Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe

  • rojane
  • 09:20 19 Cotmeh 2018
  • |
img

RIHA - Li navçeya Hewengê cotkar Hasan Kûrtaran diyar kir ku êdî debara wî heqê gubre, mazot, av, ceryan û karkeran dernaxe û got: "Ji bo zirarê bidim an ez ê traktora xwe an jî wesayîta xwe bifiroşim."

 
Îsal piştî li Tirkiyeyê 14 Fabrîkayên Şekir hatin firotin, êdî debara cotkarên pincara şekir nikarin heqê mesrefên xwe jî derxînin. Li gundê Norçîn ê navçeya Hewang a Rihayê cotkar Hasan Kûrtaran ku 311 donim pinçara şekir danî, diyar kir ku îsal xisiriye. Kûrtaran destnîşan kir ku ji ber desteka hatiye dayîn jî nikaribûye heqê mesrefên wî derxîne, ji bo zirara xwe bide ew ê an traktora xwe an jî wesayîta xwe bifiroşe. 
 
Kûrtaran, bilêv kir ku ji ber germbûnê û kêmbûna avê îsal berdarî kê bûye û got: "Îsal zirara me zêde ye. Min 311 donim pincara şekir danî. Tenê min 2 ton û 252 ton pincar bi dest xist. Ji ber îsal baran pir nebariya pincar jî kêm bû. Dewlet îsal bi 2 lîre û 35 qurîşan pincarê dikire. Ev fiyet ji bo pincara ku rêjeya poleraya wê 16 ye, lê polera pincara min ji sedî 11 bû. Loma min bi lîre û 60 qurîşî firot." 
 
DEYN ZÊDE BÛN 
 
Kûrtaran anî ziman ku wî îsal 2 ton pincar firotiye Fabrîkaya Şekir a Meletiyê û got: "2 ton pincar nêzî 300 hezar lîreyî dike. Lê dema em karkeriya wê, mazot, gubreyê wê jê derxin, deyndar dikevim. Ji bo deynê xwe bidim an divê traktora xwe an jî wesayîta xwe bifiroşim." 
 
REWŞA PEMBÛ JÎ HEMAN TIŞT E 
 
Kûrtaran, destnîşan kir ku wî 180 donim pembû jî çandiye, lê belê fiyetê ku hikûmetê ewil diyar kiribû hat guherandin û fabrîke bi 3 lîre û 60 qurîşî dikirin. Kûrtaran got: "Ev ji bêrîka cotkaran derdikeve. Tim behsa desteka ku didin cotkaran dikin. Heke pembûyê min pere neke, ma ê destek çawa bi kêrî me bê." 
 
MA / Arjin Dilek Oncel