Malbata Zulkuf Gezen serdana Leyla Guven kir
Guven: Hevrê Zulkuf, Mazlûm Doganê vê serdemê ye

img
AMED - Malbata Zulkuf Gezen ê ku bi armanca tecrîdê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, Leyla Guven ziyaret kir. Leyla Guven, dayik Havva Gezen hembêz kir û bi girî got: "Berxwedana fedaî ya Mazlûm Dogan, 40 sal şûnde di şexsê hevrê Zulkuf Gezen de pêk hat. Hevrê Zulkuf Gezen Mazlum Doganê vê serdemê ye." 
 
Malbata Zulkuf ê ku li Girtîgeha Hêjmar 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, dawî li jiyana xwe anî çû serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê 132 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayik Havva Gezen, bav Şehmûz Gezen û Ahmet Gezen wexta ketin odeyê hêsir ji çavên Leyla Guven û Şêxmûz Gezen hatin. Piştre Leyla Guven bi alîkariya keça xwe rabû rûnişt û dayik Havva Gezen hembêz kir û giriya. 
 
‘HEVRÊ ZULKUF MAZLÛM DOGANÊ VÊ SERDEMÊ YE' 
 
Guven, sersaxiya malbata Gezen kir û got: "Ez ji zindanê têm. Hestên zindanê pir cuda ne. Ji bo moralê hevrêyên zindanê xurt be, bi awayekî zêde li ber xwe didim. Min nizanibû wê Zulkuf vî barê giran hilgire. Zulkuf, bi qurbana te bim. cihê te bihişt be Zulkuf. Te jiyan û berxwedana Mazlûm Dogan hilbijart. Berxwedana fedaî ya Mazlûm Dogan, 40 sal şûnde di şexsê hevrê Zulkuf Guven de pêk hat. Hevrê Zulkuf Guven, Mazlûm Doganê vê serdemê ye." 
 
Guven, bi destê dayik Havva Gezen girt û got: "Dilê te şewitî, bila yên dayikên din neşewite."