DÎSK-AR: Dewletê 11,6 mîlyar tl kêm da kesên teqawîd

img
STENBOL - DîSK-AR, der barê mexdûriyeta kesên teqawît û teqawîdiyê de raporek amade kir. DÎSK-AR'ê anî ziman ku daneyên SGK'ê rastiyan venabêje û got: “Dewletê 11,6 mîlyar tl pere kêm da kesên taqawît. 
 
Navenda Lêkolîna Konfedarsyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK-AR),  têkildarî rewş û mexdûriyeta kesên teqawît û teqawîdiyê raporek parve kir. DÎSK-AR'ê di raporê de bal kişand ser Zagona SGK'ê ya Hêjmar 5510'an têkildarî mehaneyên teqawîdan a di sala 2008'an de ket meriyetê û diyar kir ku kesên teqawît pir zêde mexdûr bûne. DÎSK-AR'ê di raporê de da zanîn ku SGK têkildarî mehaneyên kesên teqawît bi awayekî hurgulî agahiyan parve nake û wiha got: "Kesên tewaqît der barê mehaneyên xwe de agahiyên rast nizanin. Tenê du agahiyan dizanin. Yek jê hêjmara herî kêm ya bi piştgiriya xezîneyê Hezar û 500 TL ye. Agahiya din jî mehane ya zikhev e. Piştî meha Nisana 2020'an di çarçoveya 4/a'an de ji bo 8 milyon û 126 hezar kesên teqawît û kesên xwedî maf 16 milyar 968 milyon TL mehaneya teqawîdan razandibû. Di zikhevde mehaneya her kesekî teqawît 2 hezar û 080 TL girtibû. Yanî mehaneya kesên teqawît ketibû bin heqê herî kêm. Bi miyonan kedkar û teqawît di bin heqê xwe re mehane distînin."  
 
DANEYÊN SGK'ê RASTIYAN NABÊJE 
 
DÎSK-AR'ê di raporê de anî ziman ku SGK rastiyan parve nake û agahiyên xapînok parve dike û wiha cih da raporê. “SGK'ê di dema Çile-Hezîran a 2020'an de mehaneya karkerên bi sîgorta 2 hezar û 030 TL da. Herî zêde jî mehane 3 hezar û 890 TL da. Lê ev dane rastiyê aşkere nakin. Hikûmetê biryar dabû ku mehaneya teqawîtan a di Adara 2020’an de kêmî Hezar û 500 TL bû, di meha Hezîranê de derxe Hezar û 500 TL’yî. 
 
DEWLETÊ 11,6 MÎLYAR KÊM PERE DA TEQAWÎDAN
 
DÎSK-AR'ê da zanîn ku di Hezîrana 2018’an de heqê teqawîdan ê herî kêm Hezar û 603 TL bû û îkramiya wan a cejnê Hezar TL bû û wiha li raporê zêde kir: "Di sala 2020’an de heqê herî kêm bû 2 hezar û 324 TL. Lê dîsa îkramiya cejnê bi Hezar TL sînor kirin. Rêjeya îkramiya teqawîdan ji sedî 62'an daxistin ji sedî 42’an. Diviya bû îkramiya cejna Remezanê û Cejna Qurbanê jî Hezar û 448 TL bûya. Di sala 2020’an de ji bo her du cejnan bi giştî 896 TL kêm kirin. Nêzî 13 milyon kesên teqawîd di 2 cejnan de bi giştî sala 2020'an de 11,6 milyar TL heqê xwe winda kirin. Dewletê 11,6 milyar pere kêm da kesên teqawîd.'