Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin

ÎZMÎR - Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ji bo pîrozbahiyên li Qada Gundogduyê banga tevlibûnê kir. 
 
Komîteya Amedekar a 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ji bo pîrozbahiyên dê li Qada Gundogduyê werin lidarxistin, li Sûka Kemeraltiyê daxuyanî da.  Di daxuyaniyê de pankarta “Ev pergal dê wiha naçe, keremkin 1’ê Gulanê” hate vekirin û duruşmên “Em ê bi yekitiyê bi ser bikevin”, “Her der Taksîm, her der têkoşîn” hatin berzkirin. 
 
BANGAWAZIYA TEV LI BÛNÊ
 
Nûnerê DÎSK’ê yê Egeyê Memîş Sari anî ziman ku dê karker li her çar aliyê cîhanê ji bo mafên xwe û demokrasiyê, dê ber bi qadan ve biherikin. Sari got ew ê bi gotina “Wê ev pergal wiha neçe” dê 1’ê Gulanê pîroz bikin û wiha axivî: “Em wek ên têne bindestkirin û tunehesibandin dê li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Em wek karkerên li vî welatî tevahiya nirx û xweşikiyan hildiberînin, dê îradeya xwe ya hesabpirsîn û guherînê danin holê. Em ê daxwaz û nerazîbûnên xwe di qadên 1’ê Gulanê de bînin ziman. Em gelê Îzmîrê di 1’ê Gulanê de ji bo bibin dengê herî xurt, vedixwînin derketina qadan. 
 
Piştî daxuyaniya li Sûka Kemeraltiyê belavok hatin belavkirin. 
 
BERNAMEYA 1’Ê GULANÊ
 
Dê di 1’ê Gulanê saet 10.00’an de li Basmane, Lîman, Cadeya Şehîdên Qibrisê, Qada Cumhuriyetê were kombûn. Piştre dê ji 4 aliyan ve ber bi Qada Gundogduyê re meş were lidarxistin. Bername dê saet 13.00’an de dest pê bike û dê Koma Mogollar derkeve ser dikê.