Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer

img
WAN - Serokê Komîteya Amadekar a mitînga 1'ê Gulanê ya Wanê Mûrat Atabay ku gel vexwand mitîngê, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên şer li qadan bin. 
 
1'ê Gulanê Cejna Karkeran wê li Êlih û Wanê bi mitîngên herêmî bê pêşwazîkirin. 1'ê Gulanê wê li Wanê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Genel-Îş, Baroya Wanê, Odeya BIjîşkan a Wan-Colemêrgê, Odeya Diransazan a Wanê û Lijneya Koordînasyona Bajêr a Wanê ya Yekitiya Odeya Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) li Parka Mûsa Anter bê pîrozkirin. 
 
 
Wê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê GIştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî wekî axêver beşdarî mitîngê bibin. Ji xeynî vê wê hunermend Fazil Demîr, Koma Janya û Koma Babetna jî derkevin ser dikê. 
 
Serokê Komîteya Amadekar a Mitînga 1'ê Gulanê Mûrat Atabay, hemû kedkaran vexwand qada mitîngê. 
 
'LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER'
 
Atabay da zanîn ku wê 1'Ê Gulanê li ber Gunpaş AVM'yê ya li navçeya Îpekyolûyê kom bibin û ji vir jî bi awayekî kortejî biçin Parka Mûsa Anterê. 
 
Atabay bilêv kir ku li Tirkiyeyê kedkar bi kedxwariyê û bîrçîbûnê re rû bi rû ne. Atabay hemû kedkar, karker û gel vexwand Mitînga 1'ê Gulanê û got: "Ên dixwazin li dijî hêzên emperyalîst rabin, em wan vedixwînin qadê. Em ê li dijî polîtîkayên şer li qadan bin."