Karker li Saraçhaneyê kom dibin

img
STENBOL - Karker ji bo derbasî Qada Taksîmê bibin, li Parka Saraçhaneyê kom dibin. 
 
Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezayar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) dê îro li Qada Taksîmê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li werin lidarxistin. Karker, tevî biryara qedexeya walîtiyê û dorpêça polîsan li yek ji qadên kombûnê ya Parka Saraçhaneyê kom dibin. 
 
Jin, ciwan, nûnerên sendîkayan, rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî ji bo ber bi qadê ve bimeşin li Saraçhaneyê hatin ba hev. Girse tevî merşa 1’ê Gulanê, bi awayekî coş bendewariya xwe didomîne. 
 
DÊ DEM PARTÎ JÎ JI SARAÇHANEYÊ BIMEŞE
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên femînîst û ekolojîst dê wek kortej ji rawestgeha Yenîkapi ya Marmarayê ber bi Parka Saraçhaneyê ve bi girseyî bimeşin. Piştre dê meşvan bi girseya li vê derê kom bûye ve, ber bi Qada Taksîmê ve bimeşe.