Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bang hate kirin ku li dijî xespa mafan, wekhevî û azadiyê li qadên 1’ê Gulanê kom bibin. 
 
Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û li dijî kedxwariyê biryardariya têkoşînê hate destnîşankirin. 
 
DENÎZLΠ
 
Platforma 1’ê Gulanê ya Denîzliyê li avahiya Cemiyeta Rojnamevanan a Denîzliyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê yê Denîzliyê Mehmet Sarica yê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Hebûna me ya di 1’ê Gulanê de ya li qadan xwedî derketina li kar, aş, nan û keda me ye. Hebûna me ya di 1’ê gulanê de xwedî derketina heq û hiqûqa me, daxwaza me ya edaletê ya di dahat, bac û welat de ye. Hebûna me ya di 1’ê gulanê de xwedî derketina sendîkayî bûn, mafê me yê rêxistinbûn û grevê azadiya îfadeyê an ku demokrasiyê ye. Em ê weke Komîteya Amadekar a 1’ê Gulana 2024’an li dijî vê pergala bêedalet hemû gelê xwe di 1’ê Gulanê de saet di 14.30’an de vedixwînin ku li Qada Çinarê kom bibin û ber bi Qada Ûlûsê ve bimeşin.”
 
EDENE
 
Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan û Baroya Edeneyê dê bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, bêewlehî, kedxwarî û zextan ji bo yekitî, têkoşîn û piştevaniyê û hêviyê mezin bikin em biçin 1’ê Gulanê” di 1’ê Gulanê de saet di 15.00’an de li ser Pira Kasim Gulek ber bi Qada Ûgûr Mûmcû ve bimeşin. 
 
Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê, ji bo tevlibûna mitîng û meşa di 1’ê Gulanê de bang bike li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Edeneyê daxuyanî da. 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Edeneyê Fatîh Toprak ê di daxuyaniyê de ewilî axivî, bang li hemû beşên civakê kir ku di 1’ê Gulanê de bên bahev û têbikoşin. 
 
Endamê MYK’a KESK’ê Erdal Karakûş jî diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û wiha got: “Em ê ji bo welatekî ku wekhevîxwaz, azadîxwaz, aştîxwaz, gel û cudahî bi hev re weke xwişk û bira bijîn û ji bo pêşerojê em ê li qadan bin.”
 
ANTALYA 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Antalyayê ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê bike ş, avahiya sendîkayê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa SES’a Antalyayê Şukran Îçoz a di daxuyaniyê de metna çapemeniyê xwend, hemû kedkarên xizmetên civakî û tenduristiyê vexwendin 1’ê Gulanê û wiha got: “Em ê ji bo ked, wekhevî, azadî, demokrasî, aştî û laîktiyê gotina xwe dubare bikin em ê di 1’ê Gulanê de bi gelê xwe re mil bi mil li qadên 1’ê Gulanê bin. Îçoz, bi lêv kir ku dê di 1’ê Gulanê de saet di 14.00’an de li Parka Aydin Kanza bin.
 
ÊLIH 
 
Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku dê li Parka Jinan a 8’ê Adarê li dar bixin, li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî xizanî, bêewlehî, kedxwarî û zextan ji bo yekitî, têkoşîn û piştevaniyê û hêviyê mezin bikin em biçin 1’ê Gulanê” hate hilgirtin. Ji bilî pêkhateyên platformê Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdar bûn. 
 
DEM DEMA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE
 
Ramazan Bîlmez ê li ser navê platformê axivî, destnîşan kir ku dê di 1’ê Gulanê de li qadê bin û wiha got: “Ji bo ku bibêjin Jin jiyan azadî, ji bo ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk û aştiyane em ê qadan dagirin. Niha dem dema mezinkirina têkoşîn, hêvî û piştevaniyê ye.”
 
Sekretera jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyûn jî ev tişt gotin: “Em li bende ne ku li dijî xespkirina mafên jinan û gelan bi hev re ji bo bêjin azadî û wekhevî li qadan bin.”
 
ENQERE 
 
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Enqereyê amadekariyên mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran temam kir. Komîteya Amadekar, beriya mitînga ku dê li Qada Tandoganê bê lidarxistin saet di 12.00’an de li ber Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) kortejên ku dê bên avakirin dê dest bi meşê bikin û kortej dê di saet 13.30’an de li qadê bin. 
 
TEDBÎRA EWLEHIYÊ YA JI 150 KESAN PÊK TÊ 
 
Mitînga 1’ê Gulanê Roja Karkeran ku dê ji aliyê koma nêzî 150 kesî ku ji pêkhateyên komîteya amadekar pêk tê ve bê ewlekirin, piştî axaftinên kurdî û tirkî yên konfederasyonên sendîkayê dê bi konsera Koma Muzîkê ya Bandistayê berdewam bike.
 
‘EM LI BENDÊ NE KU BÊN QADA TANDOGANÊ’ 
 
Di hevdîtinên Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê di çarçoveya amadekarî û xebatên hatin kirin de tê gotin ku dê sendîka, ode, rêxistinên pîşeyî, komele û partiyên siyasî kortejan ava bikin û di encama xebatên hatine kirin de tevlibûna mitînga ku dê karker û kedkar beşdar bin zêde bibe. Komîteya Amadekar a Enqereyê ev bang kir: “Em herkesên xwedî li ked, demokrasî, laîktî û azadiyan, edalet û hiqûqê derdikevin di 1’ê Gulanê de vedixwînin Qada Tandoganê.”