” berz kir û bi pankarta “Xwe birêxistin bike em cîhanê ji binî ve hejînin” ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Polîsan êrişî meşvanan kirin. 
 
Endamên Partiya Şoreşger jî xwest ji Okmeydaniyê ber bi Qada Taksîmê ve bimeşe û li noqteyên cuda kom bûn. 
 
Girse li noqteyên cuda tên gel hev û êrişên polîsan jî didomin.