DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da

img
ENQERE - DÎSK’ê beşeke biryara AYM’ê ya têkildarî Taksîmê parve kir û wiha got: “Taksîm êdî weke Qada 1’ê Gulanê tê zanîn lewma bisînorkirina wê rê li ber bisînorkirina ramanê dike.” 
 
Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya îcar jî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) têkildarî Taksîmê daxuyanî da. DÎSK’ê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya li dijî qedexekirina wê dayî bi bîr xist û ji bo 1’ê Gulanê bang kir. 
 
HAFIZEYA 1’Ê GULANÊ
 
DÎSK’ê li ser hesaba xwe ya fermî ya X’ê diyar kir ku walîtî bi hinceta ku Taksîm ne di nava cihên civîn û xwepêşandanan de ye biryara qedexeyê daye û wiha got: “Lê ji bo meş û civîn bigihijin armanca xwe, cihê lê tên lidarxistin girîng in. Qedexekirina kategorîk a cihê çalakiyê li gorî Destûra Bingehîn nayê qebûlkirin. Taksîm êdî weke Qada 1’ê Gulanê tê zanîn lewma bisînorkirina wê rê li ber bisînorkirina ramanê dike.” 
 
DAXUYANIYA ALÎ YERLÎKAYA
 
Tevî biryara AYM’ê ya têkildarî Taksîmê jî Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya piştgirî da biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê û got ku dê destûrê nedin.