Hewceyî gotine nake: Hûn dibinin

  • rojane
  • 09:06 28 Cotmeh 2018
  • |
img
ŞIRNEX – Qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, di bin navê xizmetê de bandên zer a li ser peyarêyan ji bo kesên berastengan di ser dîregên ceryanê û darên palmiyeyê re derbas kir. 
 
Qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, bandên zer ên peyarêyan ji bo kesên berastengên dîtinê hatine çêkirin, di ser darên palmiyeyê û dîregên ceryanê re derbas kir. Şaredariyê bi ve yekê jî nehat ser, bandên ser nîvco jî hiştin. 
Seroka Komeleya Berastengan a Cizîrê Gulîzer Olmez, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ji bo berastengan tu xebat nayên kirin. Olmez, anî ziman ew bi tu awayî nayên dîtin. Olmez, bilêv kir ku rêyên berastengan ên di ser dîregên ceryanê û darên palmiyeyê re derbas dibin rewşa wan xirabtir dike. Olmez, bi bîr xist ku kesên berasteng tim li dîreg û daran diqelibin. 
 
‘HER DIÇE ASTENGÎ ZÊDETIR DIBIN' 
 
Olmez bal kişand ser astengiyên din ên berasteng bi wan re rû bi rû dimînin jî û got: "Ji bo ji xwe re tiştekî bikirin nikarin biçin cihekî. Asansorên ji bo berastengan hatine çêkirin, ne li gor berastengan e. Li gelek saziyên bajêr rampayên ji bo berastengan tune ne." Olmez, xwest ev astengiyên li pêşiya wan bên rakirin û dengên wan bê bihîstin.